NEDIYARIYÊN EŞKERE – ÎZAFIYET – KÛANTÛM

Ji bicihkirina Teleskopa Valahiyê Hubble’ê ya bo rêgehê bigirin heya nêrîn-teza Galileo ya mekanîka hilavêtinê, ji qanûnên tevgerê yên gerstêrkan ên Keplerê bigirin heya tarîfa rakêşiyê[1]ya Newtonê hemûyan jî di sepandinekê de em dikarin bikar bînin.

gravity-probe-b

Teoriya îzafiyetê ya giştî ya ku Einstein di sala 1916’an de eşkere kiribû, nîşanî me da ku dem, valahî û rakêşê li her aliyê gerdûnê dikare werin xwarkirin û hatine xwarkirin jî. Ji bilî vê kozmologên îroyîn dibêjin, em hebûna kunareşên[2] ku ronahiyê jî nahewînin qebûl dikin. Kozmologên îroyîn, difikirin ku divê dem û valahî 11 Dûrî bibin û qala teoriya qinapê[3] ku tu kes ji sedî sed nizane, teoriya zarê, gerdûnên paralel, medeyên tarî û enerjiya tarî dikin. Herçî ev yek teoriyên ecêb bin jî û wekî fîkrên fantastîk bin jî matematîka ku li pişt van teoriyan e gelek xurt û piştrast e.

Mirov dikare pirseke wiha bipirse: “Li wê derê çi heye?” Ji bo vê pirsê bersivên ku kozmolojiyê dabûn, dibe ku bibe sedema fîkrên wiha jî: “Dinya li derdora tavê dizivire” û ev fîkir dibe ku ji bo merivan fîkreke nepêkan û neerênî be. Ji wê rojê heya îro, tiştê ku guheriye ew e ku her çiqas carna delîl û fîkra giştî hevdu negirin jî îro zanistî, li ser lêkolînekê yan jî li ser xebatekê nirxandineke objektîf dike. Nêrîna me ya derbarê asîmanê de êdî tenê ji girovereke girtî û sînordar pêk nayê, berevajî wekî kozmosekê ku em jî perçeyekî wê ne û roj bi roj firehtir dibe û ebedî ye. Lêbelê ya girîngtirîn jî ew e ku derbarê bûyeran de guhertina nêrîna me ye. Ji bo em ew tiştên ku di gerdûna balkêş û çavşikan de dibînin fam bikin, ne bi nêrîneke dogmatîk, bi nêrîna nûjen û azad em li bûyeran dinêrin.

 “Derbarê asîmanê de nêrîna me ya êdî tenê ji girovereke girtî û sînordar pêk nayê, berevajî vê yekê wek kozmosekê ye ku  em jî perçeyekî wê ne û roj bi roj firehtir û ebedî dibe.”

Wêne 1:Di sala 1924’an de Edwin Hubble nîşan dabû ku Nebûlaya[4] Andromedayê ji dûrî 2 milyon saletîrêjan e û pergaleke serbixwe ya rojê ye. Îro em jî dizanin ew jî mîna kadiza[5]me galaksiyeke pêçokayî ye. 

Wêne 1
Wêne 1

Wêne 2: Bi saya Teleskopa Fezayê ya Hubble, wekî Nebûlaya Kevjalê ku di wir de tê dîtin, gelek dîmenên ecêb hatine bidestxistin.

600px-Crab_Nebula
Wêne 2

Jêder: Kovara Zanko

[1]Rakêşî – hêzekêşiya baristayî, erdkêşiya baristayî.

[2]Kunareş – çalareş, çalên reş yên li fezayê, qulên reş, EN: black hole.

[3]Teoriya Qinapê – teoriya zîcîrî, bendê, nex, EN: String Theory.

[4]Nebûla – nebûloz, ewrahî, EN: Nebula

[5]Kadiz – kakêşan, riya kayê, EN: Milky Way

Şîrove Bike