Destpêk / Fezayî / Li Tavê Teqînên Mezin – NASA’YÊ DÎMENÊN 5 TEQÎNÊN MEZIN PARVE KIR

Li Tavê Teqînên Mezin – NASA’YÊ DÎMENÊN 5 TEQÎNÊN MEZIN PARVE KIR

Li ser rûyê tavê teqînên mezin pêk hatin. Rêveberiya Feza û Asîmangeriyê ya Emerîkayê NASA, dîmenên 5 teqînên herî bihêz ên dawî parve kir.

[youtube id=”0pDC1vyCVFk” width=”600″ height=”350″]

Ev dîmen ji teqînên Tavê yên herî dawî ne û ji aliyê NASA’yê hatine parve kirin. Tava ku di zivrîna xwe ya 11 salan de heyama herî bi teqîn derbas dike û van teqînan ên herî bihêzin ku ji beşa X’ê ne.

Ji ber teqînê dîmenên gelek sosret derketin holê. Di dîmenan de aşkere xuya kir ku bizot û pêtên agirîn piştî teqînê li valahiya fezayê belav dibin.

Li ser rûyê tavê, li cihê ku teqînê rû da, di qadek bi qasî 129 hezar kîlomîtroyî deqekeke tavê çêbû. Ev yek bû deqa herî berfireh ya 24 salan a li ser rûyê tavê. Tê diyarkirin ku teqînên ewqas mezin bêhtir di demên zivrîna solar de zêde dibin. Ji ber van teqînên mezin ên kêmpeyda, bagereke tavê pêk hat û ev bagera tund li fezayê belav bû.

Ev bagerên ku di nav saetekê de bi qasî 4 milyon kîlomîtro bi lez diçin, li fezayê radyasyon û pirtikên atomîk bi xwe re digerînin. Ev bagera xeternak di nav rojek û 4 rojan de li dinyayê diqelibe û li ser qayîşa manyetîk a atmosferê tesîreke neyînî pêk tîne.

Çavkanî: TRT Nûçe

Şîrove Bike

kadikoy escort bayan kadikoy escort atasehir escort maltepe escort kartal escort kurtkoy escort pendik escort izmit escort vidanjor