MEZINTIRÎN JÎNDAR: EM DÎSA BÛN ŞAHIDÊ HÛTÊN ŞÎN

Dîmeneke nû ji hûtên şîn ên deryayên balûpal. Wêne: S. Cerciho

Ewqas ne hêsan e ku mirov vî mezintirîn ajalê dinyayê bibîne. Lêbelê hefteya borî li Antartîkayê ji hûtek û fexrikê wê dîmenek hat girtin. Bi vê dîmenê em ê nêzîktir bibin şahidê wê gera dayik û zarokî.

Dîmen bi keştiya bi navê Steve Irwin û ji aliyê endamên Sea Shepherd Societyê ve bi dronenan hatiye girtin. Dîmen ji jorê ve û di rojên dawî ên rêbendanê de hatine girtin.

Ji saziya Cascadia Researchê ya li parêzgeha Washingtonê byolog û kaşîfê National Geographicê John Calambokidis vê dîmenê wisa şîrove dike; “Girtina dîmene bi vî awayî pir dijwar. Mirov nikare wan hûtên şîn li her der bibîne û ji ber vî çendî qîmeta vê vîdeoyê jî pir zêde ye”.

Dîmen

Nifşê vî ajalî di bin xetereyeke mezin de ye. Wekî tê zanîn mezinahiya wan digihîje 30 mîtroyan û giraniya wan jî heta 180 tonê zêde ye. Di dîmenê de dayik û fexrikê wê bi hev re tê dîtin.

Gava fexrik nû dizên di derdora 6 û 8 mehan de ligel dayika xwe digerin û ji wê şîr vedixwin. Piştre ji dayika xwe vediqetin. Lêbelê berovajî hûtên din ên kujer û an jî hûtên asayî berê xwe didin tenêtiyê û bi tena serê xwe li tenhayan dijîn.

Nifşê hûtên şîn ji ber nêçîriya zêde di destpêka sedsala 20’an de hindik mabû ku biqele. Lewra hûtên şîn qirase û pir mezin bûn ku ew dibûn nêçîra nêçîrvanan.

Hûtê şîn, ji seranserê dîrokê yek ji zindiyên herî mezin e ku di gerdûna me de jiyaye.
Hûtê şîn, ji seranserê dîrokê yek ji jîndarên herî mezin e ku di gerdûna me de jiyaye.

Tê texmînkirin ku beriya nêçîrtiya zêde hejmara wan nêzî 300 hezar bû. Hejmara hûtên şîn ku piraniya wan li derdora Antartîkayê dijîn, piştî nêçîra zêde ket 450’yan û ev jî dike ji sedî 0,15’ê hejmara berê. (Hûn dikarin agahiyên zêdetir ji vê derê peyda bikin)

Nêçîra hûtên şîn di 1960’î de bi peymana navneteweyî bi temamî hat qedexekirin, lê nêçîrtiya qaçax û derqanûnî heta dawiya sala 1970’yî dewam kirin. Niha ji bo cureyên cuda yên hûtan li ser nêçîra wan carnan nîqaş tên kirin. Sea Shepherd di kampanyayên xwe de li dijî vê yekê derdikeve.

Calambokidis dibêje “di sala 1970’yan de gelek zanyar wisa bawer dikirin ku êdî hejmara hûtên şîn ewqas kêm bûye ku tu kes nikare ber bidawîbûna nifşê wan bigire. Lê ji wê demê û pê ve hin nîşane hene ku ew xwe didin hev û ev yek jî hêvî dide.”

Di roja me de zanyar hejmara teqez a hûtên şîn baş nizanin ka çend heb mane, lê wisa tê bawerkirin ku hejmara wan di navbera 10 û 20 hezarî de ye û ev hejmar hêdî hêdî zêde dibe. Ji bo hûtan xetereya mezintirîn ew e ku keştî li wan biqelibe.

02rarewhale.adapt.1190.1
Wêne: S. Cerciho

Bi taybetî li cihên ku keştî ji wan deran zêde derbas dibin, ji bo ku ber van qezayan bên girtin, rotayên hin keştiyan hatin guhertin û qaptanê keştiyan hatin perwerdekirin ku hay ji hûtan hebin. Agahiyên li ber dest zêde zelal nîn in.

Calambokidis dibêje ji ber  ku hûtên şîn pir mezin in û tirsa xetereyê li cem wan tune, nikarin ji keştiyan birevin. Ji bo wan heywanan xetereya din jî ew e ku di  nav avê de sonar tê bikaranîn û ev jî tesîrê dide ser xwarina wan.

Tevî her tiştî dîmeneke tiştênxweş nîşan dide ku piştî serdema nêçîrtiya zêde çawa xwe dane hev û hejmara wan zêde bûye.

– Bariş Ozdemîr / Twitter @OzdemirBaris89

Şîrove Bike