MARGÎSE ÇAWA RENGÊN XWE DIGUHERÎNIN?

Di encama xebatên lêkolînerên Swîsreyî de hat zanîn ku margîse, krîstalên di şaneyên çerm ên taybet de ji nû ve serast dikin û bi vî awayî rengên xwe diguherînin.

Zanîna beriya van xebatan ew bû ku ev ajal, pîgmentên rengîn ên di şaneyên cuda de kom dikin an belav dikin û rengên xwe diguherînin.

Lêbelê kifşên nû didin nişan ku ev yek ji ber “eynikeke guherbar” ku ji krîstalan pêk tê, derketiye holê.

150311113852_chameleon__624x351_n_nocredit

Her wiha hat zanîn ku ev ajal bi xêra tebeqeya şaneyeke duyem ku tîrêjên dişibin enfarûjê belav dikin, laşên xwe di hêkayiyê de diparêzin.

Margîse bi du awayan rengên xwe çêdikin. Ji bo rengên tarî û germ jî şaneyên wan hene ku bi pîgmentan tijî ne. Lê rengên şîntir û spîtir, wekî van krîstalan ku jê re tê gotin “rengên binyadî” ji tîrêjên ku ji elementên fîzîkî belav dibin, pêk tên.

Ev reng dikarin bên sentezkirin. Wek mînak bi “rengekekî şîn ê binyadî” û pîgmentên zer rengekî kesk ê rewnaq dikare bê çêkirin.

Hin guherîn bi cihguherîna pîgmentan pêk tên.

Bestekokên melanîna piçûk ên bi rengê tarî, bi kurîşkên şaneyên melanofor ên mezin belavî her derê dibin an jî ji bo ku dîsa çêrm rengzelal bikin di navendê de kom dibin.

Gelek masî û ajalên xijok bi vê riyê, ji bo berteknîşandana stresê an jî ji bo pêkanîna lihevkirina derdorê, rengên xwe dikarin tarî an zelal bikin.

Margîseyên panter jî ku ji aliyê zanyarên Swîsreyî ve hatin lêkolînkirin vê yekê dikin. Lêbelê margşseyên nêr dema dijberekî an ji xwe re cotekî dibînin, xwe dikarin têxên rengekî din jî wek mînak dikarin rengê xwe bikin keskekî nixumandî an zerekî rewneqdar.

Heta niha gelek zanyaran ev guherîn wiha dizanibûn: pîgmentên sor û zer bi heman awayî tên belavkirin û ev yek pêk tê.

150311114338_chameleon__624x351_n_nocredit
[Wêne: BBC]
Lêbelê lêkolîna dawîn nişan dide ku ev yek ne wisa ye.

Lêkolîna ku encamên wê di kovara zanistî Nature Communications de hatin weşandin, ji aliyê komeke zanyarên fîzîka kûantomê ya Zanîngeha Cenewreyê û biyologê pisporê ewrîmê ve hat pêkanîn.

Tîmê, ewil ferq kir ew şaneyên mezin ku dişibin tevnepîran û bikaribin tonên rengan ên di ajalan de vebêjin, tune ne.

Pisporan piştre di şaneyên bi navê “îrîdofor” de ku bi hûrbînên elektronîk lê nêrîn, rola lîstina krîstalan kifş kirin.

Ji kîjan alî ve li van krîstalan bê nêrîn bila bê nêrîn, wekî serastkirina ku rengên binyadî pêk tîne, hat dîtin ku hêkiyeke bêhampa pêk tîniye.

ENDAZYARAN ÇERMEKÎ ÇÊKIRÎ YÊ WEKÎ MARGÎSEYAN KU RENG DIGUHERÎNE HILBERANDIN

150312100728_1_540x360
Meteryala ku hatiye hilberîn wekî margîseyan dikare reng biguherîne.

Ji zanîngeha Californiayê endazyaran, ji îlhamwergirtina xwezayê bi sepandina hêzeke sivik a bi qasî deqeyekê materyal hilberandin ku ew jî wekî margîseyan reng diguherînin.

Materyalê nû yê ku xwediyê gelek rengên cûda ye, di qadeke berfireh de derfetê dide sepandinên nû yên balkêş. Di nava van sepandinan de teknolojiyên nû yên nîşandinê, teknîkên kamuflajê ku rengan diguherînin û sensorên ku xerabûnên di navgînên hewa, pir û avahiyan de tespit dikin, hene. Ev xerabûn bêyî vê rêbazê nayên dîtin.

Connie J. Chang-Hasnain got; “cara yekem e ku materyalê wekî margîseyan û bi tenê bi qayîşokê reng diguherîne, tê çêkirin.” Connie J. Chang-Hasnain endamê tîma lêkolînê û ji nivîskarên hevpar ên gotarê ye. Xebata ku tîmê amade kir di kovara Opticayê de hat weşandin. Lêkolîneran, taybetmendiyên fîlma silîkonê ku bi hezaran caran ji porê mirovan ziravtir e, bikar anîn û bi vê yekê bi ser ketin ku ka wê di dema qayîşok û pêçandina materyalê de çi cûre reng derkeve holê.

MATERYALÊ KU XWEDIYÊ RENGÊN CUDA YE

Ya asayî ew e ku rengên di wêne, caw û rûyên xwezayî yên din de bi xwelêgirtina şewleke spî û berfireh tên dîtin. Ew rûyê ku şewl xwe lê digire, li gorî pêkhateya kîmyewî di astên cûda de roniyê dikişîne. Roniyên ku nikarin bên kişandin jî bi paş ve tên vegerandin. Ronî, rengên şîn û sor an jî rengên din ên di navbera heftrengê de dide materyalê. Guhertina rengê rû,- di payîzê de wekî pelên daran- di pêkhateya kîmyewî ya rû de, guherînê hewce dike.

150311114122_chameleon__624x351_n_nocredit
Meteryal wek şaneyên margîseyan e. [Wêne: BBC]
Di demên dawîn de kesên zanist û endazyar, lêkolînan dikin da bêyî bikaranîna boyaxa kîmyewî û pîgmentan sêwirandina rengan bibinin. Ji dêvla kontrolkirina têkela kîmyewî ya materyalan, li ser bihevbandoriya rû ya bi roniyê re û li ser dirêjahiya şepêlî[1] tê sekinîn. Bikaranîna rengên binyadî, di siruştê de ne ew pêkhate ye ku pir bê dîtin. Tê zanîn ku hin pinpinîk û kêzik ji bo ku rengên cuda pêk bînin, rêbazên bi vî awayî bikar tînin.

Ji dêvla optîka klasik, kontrolkirina roniyê bi pêkhateya materyale re, ne rêbazeke nû ye. Wek mînak di astronomiyê de ew beşên qadê ku bi heman pîvanê hatine veqetandin, ji bo şikestina roniyê û rengên binyadî tên bikaranîn. Lêbelê bi bikaranîna vê teknîkê kontrolkirina rengan, ne rêbazeke sepandina pratik e. Lewra tunebûna optîkê zêde ye. Nivîskarê gotara ku di Opticayê de hat weşandin, teknîkeke bi vî awayî, di guhertina sêwirandina radîkal de sepand û gihîşt kontrola wî rengî ku lê digeriya. Ji dêvla bikaranîna beşên zirav, li ser silîkonê pir zirav ê yek qetmenî niçikên piçûk bicih kirin. Ji dêvla ku roniyê li heftregê belav bike, van bilindahiyan an jî çovikan derfet daye ku bi qasî dirêjahiya şepêlî[2] bi paş ve vegere. Bi vê yekê hilbijartina rengên ku dê bên biriqandin dê pêkan be.

JI BO KONTROLKIRINÊ SISTKIRIN PÊWIST E

Digel mifteya kontrolkirina rengê ku dê valahiyê biriqîne an jî periyota çovikên li ser materyalê, lêkolîneran bi qatkirin an jî sistkirina materyalan tespit kirin ku reng dikarin bên guherandin.

JI BO QADAN GELEK SEPANÊN CURBICUR ÊN BI ÇERMÊ MARGÎSEYAN

150311113821_chameleon__624x351_n_nocredit
[Wêne: BBC]
Lêkolîneran, ji bo ku xebatên çêkirî wek sepanî nişan bidin, qetmanê sîlîkonî ku dikare bi qasî santîmetreqareyekê reng biguherîne, pêk anîn. Hat ragihandin ku ji bo mezintirîn sepan bên kirin, dibe ku bêhtir ev bê pêşxistin. Connie J. Chang-Hasnain dibêje: “wek gaveke din ji bo mezintirîn sepanan û çêkirinê tesis hene. Dema em gihîştin wê merheleyê, em difikirin ku di mijarên şopandin, ewlehî û şahiyê de em ê sepanan bi pêş bixin û pêk bînin.”ji bo bikarhênerên dawîn bi çermê margîseyan dikarin teknolojiyên ekranê yên bi temamî nû bên çêkirin. Herwiha ji bo wesaîtan jî teknolojiyên kamuflaj ku li gorî rewşê û cih reng diguherîne dikarin bên sepandin.

150311113743_chameleon__624x351_n_nocredit
[Wêne: BBC]
Cara ewil e ku heta niha di qetmanekê de, bi sistbûna materyal digihêjin ewqas zêde rengan û ev yek jî di qada xwe de wek pêşveçûneke girîng tê dîtin.

[1] Dirêjahiya Şepêlî – EN: wavelength / dirêjiya pêlî – benj û qewareya şepêlan ango deng û tirêjan.

– Ramazan Badem / Kovara Zanko

Şîrove Bike