Mar bi jehra xwe navdar e û bi vê navdariyê jî mafdar e. Lêbelê hemû afîrîndeyên bijehr ji bo me wek nişkavî tên.
Diranên zêdetirî 2 santîmîtroyan û derziyên kolîner rasterast jehr diavêje cendekê. Jehra ku gelek jîndar wek çekek bi kar tîne, xwediyê madeyên kîmyewî ye.
Di nav lîsteya ajalên bijehrtirîn de bi piranî mar bi cih digirin. Hemû mar ne bijehr in. Hinek ji wan wisa hatine afirandin ku bi riya lûleyên diranên xwe jehra xwe diherikînin.
Ji Zanîngeha Queenslandê ya li Awistralyayê Doktor Bryan Fry diyar kir ku cureyekî li Awistralyayê heye ku ji hemû ajalên cîhanê bêhtir jehr dihewîne û hildiberîne.

Ew cureyê bi navê Qralê Boz jî tê zanîn li Awistralyayê pir in. Li welêt hejmara marên bijehr her çiqas zêde bin jî pêvedana ji ber maran dîsa jî kêm in.
Kobrayên Hindistanê, margîskên li Efrîqaya navîn û başûr û marên wek bizengîl ên li Emerîkayê gelek cûre hema hema heman jehrê hildiberînin.

Dûpişk bi vedana xwe nêçîrên xwe felc dikin. Li ser dûvê wî beşeke bi navê telzon heye ku jehr lê barkirî ye û ji bo enjektekirina vê jehrê jî derziyeke wî ya xwar heye. Her çiqas bejna dûpişkê ji 11 santîmîtroyan derbas neke jî tenê jehra wî ya bi qasî 0,25 mg dikare mişkekî 1 kîloyî bikuje.
Jehr ji bo wan ajalan wek alaveke nêçîrtiyê ye, herwiha ev ajal heman jehrê ji bo parastina xwe jî bi kar tînin. Her çiqas pêvedan bi awayekî eletexmîn pêk bê jî xisara ku bide jî ewqas zêde ye. Ji ber ku jîndar nêçîrtiya cureyên cuda dikin û bi vî awayî hatine afirandin, gelek dijwar e ku mirov bijehrtirîn ajalê cîhanê piştrast bike.

Lêkolîner ji ber ku nikarin jehra jîndarên cuda li ser mirovan test bikin, di cerbên xwe de mişkan bi kar tînin. Di wan cerban de “doza kujende ya kêmzêde” ango gelo dê çiqas jehr bikaribe ji sedî 50’yê mişkan bikuje hin tespît tên kirin.
Bi rastî ev cerb ne bêpirsgirêk e. Ji ber ku gelek ajal ji mişkan cudatir in. Lêbelê a niha mişk ji bo vî karî rêbaza herî kêrhatî tê dîtin. Li gor vê cerbê û bi awayê jehrbûnê dibe ku ew cure ji we re ecêb bê. Şeytanokên Behrê jî yek ji bijehrtirînên ajalan e.

Şeytanokên kovik guştxwar in. Hinek ji wan bi kurm, hinek jî bi masiyan zikê xwe têr dikin. Ji ber ku masî gelek bilez tevdigerin ji bo girtina wan divê ev şeytanok zêdetir jehr bipijiqînin. Di nav devê van şeytanokan de metran an jî derziyên binçerm hene. Gava vê taybetiya xwe dipijiqînin ser masiyan pergala liv û tevgera masiyan hildiweşe.
Ev metran ewqas tûj in ku dikarin cil û bergên noqîvanan jî qul bikin. Şeytanokê kovik bi rengên xwe eleqeya mirovan dikişînin ser xwe, lêbelê ew jî ajalekî bijehrtirîn e.
Gava metranên wan li mirovan bikeve divê dermankirineke bijîşkî pêk were. Lê heke ew nebe ji sedî 65’ê bûyeran bi mirinê dawî dibin. Mudaxaleya ewilîn gelek girîng e û heke ew nebe encam mirin e. Ji sala 1670’an heta niha ve 36 mirinên bi vî awayî pêk hatine.
Baş e, ev ajalên bijehr ji bo mirovan tê maneya çi xetereyê?

Marê mezin yê bejahiyê yê bi navê taypan bi awayê hêza jehra xwe wek bijehrtirîn marên cîhanê tên zanîn. Li ser kîloyekê qasî 0,025 mg jehr wek “doza kujende ya kêmzêde” hatiye binavkirin. Ev ajalê ku tenê guhandaran dixwe bi jehra xwe dikare di pergala liv û tevger, lebat û şaneyên mirovan de xisareke mezin pêk bîne.
Taypan li çolistanên navenda Awistralyayê dijîn. Cureyên ku li herêmên peravî dijîn ji ber ku zêdetir rastî mirovan tên ji aliyê mirovan ve ew xeternaktir tê dîtin. Lêbelê yên xeternaktir ji mirovan dûrtir dijîn.
Heke taypanek bizane ew di bin xetereyê de ye û lê gef tê xwarin dikare bi çend caran gez bike û hemû jehra xwe vala bike.

Ev mambayê reş jî ji ber ku bi heman awayî tevdigere ji xwe re navdariyeke qirêj aniye. Ev mar li herêmên navîn û başûr ên Efrîqayê dijîn û xwedî rengekî keskahî ne. Navê xwe jî ji rengê reş ê li devê xwe digirin. Heke bi gefekê bihese difişfişîne û heke zêdetir gef lê bê xwarin diranên xwe yên bijehr derdixe û derbasî dijminên xwe dike.
Herwiha mirov nikarin ji wan ajalên bijehr dûr bikevin. Li gelek deverên cîhanê mirov û mar ketine nav hev. Ji ber vê yekê hejmara mirinên ji ber pêvedana maran her ku diçe zêdetir dibe.
Bijîşkê Jehran Fry dibêje; “Tenê li Meksîkayê salê 500 hezar bûyerên pêvedana dûpişkan pêk tê. Li Hindistanê jî salê milyonek mirov ji aliyê maran ve tên vedan. Ji wan 50 hezar bi mirinê diqede. Niviya kesên ku namirin jî nivîşkan[1] dibin. Ji ber ku mar li dû xwe felcbûnekê dihêle.”
Dibe ku jehr madeyeke tevlîhev a kîmyewî be, lêbelê heske hûn geştûgûzarekî gerok bin an jî cotkarekî çandiniyê divê hûn ajalên bijehr nas bikin.
Fry bûyerên jehrketininê yên ji ber pêvedanê wek nexweşiyên tropîk ên xemsar bi nav dike.
[1] Nivîşkan – astengdar, astengber, felc, seqet.
– Cûneyt Ewrareş / twitter @cuneytewrares