MALALA YÛSIFZAIYÊ – PAŞXANEYA ‘BIBIN DENGÊ KEÇIKAN’

Nivîs: Behram Nezarî | Wêne: Cornelius Poppe / Epa
1
MALALA YÛSIFZAÎ – Aktivîsta Perwerdeyê

JI MALALA YÛSIFZAIYÊ RE 3 PIRS

 Perwerde Ji Bo Çi Girîng e?

Gava Malala Yûsifzaî çavê xwe li dinyayê vedike, li gundê wan ê li Pakistanê dilê her kesî bi dê û bavê wê şewitî ye, lewra ne lawik bû, ew keçik bû. Îro Malala 18 salî ye, di cîhanê de ya herî ciwan e ku ku Xelata Aştiyê ya Nobelê standiye.

Rêwîtiya wê ya ku derketiye sahneya dinyayê jî hêjayî dîtinê ye, di destpêkê de blogek vekir û hêj 11 salî bû, di bloga xwe de behsa jiyana keçan a di bin zordestî û tundiya Talîbanê de dikir, piştî demekê bloga wê li ser BBC’yê jî hat weşandin, Malalaya ku carekê ji êrîşa kuştinê jî filitiye û ji bo piştgiriya perwerdeyê li çarhawirdorê dinyayê geriyaye, herwiha wek damezirînera Weqfa Malalayê jî di avakirina weqfê de cihê xwe girtiye.

1 – Heke hûn hêj li Pakistanê bûna û wek keçikeke ku perwerde nebûye li wir bijiyana, dê niha jiyana we çawa bûya?

Du an jî sê zarokên min dê hebûna. Ligel ku ez hijdeh salî me û hêj nezewicî me, ev bo min siûdeke mezin e. Heke hûn perwerde nebin bêhtirê jiyana we dê bi destê kesên din bi rê ve biçe. Gava bûyerên tundî derdiketin û ji ber wê jî çûna keçikan a dibistanê dihat astengkirin, tirsa min ne ew bû ku ez li hember derkevim û êrîş werin ser min.

Tirsa min ew bû ku ez ê ne serbixwe bim, ez ê perwerde nebim, ez ê nikaribim bibim bijîşk, mamoste an jî tiştekî din ê ku ez bixwazim. Û ez ê jiyaneke ne bi destê xwe û ne bi hemdê xwe bijîm. Niha, ez ji wê jiyana ku gelek keç tê de ne û dijîn, ditirsim.

2 – We ew wêrekî çawa bi dest anî ku li ser navê keçan diaxivin?

Dê û bavê min her tim ji min re digotin bo perwerdeyê mafê te yê çûna dibistanê heye û bi bîra min dianîn. Heke hinek malbatên li Geliyê Swatê ku hevalên min jî di nav wan de hene, wek malbata min tevbigeriyana û wan jî ev tişt ji keçikên xwe re bigotana em ê îro li vê derê derbarê mafê xwendina keçikan de ligel hev biaxiviyana. Ya rast a ku dixwazim bêjim ev e; ez ji keçikên din ne ciyawaz im û tu taybetiyeke min a ciyawaz jî tune ye. Li wan deran gelek keçikên ku ji min xweştir diaxivin û bikaribin dinyayê ji min bêtir qanî bikin, hebûn. Lêbelê kesî ew rê û destûr neda wan.

 3 – Zarokên din dikarin çi bikin?

Li vê platforma ku 60 milyon keçik ji perwerdehiyê bêpar mane ez xwe gelekî bi siûd dibînim ji bo ku bûme dengê wan,  lêbelê ev yek jî pir girînge ku zarok bihizirin û bêjin dengê me xurt û berz û bilind e. Ne girînge ku hûn çend salî bin. Divê em hemû bi xwe bawer bin. Ger em dahatûyek baştir û aramtir dixwazin, divê em ji vê kêliyê dest bi xebatan bikin. Bi milyonan zarok li vê dinyayê ne. Bi milyonan zarok bihatana bal hev, artêşeke xurt ava bikirana, wê deme serok û rêberên me jî ji neçarî dê guhdariya me bikirana.

 Paşxane

Bibin Dengê Keçikan

Malala Yûsifzaî li Pakistanê li Geliyê Swatê hate dinyayê ku li wê derê Talîban xurt e. Ji bo mafê keç û jinên ku di şertên zor û zahmet de ne, wek aktivîstekê di warê navneteweyî de têkoşîneke wisa da ku, Talîban jî da hemberî xwe û Talîbana ku li dijî mafê perwerdeya keçan e êrîşeke kuştinê lê kir û êrîşek bir ser otobusa ku xwendekarên keç têde bûn.

Piştî wê êrîşê bi 9 rojan çavên xwe car din vekirin û ji komayê derket. Îro 18 salî ye. Û di nav xelatgirên Xelata Aştiyê ya Nobelê de ya herî ciwan e. National Geographic Channel, dê jiyan û serpêhatiya Yûsifzaî ya ku Weqfa Malala ava kiriye û li deverên cuda yên dinyayê piştgiriya perwerdehiyê dike, bi rêya belgefîlmekê bigihîne seranserê dinyayê. Navê belgefîlma Malalayê jî ‘Navê Min Malala’ ye.

Gava Malala di 12’ê Tîrmeha 2013’an de, yanê di rojbûna 16’saliya xwe de li Neteweyên Yekbûyî axivî wiha gotibû “Roja Malala ne roja min tenê ye. Îro roja her keç, kur û jinê ye ku ji bo mafê xwe dengê xwe bilind dikin… Talîbanê got qey wê îdealên min biguherin û dest ji daxwazên xwe berdim,  lêbelê di jiyana min de ji bilî van tiştan tu guherîn çênebûn: Qelsî, jarîtî, tirs û bêhêvîtiya min mir. Qewet û taqet û hêz û wêrekî li min zêde bûn…’’ □

National Geographic Kurdî – Kovara Parzemîn

 

Şîrove Bike