Pira Camê ya Kanyona Zhangjiajieyê-Çîn
Pira Camê ya li parêzgeha Hunanê, bi awayekî sade hatiye sêwirandin. Ev pira nû ku dirêjehiya wê 380 mîtro ye û ji erdê heta 300 mîtro bilindtirîn li deverekî hatiye avakirin, pira camê ya herî dirêj û ya herî bilind a cîhanê ye. Avahîsazê pirê Haîm Dotanê Israilî hêvî dike ku ev avahî di hişê mirovan de wekî pireke daliqî ya li hewayê bi cih bigire û gotinên fîlozofî Çînî Lao Tzu bi bîr dixe: Dengê herî xweş ew e ku nehatibe bihîstin û şiklê herî xweş jî ew e ku nehatibe dîtin. (Haim Dotan Architects)
Cliff House – Awistralya
Di vê projeya mîmarî de ku hêj tê plankirin, rexê kendalê dê wekî dîwarê malê bê bikaranîn. Şîrketa avahîsaziyê ya Awistralyayî Modscape diyar dike ku ev sêwirandin dişibe beşeke keştiyê. Di vê avahîsaziyê de ku wekî berdewamiya berkendalê tê plankirin navbera derbasbûna qatan de dê asansor bê bikaranîn. (Modscape)
Navenda Ziyaretgehê ya Trollstigenê-Norwêc
Trollstîgen li rojavayê Norwêcê li perava 106 kîlomîtroyî di nav 5 cihên plankirî de cih digire. Li vê herêmê armanc ew e ku ziyaretvan ji nêz ve li xwezayê temaşe bikin û xwe di nav vê xwezayê de hîs bikin. Sêwirandina projeyê ku di sala 2012’an de qediyaye ji aliyê şîrketa avahîsaziyê ya Reiulf Ramstada Norwêcî ve hatiye çêkirin. Ji ber zivistana dijwar, navend dê bi tenê havînê vekirî be. (Reiulf Ramstad Architects)
Otêla Marîna Bay Sands-Sîngapur
Dema mirov li vî hewzî dinêre tu dibêjî qey hewzê herî mezin û herî bilind ê cîhanê ye. Hewz li otêla Marina Bay Sandsê di qatê 55’an de ye. Sêwirandina hewzî Moshe Safdieyê Israilî çêkiriye. Hewzê ku di sala 2012’an de hatiye vekirin dirêjehiya rexê wê 146 mîtro ye. (James D Morgan/Rex)
Birca Çavdêriyê ya Çemê Murê – Awistralya
Birca çavdêriyê ku li çemê Murê sînorê di navbera Awistirya û Slovenya pêk tîne di sala 2009’an de hat vekirin. Şîrketa mîmarî ya Elmanî Terrraînê ev birc sêwirandiye. Beriya niha di çarçoveya Perdeya Hesin de têketina vê derê hatibû sînordarkirin, lê belê niha ev herêm di Nifşa Kesk a Ewropayê de ji bo ziyaretan vekiriye. (Terrain)
Casa Brutale -Yewnenistan
Ev projeya ku ji aliyê şîrketa mîmarî ya Yewnanî OPA Worksê ve tê sêwirandin û hêj di asta planê de ye, wê wekî ku li berkendalê maleke ku hatiye qewartin xuya bike. Li malê her tişt dê ji beton bin heta nivînên malê jî. (OPA Works)
Walk On – Poland
Nivîsgeha Avahîsaziyê ya Zelewskiyê Polonyayî di hewşa navbera avahiyan de ev qada meşê ya dardekirî sêwirandiye ku mirov ji bo bêhnvedanê ji nivîsgehê derkeve û biçe wir. (Zalewski Architecture)
Şangay Holiday Inn – Çîn
Hewzê avjeniyê yê li Şangayê ku ji otêla 24 qatî Inn Holîdayê wek pozekî derketiye pêş, ji bo kesên li cihên bilind ditirsin pir jî ne misaît e. Nivîsgeha avahîsaziyê ya Chan Sau Yanê ev hewz çêkiriye. Ji serê kurahiya hewzî hûn dikarin kolana li jêr jî bibînin. Di heyamên dawî de li Îspanya, Awistralya, Dubaî û Endonezyayê jî wekî hewzên wiha lê bi şêwazekê cihê hatine avakirin. (Quirky China News/Rex)
– Ercan Dag