MEZOPOTAMYA, herêmeke di navbera Çemê Dîjle û Firatê de ye.
Tê gotin çîroka di Încîlê ya derbarê Birca Babîlê de ji wan zîgûratan îlham wergirtiye ku Babîliyan ava kirine.
Mezopotamya
Dîroka Avahîsaziya Mezopotamyayê beriya zayînê 4000’î de bi Sûmeran dest pê kir. Herêm paşê jî kete destê Asûrî û Babîliyan. Her çiqas li Şaristaniya Mezopotamyayê gelek şer diqewimiyan jî herêm ji aliyê avahîsaziyê ve her tim bi pêş diket.
Zîgûratên ku ji kerpîçan hatine çêkirin, avahiyên herî xweser ango cihêreng in. Ev zîgûrat pîramîdên biderence bûn ku ji bo bandora hewayê ji holê rakin rûyê wan bi tuxleyên êgir hatibû pêçan.
Ev avahî ne wekî ku li Misrê ji bo goran tên bikaranîn; bi tenê ji bo ku rahîb têkeve wek perestgehan hatibûn avakirin. Malên li bajêr jî bi kerpîçan dihatin çêkirin. Ji ber ku kerpîç diherifîn divê avahî her tim bihatina temîrkirin. Bi taybetî jî avahiyên nû li ser avahiyên kevn dihatin çêkirin, loma qada bicihbûnê hêdî hêdî bilind dibû. Ji ber vê yekê bajar wisa xuya dikin ku wekî ku li ser giran hatine avakirin.
Bajarê Babîlê ku li perava Firatê hatibû avakirin û li derdora wê birc hebûn paytextê Împaratoriya Babîlê bû. – Menazir Aslan
Parzemîn Solutions – Kovara Parzemîn