NASA PLANA XWE YA 2025 AN EŞKERE KIR

nasa-aniversary-ftr

 

Piştî çend rojên bi ser mirina Neil Armstong de NASA weke diyariyekê planê xwe yên heta 2025a bi vidyokê weşand.

Di van salên pêşiya me de ji bo ku bi kûrahî nepeniyên fezayê bên kişf kirin û di ser de jî ji astronotan vê carê li ser rijyaran (meteor) him lêkolînkirin û him jî mînak bê xwestin.

Ev astronot heta mehekî dê li fezayê bimînin û ev vîdyo li ser peywir û ji bo tevgerên wan hin tiştan dibêje, ev jî meraqa gel dikşîne ser xwe.

Keştiyên fezayê yên ji destê Orionê dê were bikaranîn. Piştî ku dê astronot peywira xwe bînin cih wê dakevin zeryayê. Kengî ku daketin bi serkeftî pêk were ji bo keştiya fezayê dîsa biçe fezayê dê bê amade kirin.

Hûn bixwazin plan û mebestê NASAyê yên ji bo 2025a bibînin û bi hûrigihayî temaşe bikin bi vê lînkê xwe bigihînin wê vîdyoyê.

Şîrove Bike