Koloniyên moriyên ecem (gêrikên ecem)[1] yên ku rastî lehiyê tên tevdîrên wek revînê digirin. Moriyên karker zenî û lingên xwe bi hev ve dikin û di du deqeyan de komelekê wek şikevê ava dikin. Serkêş û larvayan li nîvê kelekê bi cih dikin, li ser wê şikevê ji laşê moriyan jortir ew ji şilbûnê xilas dibin.
Ji ber ku mûyên zirav yên moriyan hewayê digirin moriyên herî jêr jî bi giştî şil nabin. Moriyên gevez bi vê kelekê dikarin heya çend hefteyan bijîn, lê ji ber ku koloniyên xwe ji nû ve ava bikin divê dîsa biçin ser erdê.
Ji bo qebereya mezin li ser wêneyî bitikînin.
Ev wêne bi destûra David Hu û Nathan J. Mlot ve hatine weşandin.
Her ku li ser avê bin hin xetere jî li ber wan heye. Bo nimûne masiyên birçî ji xwe ji bo nêrçîrtiyê xwarineke amade dibînin. Li aliyê li ava nepen dirinde pir in. Masî nebe cureyeke din dê çav berde moriyan. Haya moriyan jî ji vê yekê heye û lewra divê xwe bigihînin erdê.
Heke gelek morî bibin nêçîra masiyan dibe ku koloniyeke bi tevahî ji holê rabe.
Serkêşek bi tenê seranserê jiyana xwe dikare sê milyon hêk bihêle. Bi vî awayî şûna moriyên karker yên ku dimirin tu cararan vala namîne.
[1] Gêrikên ecem / moriyên ecem – EN: fire ant.
– Edîbe Boga