LI FEZAYÊ KULÎLK ŞÎN BÛ: KULÎLKA ZÎNYA

Astornotê ku li ISS’ê peywirdar e Scott Kelly wêneyê kulîlkekê weşand ku ew yekem kulîlk e ku li fezayê şîn bûye. Kelly got “va ye li fezayê formên din ên jiyanê hene”.

Kulîlka Zînya bi vî awayî bû yekem kulîlk ku li Îstesyona Navneteweyî ya Fezayê şîn bûye. Astronotê Emerîkayî Scott Kelly projeyek da destpêkirin ka li deverên bêerdkêşî kulîlk çawa şîn dibin.

Di çarçoveya vê projeyê de jî vê kulîlkê gihand û encameke erênî bi dest xist. Kulîlk bi rengî narencî şîn bû û astronot wê li ser Twitter’ê belav kir.

Scott di tweet’a xwe de got “Yekem kulîlka ku li fezayê şîn bûye va ye li pêşiya me ye”.

Şîrove Bike