Şeveke xweş di quncikekî de hûn stêrkên li asîmanan temaşe dikin. Li asîmanên bê ewr û zelal tiştê ku hûn lê temaşe dikin balkêş e û mirov jê heyîrî dimîne.
Bi hezaran stêrk li serserê we, li asîmanan bi dîmenên xwe yên biaramî û balkêş cîhê xwe digirin. Lêbelê em li ser zinarekî dijîn ku di saetekê de hezar kilomîtroyî zêdetir li dora xwe dizivire.
Li aliyê din jî digel rêhevalê me yê heyvê li derdora tavê em wek tiştekî ku dişibe çemberê di rêgeheke nuwaze de di saetekê de em nêzî hezar û sed kîlomîtroyî dizivirin. Ji ber ku em dibêjin fezaya rakêş û dema xwarbûnê her dem em li derdora xwe dizivirin. Em parçeyekî biçûk yê galaksiyekê ne.
Ji bilî wan em digel bi milyar caran milyaran gerstêrkan di valahiya balûpal de ber bi nav-galaksiyan ve diçin û tên. Mirov nikare bi hêsanî wan tiştan hîs bike. Bi rastî ew tişt li gorî hîsa durustvajî ne. Çimkî em li serruyekî dijîn ku her roj, roj hiltê û diçe ava. Ji ber vê, pirsa “li wir çi heye?”û bersiva wê ku em didin û kozmosa ku pêk tê mirov her çiqas hewl bide jî çiqas dem pir derbas bibe jî û her çiqas em tengasiyê bibînin jî ev tişt ji bo mirovan sosret in. Ev çîrokeke awarte ye ku nêzî çarsed sal berê di heyama gengeşiyekê de dest pê kiriye.
AHENGA GERDÛNÎ
Di hemû çandên dîrokê de derbarê Gerdûnê de heman nêrîn hatiye pejirandin. Dinya di navendê de cih digire; Sumer, Babil û Misriyên kevn wiha difikirîn; Tav, Heyv, stêrk û gerstêrk li dora me dizivirin. Guherînên di nav çandan de xwe bi daxuyaniyên taybet diyar dikirin. Fikrên Ewropayiyan jî bi saya Grekên berê derketiye hole ku nifşên wan her tim hev du dişopandin. Ev hemû hizirmend wek “Grekên berê” tên binavkirin, lê bi rastî ew kes di nav sed salan de belav bûne. Teoriyên wan ên derbarê Kozmosê de jî di demeke ji 600 salî zêdetir de her tim bi sererastkirinan ava bûye.
Fikra ewil a ku dibêje stêrk li ser gerdûnekê an nîv gerdûnekê ku li dora me dizivire westar disekîne B.Z.[1]di sedsala 6. de ji aliyê Anaksimenesê Miletî hatiye diyarkirin. Li gor teoriya wî Dinya dişibe dîskeke rast an jî wek kariyê şûşê ku di nav avê de disekîne. Pythagorasê [Pîiagor] Sisamî – Teoriya Pythagorasê ku em ji bo derdora sêgoşeyê bibînin, bi kar tînin- ev disk kiriye wek kûreyê û ew jî daniye navenda kûreyên di nav hev de. Ji wan kûreyan yek a Tavê bû, yek ya Heyvê bû û her gerstêrk xwediyê kûreyekê bû. Li derve jî kûreya stêrkên a “westar[2]” hebû.
Li gor Pythagoras dûrbûna di nav kûreyan de jî xwediyê wateyeke taybet bû. Rêjeya di nav heft gerstêrkan de (Tav û Heyv jî wek gerstêrk tên qebûlkirin) û rêjeya dûrahiya di nav kûreya stêrkan de wek rêjeya dûrbûna di nav notayên muzîkê de bû. Nêzî 2 hezar salan sedema ku digotin “ ahenga gerdûnê” bi rastî ev fikr bû.
Ev model piştre nêzî B.Z. di sala 400î de bi pêşniyazeke ku ji aliyê Platon ve hat gotin bêtir bi hêz bû. Li gor Platonê ku bi matematîkê re jî mijûl dibû, çember bi şikleke bêhempa bû û ji ber vê yekê rêgeha gerstêrk, rêgeha Tav û Heyvê ku li derdora Dinyaya wek kureyê ne, divê teqez gilover bûna.
“Eudoksos tevgera li asîmanan bi 27 kureyên di nav hev de diyar dikir; lê ev model ji aliyê Aristotelesê hemsalê Eudokso ve hat piştrastkirin û bû modeleke baştir.”
[1]B.Z. – Beriya Zayînê.
[2]Westar – neguhêzbar, pêdandî, tiştê ku li cihê xwe qet nalive.
Parzemîn Solutions