LI MEZOPOTAMYAYÊ PÊVAJOYA JI NIŞTECIHIYA WARÊN EWIL BER BI BAJARÎBÛNÊ

Yek ji deverên herî kevn Xirabreşk li Rihayê ye.

Piştî serdema dawî ya Cemserî qediya û nermahiya kişwerê dest pê kir, pergaleke ekolojik a nû derketiye holê. Di vê serdema ku em ê wek Epi-paleolîtîk (B.Z.18.000- 10.000) bi nav bikin û mirov dê xwe li gor şert û mercên vê Eko-Sîstemê adapte bikin, em dibînin cih û warê ku lê niştecih bûne; rasterast bi avhewa û şêwaza jiyînê re eleqedar in.  

dddd
Şikefta Şhanidarê dîmena bi awayekî giştî û şêwaza veşartina miriyekî ku bi kulîlkan ser wî tê nixumandin û îllîstrasyona wê.

Mirovên serdema Epi-paleolîtîk; li hin deveran di şikeftên xwezayî de, stargehên bin taht û zinaran de, li hin deveran jî di qonaxên ji konan bi cî bûne, li gel vê li hin deveran jî di çalên kûr an jî kolîtên ji daran jiyane. Sedemên bingehîn ên bi cihûwarbûnê hêmanên wek; Ekolojî, erdnîgarî, kişwer, bilindahî hwd. ne.[1]

Piştî pêvajoya Epi-paleolîtîk serdema Neolîtîk geş dibe, em dibînin ku di vê serdemê de cih û warên ku lê niştecih dibin bi heman awayî perêsîne, herwiha em dîsa dibînin îstasyonên Neolotîk ku em dikarin wan wek gundên ewil bi nav bikin derdikevin holê. Di serdema Epi-paleolîtîk de mirovan bi nêçîrvaniya ajalan û berhevkirina xurekan debara xwe kiriye, di encama kolin û lêkolînên li deverên ku lê bi cih bûne ev yek xwe nîşan dide. Lê belê heman model a debar û aboriya bi nêçirvaniyê, lê hinekî din têkilhev li deverên wek ; Girê Çemê Hola, Girê Kûvî, Xerawreşk, Qetê Berçêm, Ebu Hureyra, Girê Kortikê jî derdikevin pêşiya me, ligel ku ev dever li gor encamên daneyên lêkolînan ên serdema niştecihên Neolîtîk in.

Li Warê Niştebûnê Çatalhoyuka ku aîdî Serdema Neolîtîk a beriya niha 8.500s salan e, di sala 196an de ji aliyê arkeologê Ingilîz James Mellart ve hatiye kolandin; plana niştecihbûnê ya li ser dîwarekî dixuyê. (Li ser in-situ li bin xêz)
Li Warê Niştebûnê Çatalhoyuka ku aîdî Serdema Neolîtîk a beriya niha 8.500s salan e, di sala 196an de ji aliyê arkeologê Ingilîz James Mellart ve hatiye kolandin; plana niştecihbûnê ya li ser dîwarekî dixuyê. (Li ser in-situ li bin xêz)

 

Mijara sereke ku em ê li ser bisekinin; ji van mînak û modelên niştecih ên ewil çawa derbasî mekanizmaya bajarên ewil bûye? Pêngavên bajarîbûnê yên ewil, li kîjan herêmên Mezopotamyayê bi awayekî aşkere derdikevin pêş? Komên mirovan bi kîjan hincetan ber bi bajarîbûn û dewletbûnê ve hatine guhertin?

Warên Niştecih Ên Ku Li Gor Şertên Çandiniyê Ava Bûne

Piştî çandinî û kedîkirin û xwedîkirina ajalan berbelav bû li Mezopotamyayê cih û warên ji hev cuda ava bûn.[2] Ji van waran hin jê ji yên beriya serdema xwe bi çanax û firaxên ku hatine çêkirin tên ciyawazkirin. Lê wekî din ev war ji gundên çandiniyê yên wisa pêk tên ku temamê jiyana wan a rojane jî dişibe hevdu. Li warên din jî çi di warê çêkirin û bikaranîna amûran de, çi jî di warê xwerêxistina civakî de geşedanên berbiçav hene. Van geşedanan piştre gav bi gav ber bi encameke kartêker ve çûye û xwe gihandiye bajarîbûnê, vê veguherîna ku li Başûrê Mezopotamyayê B.Z. bi 4 hezar salî pêk hatiye, bingeha civakên hemdem daniye.

Li Mezopotamyayê jî Îllustrasyona jiyana gund a neolitik
Li Mezopotamyayê jî Îllustrasyona jiyana gund a neolitik

 

Ji Kom û Komunan Veguherîna Komên Polîtîk; Derketina Holê Ya Bajaran

‘Şoreşa Neolîtîk’ û ‘Şoreşa Şar/Bajêr’ van herdu têgehan ji aliyê arkeologê navdar ê Awistiryayî Gordon Childe ve li ferhenga arkeolojiye hatine zêdekirin, Childe dibêje ev herdu şoreş di dîroka mirovahiyê de jî veguherînên herî girîng in.

Childe pêwendiya derketina civakên dabeşkirî û otorîteya sazmendî bi hilberînera zêde ya çandinî û cotkariyê re girêdide û dibêje ji bo kara zêde ya ser hilberîneriya çandiniyê sazî ava bûne, herwiha vê pêvajoyê jî wek ‘Şoreşa Bajêr’ bi nav dike. ‘Şoreşa Neolîtîk’ jî wek derbasbûna hilberandina xurekê û belavbûna bicîbûna li gundan pênase dike, vê pêvajoyê jî pêngavek amadehî ya bo ‘Şoreşa Bajêr’ dibine.

Childe li gor ‘Teoriya Vaha’ ku bo derbasbûna hilberandina xurekê rave bike bi xwe avêtiye holê, wiha dibêje; Di dawiya Serdema Cemserî ya Dawî de bi germahiya gerdûnî çolbûn pêk hatiye, herwiha tevî mirov û ajalan, nebat û riwekên bên xwarin jî tenê dikarin li der û dorên bi şêweya ‘vaha’ bijîn.

ggg
Di perestgehên Ûrûk de Xemlên mozîk ên mîxî ku li ser dîwaran hatine neqişandin Ûrûk (Warka)

 

Li van derûdoran mirov, ajal û riwekan dest bi têkiliyeke raçavkarî kirine û kedîkirin jî bi vê sayê pêk hatiye. Komên din ên ku çav li derfetên jiyana bi kedîkirina ajalan û riwekan dikevin ew jî derbasî jiyaneke niştecihî û çandiniyê dibin.

Li gor Childe bi Şoreşa Neolîtîk ve wê rêbaza hovane ya berhevkirin û belavkirinê bi dawî dibe, mekanîzmayeke bêtir tevlihev a bazirganî li şûna wê tê û dibe sedema avakirina civakeke dabeşkirî. Ev pêvajo di warê Arkeolojîk de dikare bi cih û warên ku gelheyeke mezin lê dijî, bi çomlekvaniyê, amûrên xwedîprestij û teknolojik ên wek metalûrjî, bi avahiyên abîdeyan û bikaranîna nivîsê were ravekirin. [3]

Perestgeha Spî (Perestgeha Anû) Îİllustrasyona Ûrûk (Warka)
Perestgeha Spî (Perestgeha Anû) Îİllustrasyona Ûrûk (Warka)

 

Her wekî ku Wooley li Ûr’ê avahiyên abîde û gorên qralan ên debdebe derxistin holê, ev jî cih û war û dema Şoreşa Bajêr ispat dike. [4] Piştre encama xebatên hatine kirin, nîşan dide ku Bajarbûn B.Z. di navbera 5000-3000 salî de hêdî hêdî lê bi awayekî berdewam li Başûrê Mezopotamyayê derketiye holê.

Gava em li pêvajoya navbera herdu şoreşên ku Childe behs dike dinerin, B.Z. bi 7000- 5000 salan li erdên bo çandiniya bêav ên Bakurê Mezopotamyayê hin komên ku bi koçberî dijîn mîmariya wan û warên ku lê bi cih bûne pir dişibin hevdu, bi komên xaneyên pev ve û bi kolan û riyên ku wan komên xaneyan ji hevdu vediqetînin xuya dikin. [5]  Ev şêwaza mîmariyê li deverên wek Sabi Abyad, Domuztepe, Kurdu jî xwe nîşan dide.[6]

Ji destpêka B.Z. bi 4000 salan ve li temamê Mezopotamyayê em veguherîneke xwerêxistinî dibînin. Pêvajoyên kûr ên civakan ku dikevin şêweya xwerêxistinî li demên ber bi dawiya B.Z. bi 4000 salan ve rast tên û bi pêngaveke nû derdikeve pêşberî me.

Ev pêngav li temamê Mezopotamyayê têkiliyên polîtîk, aborî û civakî ji binî ve bi awayekî xurt diguhere û ev yek jî hinek encaman bi xwe re tîne. Êdî bajarên bi avahiyên mezin û abîdeyên debdebe ku bibin navend û bikaribin hêzekê li derdora xwe bicivînin, tên xuyakirin. Hilberîn jî bi awayekî xurt berbelav dibe ev jî bikaranîna mohr û hinek sembol û amûrên din ên birêvebirinê bi xwe re tîne.

fff
Guldanka Ûrûk (Warka); Diyariya bo perestgehê

 

Firaqên bo belavkirina xwarinê li ser hev tên çêkirin, hin amûrên metal û bi qîmet, hunerên destan, û di dawiya vê serdemê de nivîs jî derdikeve holê, evan hêmanan hemû encamên van pêngavan e. [7] Vê çanda ku bi awayekî xurt vediguhere, em di Serdema Uruk a Dereng de B.Z. nêzî 3500-3100 salî de rast tên.

Di vî warî de em dikarin bêjin ku hemû guherîn û veguherînên şênber cara ewil li Uruk û derdora wê çêbûne. Bajarê Urukê li ser qadeke li derdora 2,5 kîlometre qatî hatiye avakirin. Di derbarê nufûsa wê demê de delîlên rasterast tune ne, lê belê li gor daneyên etnografîk serê hektarekê 100-200 kes dikeve. [8] Heke em bifikirin ku avahiyên rêvebirî yên giştî di qadeke 20 hektarî de cih bigre, naxwe 230 hektarê mayî jî ji bo niştecihan hatiye bikaranîn, herwiha li gor hisaban ber bi dawiya B.Z. bi 4000 salan ve nufûsa Urukê di navbera 25.000- 50.000 î de tê texmînkirin. [9]

Uruk heya çaryeka ewil a B.Z. bi 3000 salan jî ne bajarekî ku derdora wî bi bircan hatibû dorpêçkirin. Lê belê di encama lêkolînên li Mezopotamyaya Jêrîn de ku gelek dewlet derketine holê û di çavkaniyên nivîskî de jî bi awayekî zelal bi belgeyan hatine ispatkirin ku ji ber rakêşî û qeyîşkêşiyê derdora bajêr bi bircan hatiye bilindkirin.

Ji ber parastinê û gelheya zêde ya ku li bajaran civiyaye bêtir hişt ku erdên nêzîk û derdora bajêr werin çandin û rakirin. Li ser erdên dûrî bajaran tu karê çandiniyê nekirine, ev yek him di navbera dewletên bajaran de bûye herêmeke tampon, him jî bo yên ku ajalan xwedî dikin û jiyaneke nîv koçber dijîn wek herêmeke step cep(herêma etnik) pêk aniye.

Li bajarên Mezopotamyaya Jêrîn avahiyên giştî yên herî zû derdikevin pêşiya me perestgeh in. Tebeqeyên Kompleksa Perestegeha Eanna ya ku li bajarê Ûrukê hatiye dîtin û  Perestgeha Anu (Perestgeha Spî) nîşanî me dide ku ji Serdema Uruk a Dereng ve ev perestgeh hebûne.

Evan perestgehên Abîdeyî ji aliyekî ve serdestiya perestgehan a li ser civakê nîşanî me dide. Her wekî em ji diyariyên giranbiha ên wek guldank û peykerên bo perestgehê hatine dayîn jî vê yekê têdigihên. Çavkaniyên bingehîn ên debara perestgehan, erdên di dest wan de bûn. Di van Perestgehên ku wek sazûmanên ewil ên xwerêxistina aborî, civakî û siyasî derdikevin pêşiya me, îxtimaleke mezin ên ku ev sazûman birêve birine jî rehîb in.

Rehîban ev erka xwe ji hêza xwe distandin, ji ber ku xwe wek nûnerên Xwedawend ê ser rûyê erdê didîtin hêza xwe jî ji wir distandin û him meşru dibûn, him jî bingehiya îdeolojiya ku bikaribin vê mekanîzmayê birêvebibin datanîn.

Wê daxwaza birêvebirinê ya van kom û aliyan, keşfa amûrên kontrolkirina vê hêzê jî bi xwe re anîne. Em di Serdema Uruk a Dereng de ewil mohrên gindorî, piştre nivîsa pîktografîk û herî dawî jî pergala nivîseke bêkêmasî ya Mîx a Sumeran dibînin ku evana pêşdeçûna rê û rêbazên kontrolkirinê nîşanî me didin.

Encam…

Wek encam em dibînin ku bi riwek û kedîkirina ajalan, bi xurek û xwarinan ku debara xwe pêk bîne, tevî jiyaneke niştecihî û hilberînên zêde gelek hevsengî guherandine. Herwiha ev yek rê li ber pêşdeçûn û geşedanên teknolojik vekirine. Belkî ev yeka hanê di warê pêwendiyên xizmî de hinek bêteşeyîbûn/deformasyon pêk anîne. Piştî di warê aborî de dabeşiya civakî dest pê kir, bajarên mezin ên nufûsa wan zêde ava bûne.

Van geşedanan dabeşkirina civakê kûrtir kirin û civak wek rahîb, cotkar, karmend, bazirgan û hilberîneriya xusûsî ji hevdu ciyawaz kirin, ev jî nişane û taybetmendiyên herî aşkere yên bajarîbûnê ne. Dîsa avahî û perestgehên pîroz, di vê çarçoveyê de qismê birêvebir ê civakê, bo danîna bacê û ji nû ve belavkirina hilberanan, nîşan û elametên bajarîbûnê ne.  

 

– Ozlem Ekinbaş / Kovara Folklora Kurdan – Rûpela Facebookê

 

JÊDER: 
[1] Metin KARTAL; 2009:28 Konar – Ji Jiyanek Koçeriyê Derbasbûna Jiyaneke Niştecihî
[3] Journal Of Anatolian Prehistorıc Research 2015 Ankara
[4] Wooley 1934
[5] 2013; Akkermans
[6] 2013; Akkermans
[7] Frangipane Marcella 2002;207, ‘Li Rojhilata Nêzîk Çêbûna Dewletbûnê ’
[8] Van de Mieroop 1999:96
[9] Çevik Özlem;2005;26’ Bi Delîlên Arkeolojîk Di Dîrokê de Bajarên Ewil û Pêjajoya Bajarîbûnê ’

Çavkanî:
Metin KARTAL; 2009:28 Konar – ‘Ji Jiyanek Koçeriyê Derbasbûna Jiyaneke Niştecihî’
MICHEAL ROAF 1996 Stenbol – (1) Ansîklopediya Şaristaniyên Mezin a Mezopotamya û Rojhilata Nêzîk a Kevin
Journal Of Anatolian Prehistorıc Research 2015 Ankara
Frangipane Marcella 2002;207, ‘Li Rojhilata Nêzîk Çêbûna Dewletbûnê’
Ozlem ÇEVIK; 2005;26’ ‘Bi Delîlên Arkeolojîk Di Dîrokê de Bajarên Ewil û Pêjajoya Bajarîbûnê’

Şîrove Bike