Brûsk, herî zêde li herêma Ekvatorê dikevin. [Wêne: NASA]
Brûsk, herî zêde li herêma Ekvatorê dikevin. [Wêne: NASA]

NEXŞERIYA BRÛSKÊN LI CÎHANÊ HATE AMADEKIRIN

Ji aliyê du peykên NASA’yê ve di nav 15 salan de dane hatin berhevkirin û nexşeriya Brûskên Cîhanê hate amadekirin. Di nav wan herêman de ku herî zêde Brûsk dikevin, Ekvator li rêza yek cih digire.

NASA’yê di navbera 1998 û 2013’an de bi peykên Tropical Rainfall Measuring Mission û OrbView-1/Microlabê rêjeya ketina brûskan pîvand. Li gorî nexşeriyê derket holê ku brûsk herî zêde li herêma Ekvatorê dikevin. Li gor rêjeya di navbera bejahî û okyanûsê de jî herî zêde brûsk li bejahiyan dikevin.

Li gorî agahiyên ku li ser malpera Çavdêrxaneya Cîhanê ya NASA’yê derbarê brûskan de hatiye dayîn ketina brûskan bi germahiya herêmê re ji nêz ve eleqedar e.

Ji ber ku li bejehiyan tîrêjên rojê zûtir tên hewandin, ev erd beriya avê germ dibe. Germahiya zêde di hevsengiya atmosferê de dibe sedema xerabûnê û ev yek jî dibe sedema bahozên ku brûskan derdixe holê.

Li ser rûyê cîhanê, cihêkî din yên ku herî zêde brûsk dikevin, Gola Maracaibo ya Venezuelayê ye. Ji ber germahiya Çiyayên Andê, ba û rewa, li gol û derdorê wê dibe sedema bahozê. Ev yek jî dibe sedema ketina brûskan. Li herêmên Rojhilat yên Komara Kongo ya Demokratîk jî bi heman rêjeyê brûsk dikevin.

Li gorî agahiyên Reutersê, li Gola Maracaibo her sal, nezî 300 brûsk dikevin. Li her kîlomîtroya ku Gola Maracaibo lê ye di salê de 250 brûsk dikevin.

– Menazîr Aslan

Şîrove Bike