LI NORWÊCÊ BIRÛSKÊ LI GARANA GAKOVIYAN XIST

Wêne: Havard Kjøntvedt / Ajansa Jîngehê ya Norwêcê
Wêne: Havard Kjøntvedt / Ajansa Jîngehê ya Norwêcê

Roja înê li Norwêcê ji ber birûskê zêdetirî 300 gakoviyên renê mirar bûn.

Li herêma ku nêzî 12 hezar gavokiyên renê hene hejmarek gakovî di dema meşê de rastî çîroska birûskê hatin.

Rayedarên Norwêcî da zanîn ku ew cara ewil e dibin şahidê bûyereke wisa.

02-reindeer-death-lightning.ngsversion.1472493601509.adapt.1190.1

Li herêma kovî ya Norwêcê di derdora 10.000 ~ 12.000’î de gakoviyên renê dijîn. Wêne: Havard Kjøntvedt / Ajansa Jîngehê ya Norwêcê

Berê jî pir caran birûsk lê xistiye lê rayedar dibêjin tu carî ewqas kujende nebû. Ji Ajansa Jîngehê ya Norwêcê Knut Nylend jî diyar kir ev tişt ji bo wan ne sedema heyîrînê ye lê heta niha bi carekê 300 mirarî nebûbû.

Nylend wiha got “Gakoviyên renê ajalên civatê ne û her tim bi hev re tevdigerin, di şeva birûskê de dibe ku zêdetir nêzî hev bûne û dibe ku ji ber vê ewqas zêde hejmarek bi hev miriye.”

Nobedarekî nêçîrvanan li herêma parka neteweyî ya Hardangerviddayê bi wan hesiyaye.

Hat zanîn di dema guherîna demsalan de bi hezeran gakovî ji herêmê vediguhêzin. Herwiha Nylend amaje kir tîmeke 8 kesî ji bo lêkolîna sedema mirinê berê xwe daye cihê bûyerê.

National Geographic Kurdî

 

 

 

Şîrove Bike