LI CIHÊ SEMBOLA EVÎNDARIYÊ – BIRCA EYFELÊ – LA TOUR EIFFEL

Barûya Eyfelê (La Tour Eiffel) a ji hesin di cîhanê de mîna sembola Parîsê tê nasîn. Navê xwe ji endazyarê ku ew çêkiriye Alexandre Gustave Eiffel girtiye. Barûya Eyfelê her sal ji aliyê nêzîkî 6 milyon tûrîstê ve tê ziyaretkirin. Barûya Eyfelê di navbera salên 1887 û 1889an de ji aliyê fîrmaya Gustave Eiffel ve, bo pîrozbahiya 100emîn salvegera Şoreşa Fransî hatiye çêkirin.

Barûya Eyfelê 300 ~324 mîtroyan bilind e. Heft salan carekê bi 60 ton boyaxî tê rengkirin. Rengkirina Barûyê ji aliyê 25 kesan ve tê kirin û 15 mehan dikişîne.

Bi rastî Barûya Eyfelê ji bo avahiyeke demborî hatibû sêwirandin.

paris-eiffel-tower-pictures-at-night-31

ENDAZYAR GUSTAVE EIFFEL, di sala 1889an de li Parisê di pêşangeha xwe ya navneteweyî de avahiyeke ku bilindahiya wê gihaştiye 300 ~ 324 mîtroyan sêwirand.

Ev avahiya ku bi navê Barûya Eyfelê hatiye çêkirin, li gorî avahiyên ku ji destê însanan hatiye herî bilind e û wê demê avahiya bilindtirîn wek “Bîrdariya Washingtonê” dihat zanîn lê belê ew bi tenê 170 mîtro bû ango niviya Barûya Eyfelê ye.

Barûya Eyfelê bi bilindahiya navê “Bîrdariya Washingtonê” ji mêjiyan bir.

Lê rekora Eyfelê, bi Avahiya Chryslerê ya di sala 1930an de dest pê kiribû, hat derbaskirin.

Barûya Eyfelê ya ku li ser 200.000 m² erdê hatiye bi cih kirin, di navbera her 7 û 6 salan carekê de, bi 60 ton boyaxê ve tê boyaxkirin.

Ev xebata ku 15 mehan didome ji aliyê 25 boyaxkaran ve tê pêkanîn.

Di vê xebatê de 1.500 firçe, 5.000 kaxizên simarteyê û 1.500 tilimên karkeran tê bikaranîn.

Her wiha ji bo ewlehiyê bi tevahî 50 km xelata ewlehiyê û 20.000 m² tora parastinê tê bikaranîn.

Sermala boyaxkirina wê nêzî 3 milyon Euro pere digire.

Piştî demekê rengê Barûyê ji ber sorê qehweyî  ber bi  zerê  qehweyî , ji zerê şambelotiyî ve ziviriye tonê îroyîn ê bronzî.

Barû bi sê ton reng ve tê boyaxkirin.

Rengê herî zelal ji bo lûtkeyê û herî tarî jî  ji bo qata bingeh tê xebitandin.

Li ser barûyê gelek bûyerên xwekuştinê jî tê dîtin. Barû ji aliyê hin kesan ve wek “amûra xwekuştinê” tê bikaranîn.

Heta niha 400 kesan ev yek pêk aniye.

Piştî demekê ji bo bûyerên xwekuştinan biqedînin, caxên hesin li deriyên derketina platforman hat bi cihkirin.

Di 22yê Tîrmeha 2003an de, ji ber qûtbûna ceyranê, di lûtkeya Barûyê de hema di platforma serdanan a herî bilind de şewat pêk hatiye.

 Çavkanî: Kovara Zanko

 

 

Şîrove Bike