NAGASAKI: ÇÎROKA BOMBEYA ATOMÎK YA HERÎ DAWÎ

Li bajarê Nagasakiya Japonyayê, bîranîneke dilsoj hate lidarxistin.

Hêzên Emerîkayê, di 9’ê Tebaxa 1945’an de bombeya atomê avêtibû û herî kêm 70 hezar kes miribûn. Û bi encama êrîşa bombeya atomê Japonyayê têkçûna xwe qebûl kir û li ser maseya aştiyê rûnişt.

Bûyera ku qedera Nagasakiyê guhert, beriya 70 salan, ji ber bêsiudî û pirgirêkan derketibû holê.

ji Kovara New Yorkerê Alex Wellerstein wiha behsa bombeya Nagasakiyê kir:

Di 9’ê Tebaxê saet 03.47’an de, danê sibehê, ji Girava Bockscar Tinianê balafira bombeavêj B-29’ê ya hêzên asîmanî yên Emerîkayê rabû.  

Bombeya atomê ya ku wek ‘Centerboard II’ hatibû binavkirin ji bo êrîşeke li dijî Japonyayê hatibû wezîfedarkirin.

150809100439_bockscar_624x351_afp_nocredit

Lê hêj jî dest bi peywîra taybet nekir, pirgirêk derketin holê. Ji ber ku di pompeya sotemeniya balafirê de pirgirêk derdiketin, her tim rabûna balafirê dihat betalkirin.

Beriya rojekê, 4 balafirên bombeavêj yên B-29’ê ji ber pirsgirêkên teknîkî ketibûn.

Ji ber ku depoyên sotemeniyê tijî bûn û gelek şewatên mezin dest pê kiribûn. Endezyarekî Emerîkî, yê ku li baregeha Tinanê dişixulî, wan rojên  berê wiha bi bîr dixe: “Heta ku me dît ew balafir rabû temenê me 10 sal kal bû” Herî dawî Bockscar bêpirsgirêk rabû.

Bombeya atomê ya ku wek “Fat Man”hatibû binavkirin nezî 5 ton bû. Kopyeyeke bombeyê, niha li Nagasakiyê di mûzaxaneyê de tê pêşkêşkirin.
Bombeya atomê ya ku wek “Fat Man”hatibû binavkirin nezî 5 ton bû. Kopyeyeke bombeyê, niha li Nagasakiyê di mûzaxaneyê de tê pêşkêşkirin.

Cebilxane û zirhên balafira Bockscarê, ji bo ku barê bombeya atomê hilgirê ji hev hatibûn derxistin.

Personelên balafirê, piştî ku 13 deqe balafir rabû “sekmanên sor”yên bergiriyê bi “sekmanên kesk”guhertin.

Piştî guhertinê êdî “Fat Man”ango “Zilamê Qelew”ji bo teqînê amade bû.

Bombeya atomê “Zarokê Biçûk”ya ku li Hiroshimayê dişebe gundorekî, “Zilamê Qelew”jî dişibe hêkekî mezin. Duvikê bombeyê, nezî metroyek û nîv bilindahiya wê, 3 metro jî dirêjbûna wê heye.   Duvikê bombeyê,  bi awayekî wisa hatibû sêwirandin ku dema ber bi hedefa xwe ve çû da neheje û belav nebe.

Mûrettebatên Bockscarê, li ser bombeya “Zilamê Qelew”hin tişt nivîsandibûn. Dema ku bombe, li Nagasakiyê ket,  li ser “Ji bo we diyariyeke din”û “ji bo Hirohitoyê maça duyemîn”hatibû nivîsandin. Bockscar nêzî 6 saetan firiya paşê jî gihîşte Girava Yakuşîmayê. Li vir du balafirên din yên B-29’ê hebûn.

Ya ewil, balafira bi navê, “Artîsta Bêkêmasî “bû. Peywîra wê, pîvandina hêza bombeya atomê bû.

Di balafira dûyemîn de jî kamereya “Kokuşuka Mezin”hatibû bicihkirin. Balafir, ji bo alikariyê bide mürettebatên Bockscarê hatibû çêkirin. Balafira tîpa B-29ê ku Nagasaki bombebaran kir balafira bomburdumanê Bockscarê bû.

Lê, balafira, “Kokuşuka Mezin”nikaribû bihata.. Piştî 50 deqîqeyên din, balafira Bockscarê biryar da ku bi “Artîsta Bêkêmasî”re riya xwe bimeşînê. Di hedefê de bajarê Kokurayê hebû. Bajarê ku serjimara wê 100 hezar û 78 kes e, ji aliyê fermandarên arteşa Emerîkayê ve “Li Japonyayê Depoya Çekan a herî mezin”dihat pênasekirin.

150809100203_gettyimages-53338964

Ferman dabûn mürettebatê Bockscarê ku bêradar û heta hedef nedîtin tu bombeyan neavêjin. Wê demê di pergala radarê de, gelek caran şaşîtî çêdibûn, ji ber vê yekê ev ferman bûbû hencet. Bockscar, danê sibêhê di saet 10.45’an de gihîşt Kokurayê. Dema ku gihîştin bajêr, li ser avahiyên leşkerî rastî mijeke mezin hatin.

Sedema mijê hêj jî ne diyar e. Lê, piştî vê mijê tu kesî nikaribû, li dijî hedefên Kokuruyê êrîşan li dar bixe.

Heta îro, derbarê mijê de li ser 3 teoriyan disekinin.

  1. Ji ber ku ba qulibî bû û ewrên tozê rabûbûn.
  2. Bomburdumana bajarê Yawatayê ya cîranê Emerîkayê
  3. Endazyarên santrala Kokuruyê, ji bo bajêr veşêrin, bi zanebûnî dû derxistin holê.

Hencet çi jî be, ji ber mijê, bombeya “Zilamê Qelew”nikaribûn biavêtina Kokurayê. Mûrettebat nezî 45 deqîqeyan li ser bajêr geriyan û paşê jî biryar dan ku derbasî hedefa duyemîn Nagasakiyê bibin.

Di Avrêla 1945’an de ji bo hedefên bombeya atomê lîste hatibûn amadekirin. Di van lîsteyan de navê Nagasakiyê jî derbas dibû, lê di meha Gulanê de hatibû derxistin. Li Nagasakiyê, keştigehên mezin û ji bo sîtola Japonyayê tesîsên ku torpîdoyan çêdikin hebûn. 

Lê, li bajêr kampeke ku dilgirtiyên şer ên Emerîkî tê de bûn jî hebû. Bajarê Nagasakiyê, li ser erdnigariyêke çiyadar bû, ji bo leşkeriyê jî hedefeke bi zehmet bû. Bajarên Kokura û Hiroşîmayê li gorî Nagasakiyê zozanên rast bûn. Nagasaki, di bin newaleke kûr de bû.

Di hedefên Emerîkayê de, bajarê Hîroşîmayê ji bo bikaranîna bombeya atomê cihê herî girîng digirt. Nagasaki, paşê li listeyê hat zêdekirin. Ji aliyê din, di hedefa arteşa Emerikayê de, Kyoto û Yokohama jî hebûn.

Lê ji ber ku bajarê Yokohamayê hatibû bombebarandin, ji listeya “hedefa bombeyên atomê”hatibû derxistin. Fermandarên Emerîkî, ji bo tesîrên bombeya atomê bi awayekî zelal bibînin, bajarên ku nehatibûn bomberandin hildibijartin.

Lê, di listeyê de, Nagasaki tune bû. Jixwe bajar, gelek caran, herî kêm 4 caran ji aliyê hêzên Asîmanî yên Emerîkayê ve hatibû bombebarandin. Di bombebarîna 24’ê Tîrmeha 1945’an de hedef wiha hatibûn rêzkirin.

Ger hûn li belgeyên di arşîva neteweyî ya Emerikayê binêrin, hûnê bibîbinin ku bi destnivîsê hin tişt hatinê zêdekirin.  Û di metnê de “Nagasaki”hatiye nivîsandin. Lê tu kes nizane, bê kê, ji bo çi ev tişt kiriye tu kes nizane.

Bockstar, di saet 11.50’an de, nezi 8 saetan firiya paşe jî gihişt Nagasakiyê. Di qeydên mûrettebatan de, hat diyarkirin ku ji bo balafirê, ji 2 saetan kêmtir sotemenî ma ye.

Heta pîlotekî di balafirê de, bawer nedikir ku vegerin baregeha Emerîkayê û wiha nivîsandibû: “Gelo, Pasîfîk cemedî ye?”

Li ser Nagasakiyê, ewr hebûn. Mûrettebatên balafirê, li cihekî digeriyan ku bombeyan biavêjin, lê ji ewran nikarîbûn. Balafir, li febriqeya çekan a Mitsubishiyê digeriya.

Pîlot piştî ku hedef dît, piştî 45 çirkên din “Zilamê qelew”ji Bockscarê hat avêtin. Bombe, ji balafirê hat firandin, pîlotê balafirê jî ji cihê ku bombe avêt, dûr ket. Pîlot, xwe ji beriya bobelata piştî çend çirkan xilas kir.

Bombeya atomê ya ku li Nagasakiyê ket, bajar serobino kir, herî kêm 70 hezar kesî jiyana xwe ji dest da.
Bombeya atomê ya ku li Nagasakiyê ket, bajar serobino kir, herî kêm 70 hezar kesî jiyana xwe ji dest da.

 Balafira “Artîstê Bêkêmasî”wenêyên piştî teqînê kişandibûn. Di wenêyan de dîtin ku bi bandora bombeyê ewr belav dibin.

Dûyê bombeyê, pêşiyê di rengê sor de bû paşê jî ber bi spî ve qulibî û li asîman bilind bû. Li ser bejayê bobelat û wêranebûn hebû, li asîmanan jî dîmênên dûyê ku wek kumikan bilind dibû û tirsek belav dikir, derketinê holê.

Gelo, murettebatê balafirê bi rastî jî hedef dît û bombe avêt an na? Derbarê vê yekê de gelek guman hene.

Zanyarê Fîzîkê yê ku bi Nobelê hatibû xelatkirin Luis Alvarez, li ser dîmenên teqînê şîrove dike û dibêjê “Versiyoneke wisa ye ku hinekî tevlî hev bûye.”Bombeyên atomê, kîlometrekê dûrî li febriqeya Mîtsûbîşîyê ketibûn.

Lê, bombeya atomê, gelekî dûrî febrîqeya çekan bû.

cihê ku bombeyê îsabetê kir, di heman demê de cihê Nagasakiyê bû herî zêde welatiyên sivîl lê hebûn. Arteşa Emerikayê, di sala 1946’an de derbarê hêrêmê de nexşereyek amade kiribû. Li gorî vê yekê, li cihê bombeya atomê, digel gelek nexweşxane, dibistan, gîrtîgeh jî hebûn.

Piştî bombebarandinê, vê carê ji balafirên Emerikayê, bi sedhazaran perçeyên kaxizan dihatin avêtin Nagasakiyê.

Di kaxizê de, bi Japonkî derbarê bombeya atomê de agahî hatibûn nivîsandin.  ji bo bandora bombeyê kêm bibe û bandora li ser gel kêm bibe divê çi bê kirin, hatibû nivîsandin.

Bocksarê, piştî bombe avêt, şev di sate 13.20’an de vegeriya balafirgeha asîmanî ya Okînawayê. Pîlotan dixwestin ku destûra daketinê bê dayîn, lê bersiv ji wan nedihat.

Çareyeke din a pîlotan nemabû. Pîlotan, camê balafirê şikandin û fîşenga nîşanî pêxistin. Xwestin ku welatiyên li herêmê bi fişenga nîşanê ji herêmê dûr bikevin.

Bi awayekî tund jî be, balafir serkeftî daket. Tekerên balafirê dema ku gihîştin erdê, ji ber ku sotemenî nemabû sekinî. 

Dema ku Emerikayê, li ser Japonyayê bombe barandin, li serokatiya Emerikayê Harry Truman hebû.
Dema ku Emerikayê, li ser Japonyayê bombe barandin, li serokatiya Emerikayê Harry Truman hebû.

Serokê Emerikayê Harry Truman ji encamê kefxweş nebû. Artêşa Emerikyê, ji bo bombeya atomê ku bû sedema wêrankirina welêt, hedef wek amatorî diyar kiribûn.

Ber bi dawiya meha Tebaxê ve di rojnivîsa Truman de wiha dinivîsî: ”Divê, bombeya atomê li dijî leşker, tesîsên leşkerî û sîtolan bê bikaranîn. Ne li dijî sivîl, jin û zarokan.”

Wezîrê Bazarganiya Emerikayê Henry Wallace, di rojnivîsa xwe de, derbarê Serokê Emerikayê Truman de wiha gotubû, “Ji ber bombeya atomê gelekî xemgîn e”

Tu carî, qebul nedikir ku bû sedema kuştina 100 hezar welatî. Her tim xwe bi xwe re di got, “Ewqas zarok” Truman, piştî bombebarandina Nagasakiyê, derbarê bûyera dilsoj de biryara ewil aşkere kir.

“Heta destûra Serok bi xwe nebe, tu kes dê nikaribe bombeyên atomê bikar bîne” Ji 9’ê Tebaxa 1945’an û heta niha di şeran de careke din bombeya atomê nehat bikaranîn.

– Menazîr Aslan – Jêder: BBC

 

Şîrove Bike