Piştî mezinbûna bajaran leopardên ku qada jiyana wan teng dibin xwe bera nava taxên bajêr didin.
Li nava metropola gewr a Hindistanê Mumbaiyê di nava qadeke 104 kîlomîtroqatî ya şînkayiyê li peravên rêyeke ku di ber Parka Neteweyî ya Sanjay Gandhî derbas dibe em sekinîne. Avahiyên bilind ên li hember sînorê parkê zêdetir qelebalix dike.

Dengê zarokên li ber razanê û firaqên tên şûştin di pencereyên vekirî de tê derve. Ji perestgeheka dûr dengê melodiyên olî belav dibin. Ciwanên bi hev dikenin û motosîkletên ku deng ji wan bilind dibe. Dengê 21 milyon mirovên ku wekî mekîneyeke mezin dixebitin. Li nav qirşên ber serê me leopard jî bi me ra li heman tiştî guhdar dikin. Li bendê ye ku deng werin birîn. Raçav dike.
Li derdora parkê nêzî 35 leopard dijîn. Ajaleke ku rojê nêzî 15 kîlomîtroyan rê diçe li qadeke çar kîlomîtroqatî asê maye. Him jî van leopardan li bajarekî ku serê kîlomîtroqadê 30 hezar mirov lê dijîn û di nav bajarên herî qelebalix ên dinyayê de ye dijîn. Lêbelê dîsa jî rewşa wan baş e. Hinek xwarina xwe ji xezalên şanikî û ajalên din ên kovî peyda dikin. Lê piraniya van leoparan wî sînorê navbera şaristanî û xwezayê derbas dikin. Gava bajar dikeve xewa giran, xwe berdidin kolan û taxan nêçîra kûçik, pisîk,beraz, cirdon mirîşk û bizinan yanî rêhevalên mirovan dikin. Kêm caran jî be mirovan dixwin.
Leopard ji însanan ditirsin û helbet sedemeke wê heye. Ji bo wan însan kesên nediyar û demdemî ne. însan carna heyranên leopardan in, carna wan xilas dikin û rêzê li wan nîşan didin, carna jî wan biçûk dixin, bi guleyan dikujin, kêmînan datînin, bi jehr dixin, didaliqînin û leopardên ku ketine kêmînê bi neftê dişewitînin. Heywan wê demê dibe agir û bi êşa şewatê li dora xwe dizivire. Wê demê jî însan ew kêliyên xirab bi kamereyan qeyd dikin. Li gorî jîngehparêzan di dinyayê de wek heywan herî zêde leopard rastî îşkenceyê tên.

Lê tevî wan leopard wek siya me û dostên me ne. Ya rast ji bo wan riyeke din jî nîne. Efrîqaya jêrê Sahrayê û nîvgirava Hindistanê 2 navendên leopardan in ku deverên herî qelebalixin jî. Texmîn heye ku belavbûna zêde ya mirovan li Efrîqayê ji sedî 66ê qada lepoardan, li Ewrasyayê jî ji sedî 85ê qadê teng kiriye. Herwiha beşeke mezin a tengkirinê tenê di nav 50 salên dawî de pêk hatiye. Ji ber vê li gelek deran leopard û însan bi hev re û di nav hev de dijîn.
berovajiyê pisîkên din ên mezin, leopard dikarin li jîngehên cuda zûtir adapte bibin. Wek mînak leopard ji gûgerînkan bigirin heta sîxuran û heta gakoviyên 900 kîloyî gelek tiştan bixwin. Li çolistana Kalahariyê di germahiya 45 pîleyan de, li Rûsyayê jî di sireke 25 pîle binê sifirê de dikarin bijîn. Li peravên Hindistanê di nav çarçîqên mangrovan de, yan jî li Hîmalayan li bilindahiyeke 5 hezar û 200 mîtroyî dikarin nifşê xwe zêde bikin.

Bi vî aliyê wan ê adaptasyonê wekî li Mumbaiyê nîşan dide ku leopard dikarin ligel însanan bijîn. Lê wê însan karibin pê re bijîn an na? Pirsa girîng ew e. Têkiliya me ya dûvdirêj û tevlîhev wekî gelek tiştên din li Efrîqayê dest pê kiriye.
Leopard hêj celebekî ciwan e. Bi vî şiklê xwe yê îro 500 hezar sal berê derketiye holê. Ew jî wekî me ji başûrê Efrîqayê heta rojhilata dûr a Rûsyayê, li rojava jî heta Senegalê û li başûr-rojhilat jî heta li Îndonezyayê belav bûne.
Belkî ew ji bo ku dûrî dijberên xwe yên wek şêr û pilingan bibin û dewaran bixwin li pey însanan hatibin, yan jî ji bo xwarina bermayiya nêçîrên wan em li pey wan çûbin. Lewra leopard gava nêçîra xwe dikujin di heman wextê de naxwin. An li nav xirşikan vedişêrin an jî didin ser daran. Piştî ku bêhna xwe vedidin tên ser nêçîra xwe. Carna vedigerin û dibînin nêçira wan ne li cihê xwe ye.


Li Hindistana qelebalix jiyan wek azmûnekê ye -dibe ku ders be jî- lewra li wê derê gelek leopard ji derveyî qadên parastinê û nêzî însanan dijîn. Li wir ji hin leopardan re “Leopardên Mirovxur” tê gotin, lê tevî vî navê xwe, însanên li Hindistanê ji leopardan hez dikin. Ligel bûyerên xirab hezkirina leopardan zêde ye. Leopard bi taybetî êrîşî jin û zarokan dikin, ji ber ku mêr xurt in bi piranî çav berdidin zarokan. Nemaze kesên ku ji bo daşirê diçin nav daran rastî êrîşa leopardan tên. Bi saya ku mêr li ser lingan tuwaleta xwe dikin şansê wan ê xilasbûnê zêdetir e.

Berovajî wan bûyeran leopard kêm caran êrîşî însanan dikin. Li Hindistanê mirina ji ber şaristaniyê ji mirina ji ber jiyana kovî zêdetir e. Rojê 381 kes di qezayên trafîkê de dimirin, 80 kes di bin trênan de dimînin û 24 kes jî ji ber ceyranê dimirin. Lê tevî wan mirina ji ber leopardekî zêdetir bala însanan dikişîne. Ji ber ku mirineke bi vî awayî ji bo însanan derasayî ye û di nav rihê wan de hestên tolhildanê derdixe.
Parzemîn Solutions