Dirindeyên ku bi çavkaniyên birêkûpêk jiyana xwe didomînin, bi çar rêbazên cuda xwarinên nû ji xwe re dibînin. Gelo ev çareserî ji bo ku jiyana xwe bidomînin dê terî wan bike?
Li Pêşiya Hirçên cemserê Zehmetiyên Mezin Hene
Li Cemsera Bakur hejmara ajalên hov roj bi roj kêm dibe. Lewra qeşaya ser behrê hêdî hêdî xilas dibe ku ew ji bo nêçîra fok û heywanên din ên guhandar hewcedariyek mezin e.
Saziya Polar Bears Internationala ku bê-derdêl dixebite, daneyên girîng parve kirin. Li gor vê yekê di siruştê de ji 25 hezarî kêmtir hirçên cemserê mane. Bi taybetî li nêzî başûrê Behra Beaufortê di navbera 2001 û 2010’an de hejmara wan ji sedî 40 kêm bû û ji hezar û 500’î ket 900’î.
Qada jiyana siruştê, ji bo hirçan her ku diçe biçûktir dibe. Ji ber vê yekê tevgerên hirçan jî diguhere. Li Rûsyayê di serê vê mehê de pênc hirç, derdora istasyona meteorolojiyê girtin û nehiştin ku xebatkarên wir derkevin derve.
Li Cemsera Bakur, zanyarên ji herêmên Kanada, Denmark, Norwêc, Rûsya û Emerîkayê hatin cem hev û ji bo li ber girtina xilasbûna nifşê hirçên cemserê, plana deh salî eşkere kir. Di nav tevdîran de parastina cihên siruştî, li dijî guherîna kişwerê derxistina qanûnan û xebatên bi raya giştî re cih digirin.
![Piraniya hirçên cemserê, fokên birih û yên gilover ên li ser qeşaya behrê dixwin. Dema li bejayê bin çûkên behrê, hêk heta dikarin giha jî bixwin lê ger qeşaya behrê tunebe ji wan tiştan bêpar dimînin. [Wêne: Cory Richards]](https://i0.wp.com/www.natgeokurd.com/wp-content/uploads/2015/10/14.jpg?resize=660%2C483)
Têkoşîna li dijî guherîna kişwerê di rojekê de xilas nabe. Ji ber ku xurek û cihê wan kêm in, ji bo jiyana xwe berdewam bikin çareseriyên balkêş dibînin.
4 stratejiyên taybet yên hirçên cemserê hene ku li ber kutabûna nifşê wan digire.
Bermayiyên xwe di nav qeşayê de diveşêrin.
Tîmeke lêkolînê li giravên Svalbarda li herêma Cemsera Bakur a Norwêcê xebatên xwe bi rê ve dibir. Li wir hirçekî birçî dîtibûn. Ev hirç delfînek xwariye û tiştên ku jê mane jî ji bo ku piştre dîsa bixwe di bin berfê de veşartiye. Çend sedemên vê helwestê hene.
Berî her tiştî hirçên cemserê gelek caran dixwazin fok bixwin. Herwiha zanyar heta wê çaxê nedîtibûn ku ajalên hov vî cureyê delfînan xwarine. Mîna hirçên boz hirçên din jî ji bo ku piştre xwarin bixwin, wek depoyekê kom dikirin. Lê ji bo hirçên cemserê bermayiyên xwe wekî ku bixin sarincê û biveşêrin; tevgereke pi ecêb e!
![Li Cemsera Bakur, hirçekî bi 2 çêlikên xwe re çûye cihekî bêqeşa. Ji ber ku qeşayên li cemseran dihelin, hirçên wir ji bo ku nêçîrê bikin neçar dimînin ku riyên dirêj biçin. Mîna vî wêneyî wisa dixuye ku pêşeroja Herêma Cemsera Bakur jî di demek nêz de wiha bibe. [Wêne: Paul Nicklen]](https://i0.wp.com/www.natgeokurd.com/wp-content/uploads/2015/10/24.jpg?resize=660%2C495)
Îxtîmaleke mezin tiştekî wiha bûye. Delfîn beriya heyama qeşagirtinê heta Svalbardê çûne. Bi rastî ev jî tiştekî balkêş e. Lewra ev der ji serê salê heta dawiyê qeşa ye. Paşê jî ev der qeşa girtiyê û li wir asê mane piştre jî bûne xwarina hirçên cemserê.
Ev dafikên qeşayê, ji bo demeke kin bo hirçan xwarineke baş in. Lê ev bi tenê enerjiya vê yekê didin ku ji nav qeşayê xwarineke birûn ango biprotein derxin û bixwin.
Serokê Koma Parastina Cemsera Bakur a WWF’ê Peter Ewins dibêje; ev rewş ji bo jiyana hirçên Cemsera Norwêcê rewşeke ne baş e.
Ewins dibêje; “Ev cureyên ku dibin xwarina hirçan dê piştî demekê kêm bibin. Herwiha ji bo hirçên cemserê jî her tim ne xwarineke baş e.”
Di Xwarina Wan De Him Goşt Him Jî Masî Heye
Qazên berfê ji bo zêde bibin her sal diçin Kanadayê. Qazên mê di carekê de 4 hêkan didanin kurkê. Demekê ev cure li Emerikayê di bin talûkeyê de bû. Zêdebûna vî cureyî bi kêrî hirçên cemserê tê.
Zanyarê ajalên bimarîpişt Robert Rockwell di sala 2011’an de di kovara Oikos’ê de gotarek weşandibû. Di vê gotarê de ji bo hirçan li ser giringiya hêkan sekinîbû. Rockwell di hevpeyvînekê de wiha gotibû. “Xwarina hêkekî ji bo hirçan barbekûyek e”
Rockwell dibêje 88 hekên qazên berfê qasî kaloriya fokeke digire. Ji WWF’yê Ewins vî tiştî dişibîne xwarina granolayekê. Heta meha havînê hûn her roj, carekê granola bixwin, 6 mehan hûn e têr bimînin.
![Hin hirçên cemserê ji ber ku li ser qeşayê behrê neçîra fokan bi zehmet e, hêkê qazan dixwin. Di wêneyî de hêlîneke li Nunavut Territorya Kanadayê xuya dike. [Wêne: Paul Nicklen, National Geographic Creative]](https://i0.wp.com/www.natgeokurd.com/wp-content/uploads/2015/10/34.jpg?resize=660%2C465)
Ewins dibêje; “Hin hirçên jîr; bi kevz, hingivîn û bi laşên baliniyên derdor jiyana xwe didomînin, di nava van de hêkên qazan jî heye. Lê ev xwarin gelo ji bo domandina jiyanê dê têra wan neke.”
Li Alaskaya Emerîkayê zîndezana[1] ku li ser jiyana kovî lêkolînê dike Karyn Rodeyê jî dibêje hin hirçên bextvekirî ji xeynî qazan bi xurekên cuda jî têr dibin.
Rodeyê di kovara Frontiers in Ecology and the Environmentê de di hejmara meha Avrêlê de serokatiya lêkolînekê dikir. Lêbelê Rode hişyarî da û got “xwarinên bi vî awayî dibe ku têr bike lê garantiya jiyana wî nade”.
Gelo li ser piyan xewa zivistanê dibe?
Zêdebûna germahiya global û guherîna qeşaya siruştî ya li Cemsera Bakur, rê li ber vedike ku di dema havînê de qeşa dihelin û di zivistanê de jî dema qeşagirtinê nîvî dimîne. Ev jî karê hirçên cemserê bi zahmet dike, loma hirç li ser cemedê bi çêlikên fokan xwe têr dikin.
Herwiha Rode dibêje; “Dema ku qeşaya behrê kêm dibe, bi taybetî di mehên havînê de hirç tên peravê û li vir wextê xwe derbas dikin.”
Hin lêkolîner difikirin ku hirçên cemserê li peravê soberiyê dikin, ji ber ku xurek jî kêm in di mehên havînê de ji bo saxbêriya enerjiyê meha xwe wisa derbas dikirin.
Lêkolînekê di kovara Scienceyê de ya ku di meha Hezîranê de hate weşandin, li vê teoriyê dipirse.
Lêkolîneran li ser hirçên cemserê cîhazên şopandinê bi cih kirin. Bi vê yekê jî derbarê hirçên cemserê de xwedî agahî dibin. Tê dîtin ku metabolîzmaya ajalan ji xeynî birçîbûnê hedî nabe.
Xwarina Mirovan
Rode dibêje “Hirçên cemserê çi bikeve destê wan dixwin. Carrna zirarê bidine wan jî dîsa jî dixwun.”
Di nav van xurekan de depoyên niştecihên taxê yên xurek û tiştên avêtî jî hene.
Li Kanadayê li ser erdên Nunavuta bajarokê Arviatê her sal çalakî tên lidarxistin. Îsal ji ber tirsa hirçan zarokan xwe ya Hallowînê betal kirin. Pîrozbahî di avahiyeke asê de hate kirin.
![Hirçên cemserê hewl didin ku li cîhaneke bêyî cemeda behrê bijîn, lê li gor siruştê jiyana wan bi cemedê re giredayî ye. [Wêne: Cory Richards]](https://i0.wp.com/www.natgeokurd.com/wp-content/uploads/2015/10/44.jpg?resize=660%2C495)
WWF’ê, li Arviatê ji bo êrîşên hirçan asteng bike, ji hirçan re qûtiyên zexm û metal belav dike. Ji bo hirçan bitirsînê lembe û bi amûreke deng-bilind hirçan ji xwe dûr dixe. Herwiha ji bo hirçan çavdêrek jî peywirdar Ewins dibêje hirçên cemserê yên ku li xurek û xwarinan digerin divê xwe hînî van şert û mercan bikin.
Ewins dibêje; heta guherîna kişwerî piçek din jî bê kontrolkirin “pirsgirêkên van ajalên ku jiyana wan bi cemedê ve girêdayî ye, 20-30 sal dê bidomin.”
“Em alîkariyê didin ku hirçên cemserê û gelê herêmê di vê heyama derbasbûnê de li ser piyan bimînin.”
Ker Than piştgirî daye vê gotar e. Spas Than!
[1] Zîndezan – biyolog. Kesê ku bi zîndezaniyê/biyolojiyê mijûl e,
– Menazîr Aslan