LI FEZAYÊ DANÎNA DÎROKÎ – ROSETTA’S ‘PHILAE’ BI AWAYEKÎ SERKEFTÎ ÇÛ HÊLÎNA XWE

Di lêkolînên fezayê de, gaveke mezin hat avêtin. Cara yekem wesayîteke ku ji aliyê mirovan ve hatiye çêkirin, li ser dûvstêrkekê hat peyakirin.

[youtube id=”Lls-TOlAS9M” width=”600″ height=”350″]

Dûvstêrka Churyumov-Gerasimenko ango bi kurtenavê xwe “Chury”, 511 milyon kîlomîtro ji dinyayê dûr e. Robota ku ji wesayîta fezayê ya bi navê ROSETTA hat birêkirin ser dûvstêrkê, daketina xwe bi serkeftinî temam kir. Robota bi navê Philae hat firandin ser stêrka ku di temtêla werdeka lastîk de ye. Metrana ku firandin ser kevirê asîmanî ku hêza wî ya kêşanê tune û firehiya wî 4 kîlomîtro ye, robotê kişand ser zemînê. Philae ku di saniyek de mîtroyek diçe, danîna dîrokî 7 saet dewam kir.

Wesayîtê wêneyên ku di dema danînê de kişand, şandin dinyayê. Ji ber ku qada danînê ne rast bû, danîneke gelek zor û zehmet pêk anî.  Sinyala danîna Philae’yê ji ber dûrayiyê, di 28 deqeyan de gihîşt dinyayê. Wesayîta ku bi qasî cilşoyek e û bi giraniya xwe nêzî 100 kîlogram e, dê li ser rûyê kevirê asîmanî mînakan bigire û dê bi amûrên laboratuarê ceribandinan bike. Wesayîta ku dê li hîmên jiyanê bigere, herwiha dê nexşeya rûyê kevirê esmanî jî derxe.

Chury dê bi vî awayî bibe yekem dûvstêrka ku nexşeya wî hatiye derxistin. Wesyîta fezayê Rosetta ku robotê hildigirta, di sala 2004an de piştî ku hat firandin, 6 milyar kîlomîtro rê çû û berê 6 mehan ketibû rêgeha Churyê.

 

Çavkanî: TRT Nûçe

Şîrove Bike