Zanyaran li quntarên çiyayê Coprates Chasmayê yên li Marsê ava şor dîtine ku bi xetên rengên tarî diherike.

LI MARSÊ BI AWAYEKÎ TEQEZ AV HATE DÎTIN

NASA’yê bi daxuyaniyeke taybet kifşa herî dawî ya li Marsê ragihand. Stêrknasan diyar kir ku li gerstêrka sorik an jî gevez herîkîna avê hatiye dîtin.

Ji Zanîngeha Arîzonayê Alfred McEwen derbarê kifşa nû de daxuyaniyek da û got, “piştî encama lêkolînên dirêj daxuyaniya herî rast ev e em bibêjin li Marsê xetên ava şor  ango bixwê heye.”

Dîrektorê Gerstêrknasiyê yê NASA’yê Jim Green jî got “Di nav şert û mercên niha de ku em lê ne li Marsê av hate dîtin”.

NASA’yê di wêneyan de ku ji aliyê peyka Kaşifê Rêgeha Marsê (MRO) ve hatine girtin, tespit kir ku şopên herîkîna avê li Marsê hene. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin li gerstêrka ku li herêmên ekwator û cemserê wek qeşayê dihat zanîn, av hatiye dîtin û ev jî wê îxtîmalê bi hêz dike ku li wir şert û mercên jiyanê pêkan in.

Di wêneyên MRO’yê de ku ji 2011an ve heta niha hatine girtin, hin tiştên wekî xetan hatibûn tespîtkirin. Bi vê yekê bi çavekî teqez lê tê şîrovekirin ku ew xet bi herîkîna ava bi xwêyê pêk hatine. Pêkhateyên wekî xetên reş ku li herêmên kendal ên li hêlîpanên navîn ên Marsê derdikevin pêş, didin nişan ku gerstêrk di mehên biharê de pêk hatiye û di mehên germ de dibe şahidê herîkîna avê.

Xetên tarî yên li ser rûyê Marsê ji herîkîna avê çêdibin.
Xetên tarî yên li ser rûyê Marsê ji herîkîna avê çêdibin. [Wêne: NASA]
Di lêkolînê de ku di kovara Nature Geoscienceyê hat weşandin, stêrknas diyar dikin ku di vê serdeme nûjen de li ser rûyê Marsê kifşa rêgeza ewil a herîkîna avê bidest xistine.di lêkolînê de ji Enstîtuya Teknolojîk a Georgiayê Lujendra Ojha got; “ bi bidestxistina delîlên dawî yên li Marsê derket holê ku jiyana li wir ji ya ku tê gumankirin an jî zanîn, pêkantir e”

Ojha da zanîn ku di çarvoveya xebatên ji sala 2011’an ên heta niha ve li ser gelek wêneyên li deverên tarî hatine girtin lêkolîn kirine û dîtine ku xetên avê herî dawî hebûna avê piştrast kiriye. Hat zanîn xetên herîkîna avê di navbera nîvmîtro û 5 mîtroyan de fireh in û heta bi sedan mîtroyan jî dirêj in.

02brinemars.ngsversion.1443475800396.adapt.1190.1
Li ser rûyê Marsê xetên avê li gelek cihan hate dîtin .Hat piştraskirin ku  li quntarên Marsê li ew cihên ku heta 100 mîtroyan dirêj dibe av heye.  Cihên şîn yên di wêneyî de jî mîneralên pîroksenê nîşan didin. [Wêne: NASA / Zanîngeha Arîzoanyê]

ANALÎZÊN KÎMYEWÎ HATIN PIŞTRASTKIRIN

Zanyaran li quntarên çiyayê Coprates Chasmayê yên li Marsê ava şor dîtine ku bi xetên rengên tarî diherike.
Zanyaran li quntarên çiyayê Coprates Chasmayê yên li Marsê ava şor dîtine ku bi xetên rengên tarî diherike.

NASA ev çend sal bûn ji bo ku li Marsê hebûna avê piştrast bike lêkolîn dikirin. Piştî xebatên çend salan hat diyarkirin ew xetên ku nîşaneya avê bûn di analîzên kimyewî de jî hatine piştrastkirin av in. Analîzên ku bi CRISM a li ser MRO’yê hat kirin, nîşan da ku ew xet di nav xwe de molekûlên avê dihewînin. Analîzên ku bi spektromîtroya bi tîrêjên jêrsor nîşan da ku di mehên germ yên Li Marsê de di wan xetan de krîstalên xwêyê yên avê çêbûne.

Wesayîta fezayê ya Curiosity demek berê hin dane bi dest xistibûn. Li gor van daneyan îxtîmal hebû ku  li ser rûyê Marsê av hebe. Stêrknas wisa texmîn dikin ku li Marsê hêj jiyaneke mîkroboyolojîk heye û ev îxtîmal bi van analîz û daneyan zêdetir bûye.

Zanyaran da xuyakirin ku ji herêma ekvatorê ya Marsê heya hêlîpanên navîn li gelek cihan xwê dîtine û ev xwê bi perkloratan re têkîldar in. Perkloratên ku  li Marsê gelek zêde ne û têde klor hene xala cemidînê ya li ser rûyê erdê ji 0 pileyan heta -32 pileyan dadixe.

Hat diyarkirin dibe ku perklorat ava li atmosfora Marsê jî bimije lê çavkaniya şûnên avê ku hatibû kifşkirin hêj teqez nayê zanîn.

KIFŞKIRINA MARSÊ DÊ HÊSANTIR BIBE

Ev vedîtin diyar kir ku di bin rûerda Marsê de çalakiyên jeolojîk hene û ew ê alîkariyê bide pêvajoya kolonîkirina Gerstêrka Sorik jî. Hat ravekirin ku di kifşên nû de mirovên ewil yên ku dê biçin Marsê dê bi hêsanî bikaribin xwe bigihînin çavkaniyên nû yên avê.

NASA’yê da zanîn ku çavkaiyên ku li Marsê hatin vedîtin ji bo erkên nû li cihekî gelek krîtîk cih digirin. Stêrknasan da zanîn ku tevî ava ku li marsê hate dîtin, li Gerstêrka Sorik karbondioksît, nîtrojen û hîsrojen jî heye. Herwiha diyar kirin ku “ew ê bikaribin sotemeniya roketê jî” li wê derê hilberînin

NASA’yê ragihand bi kişfa robata 2020’ê ew ê cerbên ewil bikin ku bila karbondîoksît bibe oksîjen. Li aliyê din NASA got dê robot tevî li asîmanan dê bin axê jî wek radarek kontrol bike û hemû çalakiyên wê derê analîz bike.

– Ramazan Badem twitter @AzadBADEM / Baris Ozdemir twitter @ozdmrbaris89

Şîrove Bike