Geliyê Mirinê yê li Californiaya Emerîkayê her sal bi kulîlkvebûna xwe dibe rojev. Lêbelê ba û bagerên derasayî yên li welêt pêşiya vê yekê vekir ku li çolistana bejî kulîlk vebûn.
Ev zêdetirî deh sal in cara ewil e li Geliyê Mirinê bi vî awayî kulîlk vedibin.
Devera herî gem û çolter a dinyayê ev der e, lêbelê ji bo demeke kin be jî kulîlkên pembe, binefş û zerik vebûn.
Li Geliyê Mirinê bi giştî kulîlkên rengê zêrîn vedibin.
Bi taybetî tesîra El Niño piştî zivistanê rê li ber vekir ku li Geliyê Mirinê kulîlkên Geraea canescens vebûn.
Riwekên ku dibin kulîlk di seranserê salê de li ser erdên çolter disekinin gava baran bibare jî ew dibin kulîlk.
Di navbera salên 1998 û 2005’an de li Geliyê Mirinê tu caran kulîlk venedibûn. Di wan salan de jî wekî 2015 û 2016 tesîra giran a El Niño’yê pêk hatibû.

Tovên kulîlkan bi giştî di bin erdê de dimînin lêbelê gava kulîlk vein jî temenê wan kurt dibe.
Nivîs: Wajeeha Malik / Wêne: Jack Dykinga