MIZGEFTA ŞEHÎDIYEYÊ Û MÎNAREYA WÊ

Wêne: Evdile Nazim | Nivîs: Cûneyt Ewrareş

Li Mêrdînê, Mizgefta Şehidiyeyê di sala 1214’an de ji aliyê Melîk Mansûr Nesreddîn Aslan ve wek medrese hatibû avakirin. Li başûrê medreserê mizgeftek, li bakur eywan û kaniyek, li rojhilat ji bo perwerdeyê çend ode û li aliyê din ê bakur jî hewşek hatiye avakirin. Di sala 2004’an de hate restorekirin xw di 2006’an de restorasyona wê qediya.

Mînareya mizgeftê jî di sala 1916’an de ji aliyê avahîsazê Ermen û Xiristiyan Lole ve hate avakirin. Şêwaza cuda ya avakirina mînareyê wek nîşaneya pirçandiyê tê nîşandan. Herwiha mînare xwediyê 2 nêrdevanên bo derketinê ne. 

National Geographic Kurdî

Şîrove Bike