Nivîs: | Cûneyt Ewrareş |
Di nav hemû nezaniya me ya li ser fezayê de herî zêde gerdûna tarî bala mirov dikişîne. Gerdûna ku wek nepeniyek e demeke dirêj e mijara herî rojane ya li ber destê zanyaran e. Hûn jî dikarin bi vê vîdeoyê ber bi “alema nepeniyan” rêwîtiyeke biçûk bikin û kozmozê zêdetir nas bikin.
Li tevahiya gerdûnê hebûna heyv, stêrk û gerstêrkan tenê ji sedî 5 e. Yanî ji sedî 95ê gerdûnê vala ye an jî em wisa dizanin. Lewra madeya tarî ku enerjiyeke tarî çêdike hê jî nehatiye naskirin. Em bi enerjiya wê dizanin lê em nizanin çawa peyda bûye.
Enerjiya tarî ku ji nepeniyên madeya tarî çêdibe, wê di rêwîtiya me ya ji bo naskirina gerdûnê de me hînî gelek tiştan bike.
Gerstêrk, heyv û stêrk hemû jî ji sedî 5ê gerdûnê tenê pêk tînin. Ji xeynî wan li gerdûnê tenê tarîtî heye. Gerdûna tarî nexuya ye, lê piraniya kozmozê ji wê pêk tê.
Di nav vê tarîtiyê de madeyeke tarî heye ku ew enerjiyeke tarî çêdike. Her çiqas em li ser wan kêm tişt zanibin jî ew ê li ser famkirina tiştên ji gerdûnê wêdatir alîkariya me bikin.
Madeya tarî ji sedî 25ê gerdûnê pêk tine, lê em nizanin bê ka ew ji çi pêk tê. Di vê madeyê de, ne tirêj heye ne jî ew tirêjan dide teyisandin.
Ji ber vê ew qet xuya nakin. Em bi rakêşiya gerdûna dîtbar dikarin hebûna madeya tarî bizanin. Lê li gorî hinek zanyaran, ji ber stêrkên di navbera galaksiyan de pêşiya wê hêzê tê girtin. Dibe ku di afirandina gerdûnê de roleke din a madeya tarî hebe.
Piştî Teqîna Mezin madeya tarî li gerdûnê toreke fîlaman ava kiriye û li ser vê tora lîfik, stêrk û galaksiyên ewil çêbûne. Derbarê madeya tarî de zêde tişt nayên zanîn, lê li ser enerjiya tarî kêm tişt tên zanîn. Enerjiya tarî hêzeke nepenî ye û ew di navbera hêmanen de valahiyan tijî dike.
Enerjiya Tarî ji sedî 70ê gerdûna me pêk tîne, lê aliyekî wê yê dehfdêr heye. Ji ber ku ew rakêşiya erd nas nake û wê têk dibe. Hêj nayê zanîn bê ka enerjiya tarî çawa peyda bûye.Li ser wê teoriyek heye dibêje ew hêza 5an a siruştê ye.
Tiştekî din heye tê gotin, belkî enerjiya tarî têrî bike ku em zanibin gerdûn çima fireh dibe. Di Teoriya Îzafiyetê de, Albert Einstein hêzeke wek enerjiya tarî destnîşan kiriye ku ew valahiyê dehf dide û partîkûlan ji hev dike.
Li gorî fikra sereke ya kozmolojîkal, ew tişta guhêrbar dibe ku li ser teqîna mezin, feza û demê hin tiştan bide zanîn. Li ser gerdûna tarî hêj gelek tişt hene ku divê werin zanîn.
Lê bi xêra gelek teorî û pêşketinên teknolojîk em ê karibin nepeniyên kozmoza nexuya zûtir derxin holê.
Parzemîn Solutions / Also read in English