Nadia Drake | Li Marsê av hat dîtin û hemû kes li ser wê yekê hemfikir e ku ev tiştekî pirr girîng e. Belê gelo hûn dizanin çima ev girîng e?
Lewra li Marsê bi dîtina avê di kifşa me ya li ser gerstêrka sorik de heyameke nû da destpêkirin. Ji ber ku geştûgûzariya me ya li ser vê gerstêrka balkêş neqediyaye.
Hûn dikarin bifikin kesên ku ewil gavê biavêjin Marsê dikarin li nêzî ava bi xwê bi cih bibin û ji avê ava vexwarinê hilberînin. Heta dibe ku li Marsa ku mazûvaniya gemar û mîkropan dike jiyan jî pêkan be.
Lê belê rastî, vê yekê pêwist dike mirov bi endaze be. Dîtina ava herikînê, bi dîtina şert û mercên jiyanê re ne heman e. Vê gavê zanyar nizanin bê ka ev ava ku hatiye dîtin ji ku tê û ji bo kîmyeya jiyanê baş e an na. Mixabin ji bo deşîfrekirina van tiştên biguman jî çûyina wê derê dê gelekî dewam bike.
Bethany Ehlmannê ku li Caltechê jeologê gerstêrkan e, dibêje “hema aniha paqijkirina wesayîteke fezayê û şandina Marsê ne ewqas hêsan e”. Îxtîmal heye ku bi riya wesayîtên fezayê yên ji Dinyayê mîkrop bigihîjin gerstêrka gevez a li Marsê. Ji ber vê yekê metirsiyek heye. Loma paqijiya ku Ehlmann behsê dike, paqijiya li dijî van mîkropan e.
Herwiha ji bo ku mirov bi kelecan bibe jî sedem hene. Ehlmann dibêje “ev herikînên demsalî gengaza herî bi hêz e ku li derveyî dinyayê jiyan hebe.”
Îxtîmala Jiyanê
![Di kortal û çalên Marsê de şopên ava bi xwêyê hatin dîtin. Wekî heman tiştên ku li kendalê vê kortalê pêk tên. [Wêne: NASA/JPL-CALTECH/UNIV. OF ARIZONA]](https://i0.wp.com/www.natgeokurd.com/wp-content/uploads/2015/09/marswater.ngsversion.1443551400352.adapt_.1190.1-150x150.jpg?resize=150%2C150)
Xêzên ku di wêneyan de tên xuyakirin ku ji aliyê kameraya wesayîta rêgehê ya li derdora Marsê ji HiRISE’a Reconnaissanceyê hatine girtin, herî kêm wekî Marsê xweş û bêhempa ne. Lêbelê xweşikbûna wan li aliyekî, ev xêz ji avake ku bi xuşe xuş diherike wêdetir, ji çiziranan pêk tên.
NASA di serê vê hefteyê de dabû xuyakirin ku li Marsê ava şor hatiye dîtin. Ev xetên terengî yên di wêneyî de ji ber herikîna ava bixwê ku ji quntarên gerstêrkê hatine jêr pêk hatine.
Dibe ku çavkaniya xwe ji akûfereke (aquifer) bin erdê an jî ji baristeyeke camedê girtibe ku di mehên germ de dihele û ji quntarên Marsê diherike.
Her çiqas wek tiştekî nepêkan bin jî –em dizanin ku li Marsê di bin erdê de baristeyên cemedê hene- îxtîmaleke din heye ku zanyar li ser zêdetir disekinin: Av ji atmosferê tê. Heke ev yek rast be, bikaranîna ava li ser rûyê erdê dê pir dijwar bibe.
Çawa dibe ku ev ava di atmosferê de vediguherin xetên rangên tarî? Li Marsê –wekî li Dinyayê- xwêya li ser erdê hilma avê ya di atmosferê de dimije û di nav tiştên krîstal de digire. Dema krîstal şil dibin û piştre germ dibin, ji xwe vedibin û belav dibin. Ew têkelên ku mîna avê ne, ji ber erdkêşê ji quntarên Marsê hêdî hêdî diherikin xwarê.
Ev pergal li Çolistana Atacamaya Şîliyê jî heye ku ew der pir ziwa ye. Lê li wir di nav wan şert û mercên dijwar de jî dîsa jiyan heye.
Helbet em nikarin bêjin ku ev pergal li Marsê jî teqez heman e. McKay dibêje cureya xwêya perkloratê ku li cem coya avê ye, ji cureya xwêya herî zêde ya li Dinyayê cuda ye û di nav wê xwêyê de tiştên cuda hene. Ev pergala li Marsê herî zêde dişibe Hewza Don Juana li Antartîkayê. Ev hewza ku em behs dikin, ava herî şor a li ser Dinyayê ye û mixabin têde tu tiştên jîndar tune.
McKay dibêje “Aveke wisa ji bo jiyanê ne guncav e û bi awayekî biyolojîk ne ewqas balkêş e”. Li ava hewza Don Juan tu tişt nikaribe bijî”.
MEŞA LI PEY AVÊ

Em dikarin bibêjin ava ku li Marsê hatiye dîtin ji bo mirovên ewil yên ku dê biçin Marsê ewqas avake bi kêr nebe. Dibe ku ji bo mîkroorganîzmayên Marsî jî bi kêr neyê. Temam her çiqas di vê jiyana îroyîn de ji bo me kêrhatî nebe jî gelo ev tê vê maneyê ku “kifş bê qîmet e”.
Bi teqezî na. Heta niha li gor mînakên li ber destên yên ku em li cîhanê hîn bûne em vê yekê dizanin; jiyan li her devera ku av hebe xwe rojane dike. Ji ber vê yekê NASA’yê ji xwe re çarçoveyek ava kir û rêbaza wê ya sereke ya ji bo lêgerîna jiyanê jî ev e “li pey avê here”.
Bi awayekî îronîk NASA nikare li pey vê ava dîtî here, an jî ji bo niha ne pêkan e.
Li gor Ofîsa Parastina Gerstêrkan a NASA’yê şandina wesayîteke fezayê ya bo cihê ku av diherike gelek xeternak e. Çiya û quntarên ku lê av hatine tîin dê wek “herêmên taybet” werin nîşankirin. Beriya ku ew der neyên paqijkirin û neyên sterîlîzekirin tu wesayîta fezayê nayê şandin.
Dibe ku hin mîkroorganîzma xwe li wesayîta wezayê siwar bibin û di rêwîtiya Marsê de li ser xwe bimînin, gava ji wesayîtê peyayê Marsê bibin û ji xwe avake şor peyda bikin. Dikarin li Gerstêrka Sorik bijîn û xwe bigihînin deverên jiyanê. Ev senaryo di pêşerojê de ne tenê derbe li gerîna jiyana ya me ya li Marsê bide, dikare rê li ber bobelatekê jî veke. Ka bifikrin; cureyên dagirker yên li cîhanê çawa zû li cîhanê belav dibin û jiyanê ji me re kambax dikin.
İxtîmal heye ku ev tişt bi heman awayî li Marsê jî pêk were. Di pêşerojê de dibe ku mîkroorganîzmayên bi saya me çûne Marsê dê deriyê Marsê ji me re venekin. Dê me nexin hundir!
Ev ixtîmala xeternak helbet ji me re dibêje hay ji xwe hebe. Lêbelê heke rojekê mirov li Marsê bimeşin, dê ji robotên sterîlîzekirî bêhtir meşa mirovan li derdorê mîkroorganîzma belav bike. Herwiha ne tiştekî teqez e ku mîkroorganîzmayên li cîhanê dê bikaribin li marsê bijîn. Ango ev tenê teoriyên nepiştrastkirî ne.
Di deh salên borî de em li gelek deran bi hebûna avê hesiyan. Di nav xweliyên heyvê de, li bin siya kraterên Merkûrê wek cemidî, li dûvstêrkan û di bin tebeqeyên hin peykên gerstêrkan. A niha jî Mars ket nava wan hêmanan ku lê av heye. Li wan deran jiyana hebe an nebe jî dîtina wan kifşeke mezin e.
Ehlmann dibêje “Marsa Nûjen li hemberî me ye”. Di encamê de li hemberê xwe cîhaneke çalak dibînin ku têde av heye. Tenê guherîneke kişwerê jî dikare vê avê belav bike û hilweşîne.
– Ramazan Badem twitter @AzadBADEM / Baris Ozdemir twitter @ozdmrbaris89