NEFTA XAM Û GAZA SIRÛŞTÎ

Îro pêdiviya komirê ji % 100 nefta xam ya ku tê zanîn pêk tê. Mirov dikare bi alîkariya kuleyên sondajê û platformên li dora peravê bi awayekî hêsan vê kanê bi dest bixe.

rubbermarketnews_RMN_brent_crude_oil_050

 

Mirov dikare ji cihên sîst û xîzê jî neftê derxîne, lê ji bo vê bihayekî giran divê. Ji aliyê din ve bi awayekî mezin wê bibe sedema qirêjiya derdorê jî. Ji ber vê yekê ye ku nefta xîzê yên li Kanada û Venezûelayê, ji aliyê stratejîk ve zêde ne girîng e.

Li tevahiya cîhanê ji ¼ xerîdariya enerjiyê, bi piranî ji nefta xam û gaza siruştî pêk tê. Ji 2/3 yê hemû çavkaniyên sotemeniya fosîlî li herêma Rojhilata Navîn heya bi Sîbîryayê peyda dibe.

barrels-containing-crude-oil

ANATOMIYA NEFTA XAM KENGÎ Û ÇAWA ÇÊ BÛ. ‘‘AN EW  ORGANÎZMA,  BAV Û KALÊN ME NE’’ DIBE KU EM DI WESAYÎTÊN XWE DE FOSÎLÊN BAV Û KALÊN XWE DIŞEWITÎNIN.

Nefta xam û gaza siruştî bi eslê xwe ji jîndarên biçûk ên di okyanûsan de mezin bûne pêk hatine.Tebeqeya xiltê, ser van bermayiyan digire û bakteriyan jî ev organîzmayên mirî zivîrandiye karbonên salgirt ên pêkhatî.

Fişar û germahiya zêde ya ku ji ber xiltê çêbû, nefta xam û gaza siruştî derxist holê. Ev herdu cure jî cureyên hîdrokarbonê ne.

Fişara zêde, di kendalan de tepisiye û hîdrokarbon derxistiye holê. Ji ber ku giraniya hîdrokarbonan zêde nîne, ew ber bi jor ve bilind bûye. Di bin tebeqeyeke ne zelal de nefta xam û gaza siruştî, di qulikên kendalan de kom bûne.

Çavkanî: Kovara Zanko

Şîrove Bike