Stêrknasên ku li Enstîtuya Zanistê ya Californiayê peywirdar in, bi alîkariya hesabên matematîkî û sîmulasyonên kompîturê delîl bi dest xistin ku li derveyê pergala rojê gerstêrkeke 9’emîn ku 10 qatan ji dinyayê mezintir heye. Herwiha Stêrknasan êncamên vê lêkolînê di “Astronomical Journal’ê” de weşandin.
Gerstêrk hêj raste rast nayê dîtin, rêgeh û rola wê ya li derveyê pergala rojê bi hûrgulî ji aliyê stêrknasan ve tê lêkolînkirin. Stêrknas Konstantin Batygin ku di nav tîma vê lokolînê de cih digre wiha dibêje: “piştî 150 salan cara ewil delîl hene ku hejmartina gerestêrkên pergala rojê neqediyane.”
Tê payîn gerestêrka 9’emîn tureke gera xwe ya li dora Rojê di nav 20 hezar salan de diqedîne û bi erdkêşiya xwe tesîr li wan gerestêrkên li derveyê pergala rojê dike ku ew wek “qambost” tên zanin.
Hat diyarkirin lêkolîn bi serokatiya stêrknas Mike Brown tê kirin. Mike Brown ew kes e ku Pluto bi kifşkirinên xwe ji nav lîsteya gerstêrkan derxistiye.
Brown, bi bîr xist ku ji serdema antîk heya îro 2 gerestêrkên bi rastî hatine kifşkirin û got di vê çarçoveyê de jî gerestêrka 9’emîn dibe gerestêrka 3’mîn.
– Edîbe Boga / National Geographic