[Wêne: NASA]

LI PLUTOYÊ ASÎMANÊN ŞÎN Û QEŞA HEYE

NASA’yê, wêneyên nû yên Plutoyê weşandin ku bi wesayîta fezayê New Horizonsê hatine girtin.

Di wêneyan de li Plutoyê asîmanênn şîn û perçeyên sor ên qeşayê xuya dikin.

Her wiha li ser erda Plutoyê, li gelek cihên biçûk ava ku bûye cemed jî tê dîtin.

Di wêneyên nû yên Plutoyê de ku ji aliyê NASA’yê ve wek “peyka nepen” hat weşandin derket holê ku li wir asimanên şîn jî heye.

Li gor daxuyaniya Serokê Tîma Zanyaran Dr. Alan Stern asîmanênn şîn ên li Plutoyê çavê mirov dibiriqîne.

Stern diyar kir ku dikare derbarê asîmanênn şîn, mezinahiya tebeqeya ne zelal a derdora wê de agahiyan bide.

Her wiha di wêneyan de li ser rûyê erdê gelek perçeyên qeşayê yên sor jî xuya dikin.

Di wêneyên Plutoyê de ku beriya niha hatibûn weşandin, li ser rûyê gersterkê girên wek kumê, newal, perçeyên qeşayê yên ku ser avê ne û li derdora wê tebeqeyeke bi mij û ewr xuya dibe.

Lêkolîneran ragihandibû ku li Plutoyê tiştên mîna çiyayan hene û ev çiya bi cemedê hatine dorpêçkirin. Her wiha bilindahiya wan jî 3 hezar û 400 mîtro ye.

Lêkolîneran texmîn dikir ku ew çiya ji 100 milyon salan bêtir ciwan in û wiha nirxandibûn: “ Ev yek nîşan dide ku ev gersterka biçûk ji aliyê jeolojîj ve hêj aktif e”

Wêneyê ewil yê asîmanên şîn ê Plutoyê hat bidestxistin.

[Wêne: NASA]
[Wêne: NASA]
Cemed û av jî hat dîtin

Tîma New Horîzons di kifşa xwe ya duyem de dîtin ku li ser Plutoyê glek cihên biçûk hene ku  li ser wan avên cemedgirtî hene. Ev daneyên ku bi makîneya ralph spektral hatin bidestxistin piştrast kir ku  li Plutoyê ava cemedgirtî heye.

Ji tîma New Horîzonsê Jason Cook dibêje; “li gelek deverên Plutoyê ava cemedgirtî tune. Dibe ku sedema vê yekê ew be ku rûyê qeşagirtî yê gerstêrkê vaê veşartibe. Ji bo ku mirov fehm bike ka av li ku derê ye û çawa çêbûye, agahiyên nû dê hewce bike.

New Horîzons di 19’ê Çileya 2006’an de ji baregeha fezayê ya Cape Canaveral a li Floridayê hat şandin Pergala Rojê. 9 sal û 6 meh in ser wezîfeya xwe ye. Peykên New Horîzonsê ji xeynî li Plutoyê li Charon, Styx, Nix, Kerberos û Hydrayê jî kifşan dikin.

– Edibe Boga

Şîrove Bike