Di 39. Civîna Komîteya Mîrasa Dinyayê ya UNESCO’yê de Bexçeyên Hewsel û Bircên Amedê wek Mîrasa Çandê ya Dinyayê hatin tescîlkirin. Ji Bakurê Kurdistanê wek cihê duyem û ji Tirkiyeyê jî wek devera 14. li lîsteya mirasa çandî ya UNESCO’yê hatin zêdekirin. Ev yek ji bo gelek Amediyên ku dibêjin tenê Seda Çînê wê bibe reqîbê me, bû sedema kelecaneke mezin.
Lê belê hinek malbat û niştecihên derdora bircan jî hene ku qet bi vê yekê şa nebûn.
Bircên Amedê nêzî 6 km’yan dirêj in. Li ser Keleha Amedê ku ji hewayê ve wek masiyê mertalî xuya dike, 82 birc û çar deriyên kelehê ku bi çar aliyan ve vedibin hene; Li bakur Deriyê Çiyê (Deriyê Xerpêtê), li Rojava Deriyê Rihayê (Deriyê Rûm), li Başûr Deriyê Mêrdîn (Deriyê Tel) û li Rojhilat jî Deriyê Nû (deriyê Dicleyê an jî Bircê) heye.
Berê di nava Bajarê Kevin de gelek mal û xaniyan pişta xwe dabûn dîwarên bircan û hatibûn avakirin. Hinek birc bi xwe jî wek xanî dihatin bikaranîn. Gava mirov ber bi Deriyê Nû yê rojhilatê bajêr ve diçe, derî û paceyên ku di bircan de vebûne derdikevin peşiya me. Berê gelek şevnişînên ku bi dîwarê bircan ve bûbûn yek hatibûn avakirin. Hê jî ew sewax û boyaxa xaniyan ku şopa xwe li dîwarê bircan hiştiye diyar e.
Belê me got ku gelek xanî û malan xwe spartine bircan, lê sedema vê yeke çi ye? Em ewil li ser vê yekê bisekinin. Sedema ewil û hevpar xizanî ye, bêkarî ye ku niştecihên van derdoran neşên ji xwe re xaniyekî bistînin an jî ava bikin.
Lê sedemeke din a polîtîk û civakî heye ku mohra xwe li temamê qada jiyana gelek niştecihên bajarê Kurdistanê xistiye. Ew sedem şewitandina gundan a salên 90î ye. Piştî ku di salên 90î de nêzî 5 hezar gund li bakurê Kurdistanê hatin wêrankirin û şewitandin bi milyonan kurd ji gund û warên xwe rabûn li bajar û dorbajaran bûn penaber an jî li stragehekê geriyan.

Amed û gelek bajarên din jî bi carekê ve bêhemdî mezin bûn, fireh bûn û nufûsa wan zêde bû. Di şert û mercên wan salan de ne ji aliyê aborî ve ne jî ji aliyê teknîkî ve ne pêkan bû ku bajarek, gelheyek ewqas mezin di nava xwe de bi hêsanî vehewîne. Gelek xanî û taxên dorbajarî ava bûn, herwiha gelekan jê jî dîwarên Bircên Amedê ji xwe re kirin stargeh û xanî di ber re lê kirin. Ne tenê xanî herwiha gelek kargeh û xwaringeh û qahwexane jî di demeke gelekî kurt de di bin siya dîwarên bircan de ava bûbûn.
Ciwan ji UNESCO’yê hêvîdar in
Ciwanên bi navê Eyup Babur û Kadir Şahin, du karkerên ku li wan kolanan niştecih in. Kadir operatorê kepçeyê ye, Eyub jî di kafeyekê de garson e.
Kadir dibêje mala wan a berê bi bircan ve bûye û li wir hatiye dinyayê, lê ev serê 4 salan e ku ew mala wan hatiye xirakirin û wan jî bar kiriye aliyê Şehitlikê.
Herwiha dibêje ‘’Malbata min her tim tê vê derê. Ev der warê me yê berê ye. Mala me jî bi qasî kelehê zexm û saxlem bû.’’ û dikene.
Eyub jî bi heman awayî di xaniyekî ku bi bircan ve bû, mezin bûye. Lê piştî projeya venûkirina bajêr mala wan jî tê xirakirin, bar kirine û di xaniyekî li heman kolanê de bi cîh bûne. Ciwanên ku dibêjin haya me ji UNESCO’yê heye, herwiha hêviya xwe ya derbarê vê geşedanê de jî tînin ziman.
Wê bajarê me li dinyayê bête naskirin û dê gelek tûrîst û gerok werin. Herwiha dê ji bo ciwanan jî derfetên nû yên kar pêk werin.
Bavê Kadir ê bi navê Celal, bi xortûma destê xwe ber deriyê xwe yê ku ev 20 sal e tê de rûniştiye, avreşandî dike. Wêne: Hatice Kamer / BBC
Celal dibêje; ‘’Me bar kir em çûn cihekî din, lê em bêriya kolana xwe ya berê dikin, em nikarin têkiliya xwe ji vê derê re bibirin. Heke derketina me ya ji vê derê bi xêr be, ji bo her kesî çawa be bila ji bo me jî welê be.
“Tiştên ku piştî venûkirina bajêr jî mane…”
Li gorî agahiyên ku Serokê Jûra Mîmarên Amedê Merthan Anik daye BBC’ya Tirkî, li taxên ku Alîpaşa û Lalabey jî di nav de, li ser 14 hektaran ji aliyê TOKÎ’yê ve venûkirina bajêr hatiye destpêkirin.
Di vê çarçoveyê de firmaya Muşawîr a TOKÎ’yê, di berfanbara 2009’an de bi xwediyên milkan re hevdîtin daye destpêkirin da ku îstîmlaq bike, ji berfanbara 2010’an pê ve jî îstîmlaqkirin û xirakirina wargehan li ser navê TOKÎ’yê Şaredariya Bajarê Mezin daye ser milê xwe.
Li wê qadê bi temamî 850 wargeh û 1025 xwediyên van milkan hene. Heya roja îro bi temamî li ser 428 wargehan lihevkirin pêk hatiye, 330 wargeh jî hatine xirakirin.
Li gor peymana ku hatiye danîn, ji bo xwediyê milkan bihaya îstimlaqkirina milkê wan were dayîn û wargehên xwe vala bikin, ji bo yên ku bixwazin jî dikarin li avahiyên TOKÎ’yê yên derdora Çolgozeli ya ser rêya Rihayê daîreyekê bistînin, herwiha berdêla ku ji bo îstimlaqê were dayîn jî li ser pêşînata wê hatiye hesibandin û krediya avahiyan bo wan hatiye bikaranîn.
Yên ku tapoya wan jî tune ye, li gor butçeya xwe bar kirine deverên din.
Jiyana Di bircan de
Çend malbatên ku debara wan ne baş e û nikarin kiriya xênî jî bidin, hinek derbasok û depo yên di bircan de bo xwe wek xanî bi kar anîne. Ji ber ku beriya wextê jî carekê ji warê xwe bûne, biryara UNESCO’yê ji kêfxweşiyê zêdetir metirsiya ku bê xanî bimînin xistiye dilê wan.

Ji kêlekê ve du deriyên ku li bircan vedibin hene. Yek ji wan li bexçeyekî vedibe yê din jî li jûrekê.
Em Nazime Karaya 65 salî li hewşa wê li ser nimêje dibînin, berê hewşa wê jî li Baxçeyên Hewselê ye. Vê pîrejina ku ev warê dîrokî bo xwe kiriye warê jînê, çavê wê li ser agirê wê yê şîva êvarî ye û bersivan dide pirsên min.
Gava dipirsim, “UNESCO çi ye tu dizanî?’’ dibêje “Ez nizanim, dîsa dibêjin wê tiştek bibe. Beriya niha bi 4 salan xaniyê me xira kirin. Niha dibêjin wê dîsa me derxin.’’ Metirsiya xwe ya ku bê xanî bimîne tîne ziman.
Niha xaniyê ku lê dimîne û hewşa piçûk, baxçeyê paşîn ê mala wê ya berê bûye, ku çar sal berê hatiye xirakirin.
Beriya niha bi 25 salan erd û baxçeyê xwe yê gundê Sergelana Pîranê firotiye û bi 27 hezar lîrayan li vê derê bi xaniyekî du tebeqe yê 5 menzel û 3 mutbexî standiye û dibêje “Bi wî pereyî wê demê min dikarî li taxa Ofîsê du daîre bistandana.’’
Ji bo heqê xaniyê wî ku hatiye xirakirin jî tenê 16 hezar lîre hatiye dayîn. Bi wî pereyî tevî kurê xwe 3 mehan di kirê de maye, lê neqedandiye û paşve vegeriyaye. Wêne: Hatice Kamer / BBC
Em derbasî xaniyê rex bexçe û menzeleke bi nimra 171ê dibin. Hevserê wê Suleyman Kara yê 90 salî nexweş e. Gava em dikevin jûrê, em dibînin ku xwe li ber perwaneyê dirêj kiriye, ketiye xewê. Salên dirêj hemalî kiriye lê beriya niha bi 30 salan ji pişta xwe nexweşî derbas kiriye û êdî nikare tu karî bike. Ji ber ku kal bûye guhê wî jî giran bûne. 7 ji wan keç 9 zarokên van kal û pîran hene, lê li malê bi tena serê xwe dijîn.
Bircên Amedê bi qasî dîroka xwe bi dûpişkên xwe ve jî navdar in. Her sal li van taxan teqez dûpişk bi niştecihên van deveran vedidin. Her çendî şaredarî derman bikar tîne jî di van avahiyan de ku 3000 sal emir kirine, tiştek nikare pêşiyê li hêlînên dûpişk û marên heyî bigre.
Nazime Kara diyar dike ku herdu keçên wê yên piçûk ji tirsa dûpişk û maran li mala birayê xwe dimînin û hêj du roj berê li baxçe marekî ji metreyekê dirêjtir kuştine.
Jina temenmezin diyar dike ku havînan ji ber germahî û tirsa mar û dûpişkan, zivistanî jî ji ber ku banê xênî dilopan dike gelek zahmetiyan dikêşin û wisa pê de diçe; “Keça min ku ne ji neçariyê be, mirov dikare li ser hêlîna dûpişk û maran bijî, lê em çi bikin şikur ji vî halî jî ku qulikek xênî heye em lê distrin.’’
Nazime Kara dibêje du kurên wê bêkar û bar in û bûka wê ya mezin jî di xaniyekî din ê rex wan de ku ew jî bi bircan ve ye rûdine.
Ez diçim serdana wan jî. Deriyê malê li gor kolanê du pêlakanan nizm e. Gava mirov nizmayiya derî dibîne têdigihê ku dema baran û şiliyê bi zahmetiyan re rû bir û dimîne. Keçikeke bi navê Gulê ya 16 salî derî vedike. Neviya Pîra Nazimeyê ye. Dayîka wê Dilek Gundogdû û birayê wê yê piçûk Apo jî li hundir li ber telewîzyonê ne.
UNESCO tiştekî baş e?
Bi bişirîn û rûkenî min vedixwînin da ku derbasî hundir bibim. Ew deriyê teng û piçûk li hundirê maleke bi rengê şîn boyaxkirî vedibe. Gulê piştî dibistana navîn li xwendina xwe dewam nekiriye. Birayê wê nehiştiye û bûye asteng. Gava li birayê wê dipirsim ku li ku derê ye, dayîka wê dibêje ‘’Kurê min kete tora hevalên xirab. Niha li Bandirmayê di girtîgehê de ye. Dê heft salan di girtîgehê de bimîne.’’

Jina ku niha jî tedawiya pençeşêra tîroîdê dibîne, diyar dike ku bi mêrê xwe re li hevdu nekiriye û ji hevdu veqetiyane.
‘’Mala me jî hat hilweşandin. Me nekaribû kirê bidaya. Piştî ku em li kolanan man, me ev xirbeyê hanê ji xwe re li hev anî û em tê de jiyana xwe berdewam dikin. Min û mêrê xwe li hevdu nekir. Em veqetiyan. Ez bi zarokên xwe re dijîm. Lê belê zivistanî ji ber şilî û şepelî û baranê jiyan li vir diherime. Lê em neçar in, tiştek ji destê me nayê.
Keçika malê kincên ku şûştine li şaneşînê radixe. Ne bersivekê dide pirsên min ne jî dihêle wêneyekî wê bigrim.
Ez dipirsim ‘’We UNESCO bihîstî ye?’’ kurê malê Apo bersivê dide:
“Ez dizanim, duh serê sibehê jî min di telewîzyonê de dît. Qey wê derbarê bircan de tiştekî bikin.’’
Dayîk dibêje xeyala wê ya sereke ew e ku bi zarokên xwe re di xaniyekî baş de bijî û ji kurê xwe re dipirse “Ew tişta tu dibêjî(UNESCO) tiştekî baş e an na?’’
Zarokê ku serê pisîka li bal xwe miz dide pirsa min a “tu dixwazî di pêşerojê de bibî çi?’’ bi serhijandinekê dibersivîne û dibêje ku tu fikra wî ya di vê çarçoveyê de nîne.
Hevpeyvîn: Hatice Kamer – BBC – / Wêne: © Unesco / Nivîs: Beroj Mukriyanî