Li fezayê hêmanên jiyanê hatin peydakirin.  [Wêne: B. Saxton (NRAO/AUI/NSF]
Li fezayê hêmanên jiyanê hatin peydakirin.  [Wêne: B. Saxton (NRAO/AUI/NSF]

LI FEZAYÊ MOLEKÛLÊN ORGANÎK HATIN DÎTIN

Ezmannasan li fezayê molekûlên organîk ên ku wek hêmanên jiyanê tên zanîn peyda kirin.

Li navenda astrofizîkê ya Harvard-Smithsonian ya li Massachusettsê Karin Oberg da zanîn ku ji dinyayê 450 saletriêj dûr ve li komstêrka Taurusê ji stêrka bi nave “MWC 480” molekûlên jiyanê hatine vedîtin. Herwiha hat ragihandin li derdora stêrkê ewrên xwelî û gazê hene û di nava wan ewran de jî madeyên kîmyewî ên hêmanên jiyanê hatine peydakirin.

Herwiha zanyar Oberg wisa nave molekûlan rêz kir. Siyanûra hîdrojen (HCN), siyanûra metîl (CH3CN) û siyanoasetilen (HC3N).

Li aliyê din Oberg got ew siyanûrên hîdrojen ji berê li hin pergalên stêrkan ditîne û got cara ewil e ew ewqas du molekûlên tevlîhev didbînin.

Hat diyarkirin ku stêrka 1 milyon salî ji tavê 1,8 caran mezintir e. Herwiha qeweraya stêrkê ji sedî 20 ji xwelî û gazên li derdora wê pêk tê.

 – Cûneyt Ewrareş

Şîrove Bike