Nivîs: | Cûneyt Ewrareş | Wêne: | Barry Rosenthal |
Piştî şoreşa pîşesaziyê li tevahiya dinyayê hilberîna amûr û alavan hêsantir bû. Ev hêsanî bi însanan re rehetiya xerîdariyê anî ku îro sedema qirêjahiyeke mezin e. Bi taybetî ligel bikaranîna neftê, hilberîna alavên kêrhatî û demkî jî zêdetir bû. Îro li dinyayê ev alav dibin sedema qirêjahiyeke mezin.

Li welatên pêşketî rewşa xirab her diçe çareser dibe lêbelê li welatên din ev rewş nayên axaftin jî. Plastîkên ku hîmî wan neft e dikarin bi hezaran salan nerizin û mayînde bibin. Ev xetereyeke mezin li dû xwe tîne.
DEMNAMEYA PLASTÎKAN
Umrê bikaranîna me ya plastîkan ji 100 salan kêmtir e. Di Şerê Duyem ê Cîhanê de pir hat hatin bikaranîn. Ji wê demê heta niha her sal bikaranîna wan zêde bû. Ji alavên tenduristiyê bigirin heta her perçeyekî wesayîtan her tişt ji plastîkan tên çêkirin. Îro ji bo jiyana me berhemên jêneger in, ku em zanibin bi kar bînin wê ji bo jîngehê jî wisa bin.
Tenê li Çînê hilberîna plastîkê ji sedî 30 puanê zêdetir e. Asya navendeke mezin a hilberîna plastîkan e.

Artîst Barry Rosenthal ji bo ku balê bikişîne vê dînîtiyê ji alavên plastîk koleksiyenek çêkir.
Parzemîn Solutions