Hûtên herî mezin kalamar, semasî û axtepot di rastiyê de çiqas mezin in?
Okyanûs ji qerasayan re ku dûrî aqil in mazûbaniyê dikin: Hûtên kesk û semasiyên mezin ên spî; kelemarên qerase û şehên dêw ên behrê,fîlên behrê û kevjalên pindir ên Japon. Ev zindiyên avê pir zû bala mirovan dikişînin, lê pisporên zanistê ji bo bidestxistina wan an jî gihiştina wan pir caran zehmetiyê dikişînin.

Gelek ji van cûreyan pir kêm tên dîtin, yanê zû bi zû bi dest nakevin an jî li deverên behrê yên ku çûyîna li wir zehmet e dijîn. Mezinahiya ji van hinekan bi tenê gava ku li qeraxan dikevin dikarin werin pîvandin. Bi gotineke din, dema ku herêma zûha laşê wan werimand an jî temirand.
Hinek ji wan jî ew qas mezin in ku pîvandina wan gelekî zehmet e. Va ye ji bo van sedeman e ku Okyanûs di heman demê de ji mezinkirin û efsaneyan re jî dibe xwedî mal.
Em ewil li ser kelemara dêw bisekinin. Di gelek nûçeyan de ku li ser çapemeniyê cih girtin hat ragihandin ku bejna vî heywanî efsaneyî digihîje 18 mîtroyan.
Li gor McClain ev dûrî aqil e. Behreke mezin a ji van ajalan em dikarin bibêjin ku ji nîvê vê dirêjahiyê jî piçûktir bûn. Gelek ji wan gava ku li qeraxê diketin, ji ber rizînê qasê wan sist dibûn û piştî ku mirovên bi mereq jî milê wan dikişandin dihatin pîvandin.

Heta kesekî bi pîvana gavan, derbarê mezinbûna kelemar de ku li qeraxê ketibû, hin texmîn kiribûn.
McClaîn,li Zanîngeha New Mexiciyê digel Meghan Balk li pey şopa çavkaniyên hîn bi ewle ket. Girseya ku ji pênc xwendekarên zanîngehê û hevpîşeyan pêk dihat digel komekê dest bi xebatê kirin.
Tîmê cûreyên bi hev re têkildar nav xwe de parve kirin û bi pîvandinên navborî re têkildar li ser lîteratura zanistî lêkolîneke berfireh kirin.

Li her aliyên pirtûk, bûlten û rojnameyan nihêrîn. Ji hevpîşeyên xwe yên ku li mûzeyê dixebitin daxwaza pîvandina cûreyên ku di koleksiyona wan de ne kirin. Bi wan kesan re ku kûsîyên li qeraxê ketibûn xelaskiribûn, ketin têkiliyê.
Ji bo ku pîvanên qalikên Şehên avê yên qerase û Şeytanokan bibînin lêkolîna qeydên eBayê kirin. Bi vî awayî bi hev re gihîştin texmînên herî baş ên dirêjahiya 25 qereseyên okyanûsan.
Reqemên ku ji bo hin cûreyan tên bilêvkirin pir xelet in. Kalamarê qerase ê ku mezinbûna wî hatiye teqezkirin 12 mîtro bû. Belê, ev yek nayê wê wateyê ku ne qerase ye, lê dîsa jî ji 18 mitroyan kurt e.
Her çiqas giraniya Morsê herî mezin a ku tê zanîn 1883 kîlogram be jî, li ba wê îdiayê ku tê gotin nêçîrvanekî dêwekî 2 ton nîv girtiye, ne tu tişt e.

Texmînên ku ji bo hin cûreyan jî hatıne kirin demborî bûne. Mînak, daneyên ku ji bo mezinahiya şehmasiyên dêw hatine tomarkirin ên salên 1960 û 70î ne. Li gor dîtina vê tîmê daneyên derbarê sitû şêr, dayika behrê û kewcalên pindir ên japon û gelek cûreyên din de, ne teqez in.
McClain dibêje “ dibe ku hin ajal wekî berê mezin nabine”. Masîgirekî di sala 1885’an de li giravên Aleutê dirêjahiya wê ji milekî heya mila din 9,8 mîtro axtapotekî qerase yê Pasîfîkê girtiye.
McClain di berdewamiyê de dibêje “ ez û dû pisporên axtapotan ku me bi hev re li ser nivîsê lêkolîn kir, em heya niha rastî mezinahiyeke wiha nehatine”. “Sedema vê yekê dibe ku qirêjahiya behrê an jî guherîna klîmayê be”.
Mezinkirin û piçûkbûn li aliyekî, îstatîstîkên di nav belgeyan de didin nîşan ku okyanûs bi zindiyên balkêş û qerese tije ye.
Termê wan, her çiqas ji du heb tebeqeyên ku ji çavikên bi jelê tejîkirî pêk hatibe jî sûngerên qerase yên ku firehiya wan digihêje 2,5 mîtroyan; pişemasiya Nomurayê ya ku firehiya wê 2 mîtro ye, lê giraniya wê digihîje 200 kîlogram e, gurê tûpê yê ku dirêjahiya wê digihîje 3 mîtroyan û li nav kûrahiya behran dijî û kêzika tizbî ya ku yek ji cûreyek qerase ya bin avê ye, îzopodên dêw ên ku bejna wan digihêje 50 santîmîtroyî hinek ji van in.
Hûtê şîn ê ku bi memikê herî mezin ê bejna wî digihîje 33 mîtroyî û di carekê de dikare nîv milyon kaloriyê têxe zikê xwe. Hûtê semasî yê pişt bistêrk, masiyê herî dirêj e û dirêjahiya wî digihêje 18,8 mîtroyan. Masiyê herî dirêj ê bi hestî bêremasî, gelekî balkêş û cuda ye, wekî mar xwe diwerîne û bejna wî jî digihîje 8 mîtroyan.
Tîma lêkolîner, bi tenê ne mezinahiya hin ajalan, derbarê girbûnên wan de jî hûrgiliyên girîng bi awayekî balkêş da xuyakirin. Ev ji aliyê zanistê ve bêhtir kêr tê.
Mirovên ku bizanibin ka ev ajal dikarin çiqas mezin bibin kêfxweş dibin lê ev yek derbarê jiyana wan de pir kêm tişt dibêje. Wek mînak kalamarê herî mezin ê ku baş tê nasîn bejna wî her çiqas 12 mîtro be jî, bejna wan kêm zêde 7,3 mîtro ye û piranî ji 9,2 mîtroyan kurt in.
McClainê ku bi xwe jî zilamekî zexm e (1,88) dibêje: “mirov encax ji ber hin nexweşî û kêmasiyên genetîkî dikare bigihêje van mezinahiyên ji rêzikê dûr”.
Mirovê herî dirêj ê cîhanê bejna wî 2,72 mîtro bû. Ji bo ku bikaribe bimeşe bi lingên xwe ve tayên piştek girê dida û di 21 saliya xwe de ji nexweşiyeke otoimmûn enfeksiyonê lê giran kir û ew kuşt. Tiştên ku ne ji rêzê bin her çiqas me heyirî bihêle jî pir caran zû dawiyê li jiyanê tîne.
– Tekîn Çîçek / Kovara Zanko Hejmara 5’an
Şîroveyek
Pingback: MEZINTIRÎN JÎNDAR: EM DÎSA BÛN ŞAHIDÊ HÛTÊN ŞÎN – National Geographic Kurdî