Şewata Sînemaya Amûdê – Mele Ehmedê Namî

Mele Ehmedê Namî | Dibêjin hêj destpêka agir bû, lê hin bi hin pêtiyên wî dijwar dibûn. Koma ademîzadan hawara agir, jin û mêr li hev sitûr dibûn.

Me dît ji wê koma bêjimar xortekî ciwan û hêja, hunermend û canpola, mêrxas û xîrteşînas, “Mihemedê kurê Seîdê Deqorî”, derket. Peywend û zincîrê jinê qetandin, weke şîrekî xeyidî û teyrekî bazî ku xwe berde ser nêçîrê, êrîş berda kûrangiha agir, kûrangiha mirinê; hundirê sînemê, ta ku gihişt zarokan û ji wan dido dan bin çengê xwe û anîn der. Cara duduwa dîsa êrîşî hundir kir û du zarokên din anîn der.

Bi vî awayî êrîş li dû êrîşê ta ku donzdeh zarok ji kûrangiha mirinê, ji nav pêlên dojehê anîn der.

Lê sed mixabin, di êrîşa cara dawî de agir girte cil û canê wî. Ji ser ta bi qedem ew jî bû pêtek agir û sînema bi carekê de hilweşiya, bi ser wî û zarokên mayî de hate xwar. Hedan neket canê wî ta ku bû qurban ji bo lawanê miletê xwe.

Ji kevnare dibêjin çi kesê mal û canê xwe di riya fedekariyê de bide, her tim rûpelên mêjûyê jê re vekirî ne.

Ey Mihemedê Xwa lê xweşî… tû û hevalên xwe siparî dilovanî û mehrevaniya Yezdanê pak bin.

—————————————————————————-

* Ji pirtûka M. Ehmedê Namî ya bi navê “agirê sînema Amûdê” (Weşanên Jîna nû: 12, Uppsala 1987) / amude.net

Şîrove Bike