NEXWEŞIYEKE NAV MALAN: EBOLA

 Ji çend salan carekê nexweşiyeke bi talûke li ser rûyê dinyayê belav dibe û darê dinyayê li hin mirovan teng dike. Di sala 2004an de li Asyaya dûr (ÇînJaponKore ) Şewba balindeyan a bi navê înfeksiyona H5N1’ê derket holê û ji ber vê şewbê bi sedan kes mirin. Hê çend sal di ser vê nexweşiyê re derbas nebûbûn, Şewba Berazan derkete holê. Vê şewbê jî wekî ya balindeyan bi hezaran mirov kuştin. Wekî ku hun jî dibînin ji çend salan carekê nexweşiyeke nav malan (infectious) derdikeve û pêşî lê nayêt girtin û belav dibe. Ev nexweşî dibe sedema mirina bi sedan, carinan jî bi hezaran kesan û piştre bi carekê winda dibe. Nexweşiya nav malan a ku îsal ji nû ve rû da û bû sedema mirina bi sedan kesan “ebola” ye.

  1. Ebola yekem car li ku derketiye?

Ebola nexweşiyeke kujende ye. Tê îdiakirin ku yekem car di sala 1976an de li welatê ku em îro wekî Komara Demokratîk a Kongoyê dizanin, derketiye holê. Ji wê demê û vir de carinan rû dabe jî ji nav sînorên Efrîqaya navîn derneketiye. Lê di sibata 2014an de vê carê li daristanên Gîneyê  peyda bû. Peyre ji wir pekîya Lîberya, Sierra Loene û Nijeryayê. Ev nexweşî bi gorîl û şempanzeyan jî peyda dibe û çawa ku mirovan dikuje wan ajalan jî dikare bikuje. Her çiqas ji sedî sed nehatibe zanîn jî, dibêjin çavkaniya nexweşiyê şevrevînk e. Ebola nexweşiyek ewqas xeternake ku % 90 mirovên bi vê nexweşiyê dikevin, dimirin. Li gorî agahiyên ku Rêxistina Tendurustiyê ya Cîhanê (RTC) û saziyên tendurustiyê didin, li Lîberya, Guinea, Sierra Leone û Nîjeryayê, heta îro di encamê de 6405 tespît û  ji 9365 zêdetir mirin çêbûne.

 

Ebola_Epidemic_Map_Wide

  1. Sîmptomên Ebolayê

Ji ber ebolayê, nexweşiya tagermiyê ya bixwîn, pergala bexşandina laşî ya xwe bi xwe  têk diçe, peywira xwe bi cîh nayne, xwîn ji demarên mirov derdikeve. Kesên ku bi nexweşiya ebolayê dikevin vedirşên, bêhal dikevin, zikê wan diçe,  carinan jî xwîn ji wan diçe û laşê wan jan dide. Piştî ku vîrus dikeve laşê mirovan, 5-10 rojan de nexweşî xwe werar dike. Di destpêka nexweşiyê de, ji nişkê ve tagermî, serma, lerizîn û bêtaqetî di laşê mirovan de peyda dibe.

Piştî ku nexweşî di laşê mirovan de bi cih dibe, ji çav, poz, guh û devê mirov xwîn diherike û ji cihê ku derziya seromê tê lêxistin xwîn diherike. Sîmptoma (elamet) herî berbiçav a nexweşiyê derbûna xwînê ya ji laşê mirov e. Çimkî vereşîn, êşa laşî û tagermî di heman demê de di nexweşiyên din de jî rû dide. Pirraniya caran dema ku xwîn ji laşê kesê nexweş diherike tê fêmkirin ku bi nexweşiya ebolayê ketiye. Kesên ku bi vê nexweşiyê dikevin dawiya dawî bi kêmasiya pirr-endamên laşî jiyana xwe ji dest didin. Ji ber ku ebola hucreyên xwînê yên spî ji holê radike û êdî laşê mirov nikare li hember nexweşiyê têbikoşe.

  1. Ebola çawa belav dibe?

Bi temamî nayê zanîn ku vîrus çawa gihiştiye mirovan, lêbelê amaje pê tê kirin ku çavkaniya vê vîrusê şevrevînk in. Bi rêya avên laşê mirovan ve (xwîn, vereşîn, mîz, xwêdan) dikare bi hêsanî ji mirovekî derbasê yekî/a din bibe. Dema ku yek bi vê nexweşiyê ket; dikare bi çend awayan vê nexweşiyê, li mirovên din jî bigerîne.

 

ebola_suit

 

  1. Dermankirin

Heta niha tu tedawî ji bo ebolayê nehatiye dîtin. Her çiqas piştî rûdana nexweşiyê çend cure hewldan ji bo ceribandinên dermanan çê bibe jî tu encameke serkeftî nehatiye bi destxistin. Bi gelemperî kesê ku bi vê nexweşiya neçar dikeve, bo ku nexweşî belav nebe, ew kes tê îzolekirin. Carinan ew kesê ku nexweş dikeve di odeyên taybet de tê tedawîkirin. Tedawî zêdetir piştgiriya kesê nexweş e ku wicûda wî/wê bi nexweşiyê re şer dike. Hê jî nehatiye zanîn ku çawa hin kes ji nexweşiyê xelas bûne. Heta niha çend derman ji bo ceribandinên ezmûnî li ser ajalan hatin ceribandin. Her çiqas encamên hin ceribandinan erênî derketibin jî, ji bo mirovan bi awayekî berbelavbûyî nehatiye ceribandin û lewma jî encameke têkûz nehatiye bi dest xistin.

Çavkanî: Kovara Zanko

Şîrove Bike