Me di malpera anketê ya Quorayê de, bersivên pirsekê berhev kirin. Pirs ev bû: “divê ji bo atmosfereke çîrokî mirov biçe kîjan cih û deveran? Heft cihên efsûnî ketin lîsteya anketê.
Bo mînak; ji qesra ku şatoya Sindirellayê tîne bîra mirovan a li herêma Alpên Elmanyayê, heta Herêma Golan a ku sûd daye nivîskarê Hobbit û Serkêşê Gustîlan JRR Tolkien, wek van heft cihên nuwaze di lîsteyê de cih digirin. Hûn dikarin li xwarê lîsteya van cihên efsûnî bibînin.
Zeviyên Laleyan ên Holandayê
Ev zeviyên ku bi kulîlkên rengûreng hatine xemilandin wan wêneyên di pirtûkên zarokan de tîne bîra mirovan. Li Holandayê gera zeviyên kulîlkan bi meş, bisîklet û bi karavanayê tê kirin. Ev ger wek çalakiyên nûjen tên zanîn. Li Holandayê dîroka laleyan gelekî kevn e. Kulîlk di sedsala 16. de bi riya derkirînê li welêt berbelav dibe.
Paşê ev kulîlk di sedsala 17. de ku wek serdema zêrîn tê zanîn navdar bûye. Zeviyên ku herî zêde tên ecibandin, li bajarên Leiden û Den Helderê ne ku dikevin rojavayê Holandayê.
Yên din jî li nêzî Enkhuizen û Flevolandê ne. Li Holandayê salê 3 milyar pîvazên laleyan tên çandin. Demsala laleyan ji meha Adarê dest pê dike û heta meha Tebaxê didome. Di vê heyama çandina laleyan de bi hezaran kes tên van deran ku kulîlkan bibînin.
Sagrada Familia, Barcelona – Spanya
Ev berhema Gaudi ya xeyalî wekî şatoya bîrdariyê ya Gotîk e ku bi çîrok û siran ve hatiye hûnandin. Ev dêra Katolîk a Romanan ku ji aliyê yek ji avahisazên navdar ên Spanyayê Antoni Gaudi ve hatiye sêwirandin, di lîsteya mîrata çandê ya dinyayê UNESCO’yê de cih digire. Di sala 1882an de avakirina dêrê dest pê dike.
Dema ku Gaudi di sala 1926’an de dimire dêr hê jî nehatibû xilaskirin. Paşê jî ji ber şerê navxweyî, şewat û hinek rewşên binîqaş xebatên çêkirinê giran giran hatine meşandin. Avahîsaz texmîn dikin ku ev proje di 2026’an de yanê di 100. salvegera mirina Gaudi de xilas bibe. Salê 3 milyon kes tên serdana vê dêrê.
Her wiha ev cih li Barcelonayê wisa tê zanîn ku herî zêde zîyaretvan tên serdanê û lê digerin. Helbet sedemên vê yekê yên berbiçav hene. Sagrada Familia berhemeke wisa ye ku mînakên wekî wê tune ne. Bi nuwazebûna xwe ve mirovan matmayî dihêle. Ev berhema Gaudi jî Barcelonayê dike paytextê çandî yê Spanyayê.
Herêma Golan – Îngilistan
Herêma Golan a ku dikeve Bakur-rajavayê Îngilistanê, bi geliyên wekî kartpostalan, golên geş, çiyayên bedew û berpalên xwe ve mirov dibêje qey ji çîrokan firiyane û derketine.
Vê herêmê îlham daye nivîskar û helbestavanên navdar ên Îngilistanê. Salê 16 milyon kes tên serdana vir. Cihên xwe yê çolter, malên spî û zeviyên ku bi dîwarên kevirîn hatine dorpêçkirin bi taybetî bala bajariyan dikişîne û ji bo wan atmosfereke çîrokî diafirîne.
Gola Sørvágsvatn û Giravên Faroeyê
Gola Sørvágsvatnê (Leitisvatn) ya li Giravên xweser ên Faroeyê ku girêdayî Denmarkê ne, bi dirêjahiya xwe ya 6 kîlomîtroyî gola herî mezin a komgiravan e. Bi saya îluzyona optîk gol wekî ku bi sedan mîtroyî ji behrê bilindtir xuya dike. Hal ev e ku bilindahiya golê bi tenê 30 mîtroyî ji ya behrê zêdetir e. Bi saya kendalê tîk û ji aliyekî ve girtina dîmenan, Krzywy Domek bêtir li jor ango bilind xuya dike. Girava Wagarê ji xeynî vê golê bi kendalên bilind, çûkên kêmzêde, mêrgên kesk û xweşikiyên cuda yên xwezayê balê dikişîne.
Zinarê Preikestolenê – Norwêc
Ev he ku li herêma Ryfylkeyê li qeraxa behrê ye, mirov dibêje qey ji fîlmên Holywoodê derketiye. Gelek geştiyar têne serdana vir. Firehiya zinar 25 mîtro ye û ji behrê 604 mîtro bilindtir e.Tê texmînkirin ku kendal beriya 10 hezar salan di serdema qeşayê de çêbûye. Ava ku ji qeşayê derbasî qelşên çiyê bûne cemidîne û bûne sebeb ku zinarên mezin perçe bibin.
Şatoya Neuschwanstein, Bavyera – Elmanya
Şato, li quntara çiyayên Alp ên başûrê rojavayê parêzgeha Bavyerayê ne. Tê gotin ku ev avahî ji bo Şatoya Rinda Razayî ya Disneylandê û Şatoya Sindirella ya Disneyworldê bûye sûdeke şêwazî. Di nav vê avahiya efsûnî de eniya berespiya biriqî, bircên şanîdanî û polayên şovalyeyan hene. Mirov dibêje qey ji deriyî mîrzadekî qeşeng ligel hevsera xwe ya rind derkeve û silavê bide me. Di sala 1869’an de qralê 2. yê Bavyerayê Ludwig vê şatoyê ji bo cihekî taybet ya bihnvedanê da çêkirin. Dema ku qral di sala 1886’an de mir, şato jî ji bo serdanan tenê hate vekirin. Her sal 1,3 milyon geştiyar tên serdana vê şatoyê.
Avahiya Xaromar (Krzywy Domek) – Polanya
Ev xaniyê xaromar li Polonyayê ye û bi qasî 4 hezar mîtro çarçik cih digire. Ji bo şêwaza vî xaniyî berhemên xêzkerê pirtûkên zarokan Jan Marcin Szancwe û nîgarkêş Per Dahlberg sûd hatine girtin. Avahî li bajaroka qeraxê ya Sopotê ye û her wiha li hundirê xênî navendên danûstandinê, restoran û îstesyona radyoyekê jî heye. Her sal bi hezaran geştiyar têne serdana vir.
– Gonul Gun / BBC