Ajansa RojNews’ê ku bi piranî li Başûrê Kurdistanê nûçeyan çêdike li ser mijareke balkêş nûçeyek amade kir. Bûyer li Rojhilatê Kurdistanê pêk tê û ji bo nêçîrvanên din ku li Kurdistanê zirar didin ajalan mînakeke baş e.
“Komek ji Jîngehparêz û nêçîrvanên Rojhilatê Kurdistanê di destpêka sala nû ya Newrozê de qefesên kewan şikandin û şewitandin ji bo ku di sala nû de lingê tu kewî nekeve van qefesan.”

Ev merasîm ji aliyê xelkê herêmê ve rastî elaqeyek mezin hat. Niştecihên gund jî hemû kewên ku di qefesan de xwedî dikirin, berdan hembêza siruştê.
Nêzî du sal in li Rojhilatê Kurdistanê çalakiyên bi vî rengî ji aliyê rêxistinên jîngehparêz ve tên lidarxistin. Çalakiyên wek nebûna nêçîrê, şikandina qefesan, azadkirina kewan, paqijkirina cihên giştî û çandina daran di van du salên dawî de wek xebatek sereke ya saziyên jîngehparêzan e.

National Geographic Kurdî / Jêderk: RojNews