Nivîs: Jason Bittel | Wêne: Felipe Dana AP | Werger: Ercan Dag |
Heke kermêş bên tunekirin wê çi bibe?
Ev wêne yê kermêşeke (pişo) Aedes aegypti ye ku li Enstîtuya Fiocruzê ya li bajarê Recifa Brazîlê ku li wir vîrûsa Zîkayê pir belav bûye, bi mîkroskopê hatiye kişandin.
Kermêşa ku tevî orkîdeyê tê de gelek gerikên nebatan hene, ji bo gelek ajalan wek xwarinekê ye. Kermêş. Piçûk e, zirav e û bi hêsanî tê pelixandin. Tevî vê yekê dibe sedema ziyaneke mezin.
Piştî belavbûna vîrûsa zîkayê, kuştina kermêşan hat axaftin ku dibin sedema gelek nexweşiyên metirsîdar ên dinyayê. Baş e heke hemû kermêş ji nişka ve werin kuştin dê tesîreke çawa bide derdorê. Bersiva wê pirsê pir kurt e: Tu kes nizane!
Lêbelê zêdetirî 3 hezar û 500 cureyî kermêşan hene û bê guman her kermêşek jî xwediyê taybetmendiyeke cihê ye. Wek mînak dema kermêşekî nêr nektarê dixwe, dibe sedem ku hin cureyên kermêşan gerik ango polenên zad û kulîlkan belav bikin.
Bi heman awayî, kermêşên mê û nêr ji bo masî, kusî, çûk, şevşevok û gelek ajalan dibin xwarin.
Baş e, lê Şevşevok?
Şevşevok wekî neyarê kermêşan tên zanîn. Nexwe kuştina kermêşan, gelo dê li gor ajalên din bêhtir bandorê li şevşevokan bike? Li gor biyolog Winifred Frickê ku li Zanîngeha Californiyaya li Santa Cruzê li ser şevşevokan dixebite ne wisa ye.
Piraniya şevşevokan ajalên dirinde yanê kêzik, kermêş an jî çi bi destê wan bikeve dixwin. Frick dibêje: Tu şevşevokek tune ye ku bi taybetî xwe bi tenê bi kermêşan xwedî bike.
Hinek cureyên kermêşan bêhtir bi roj çalak in û bi vî awayî şevşevok bi hêsanî nikarin wan bixwin. Pir balkêş e ku Aedes aegypti û Aedes albopictus ku bûne sedema bûyerên vîrûsa zîkayê di nav wan cureyên kermêşan de ne ku bi roj bi mirovan didin an bi mirovan digirin.
Frick dibêje; ji bo tunekirina kermêşan bikaranîna dermanên wekî DDT’ê ji bo şevşevokan ji birçîbûnê zêdetir xetereyeke wekî mirinê ye. Frick wiha diaxive: Bikaranîna dermanên kêzikan ên belavbûyî, dibe ku mîna jiyana kovî tesîrên mezin li şevşevokan jî bike.
Kermêşa Nepenî
Pisporê Karên Raya Giştî yê Xizmeta Jiyana Bejî û Masiyan ê Emerîkayê Ann Froschauer dibêje; Kuştina hemû kermêşan dibe ku rê li ber encamên wisa veke ku tu kes nikaribe texmîn jî bike.
Kêşeya herî girîng ew e ku em nizanin kermêş di kategoriya piramîda xurekan de cihekî çawa digirin?
Li ser ajalên wekî şêr û leoparan ku çiçikên wan mezin in gelek lêkolîn hatine kirin. Sedema vê yekê jî diyar e. Temaşekirina wan li gor kermêşên piçûk ên ku di pengavan de dizên hêsantir e.
Ji Zanîngeha Californiyaya Santa Cruzê pisporê hawirdora nexweşiyê Marm Kilpatrick dibêje dema ajalek ji ekosîstemê bê derxistin dê bi xwe re hinek tiştan teqez biguherîne. Baş e gelo ev tesîr tiştekî çawa ye, mirovekî asayî jî wê bikaribe pê bihese yan na?
Kilpatick dibêje: Em nikarin bersiva vê bidin lê bi ya min dê nebe.
“Tiştên Piçûk ên ku Dinyayê bi rê ve Dibin”
Di dema rûdayîna nexweşiyên wekî şewbê de, gava ji aliyê tenduristiya global ve kermêş bên kuştin wê gelek encamên wê yên girîng hebin.
Kermêş bi xwe re nexweşiya lerzetayê tînin. Heke kermêş bên kuştin nexweşiya lerzetayê jî wê rû nede. Li gor rêxistina Tenduristiya Cîhanê di sala 2015’an de 438 hezar kes ji ber lerzetayê mirine.
Cureyên kermêşê ku dibin sedema vîrûsa zîkaya îroyîn di heman demê de dibin sedema vîrûsên deng (salê 22 hezar mirin) û hummaya zer (salê 30 hezar mirin).
Herwiha ne tenê mirov ji nexweşiyên ku kermêş belav dikin, tesîrê dibînin.
Beriya salên 1800’î li giravên Hawaiiyê ji ber ku kermêş tunebûn, jiyana kovî ya li wir bi nexweşiyên kermêşan re rû bi rû nediman. Dema kermêş li keştiyan siwar bûn û hatin, piraniya cureyên çûkên Hawaiiyê ji ber nexweşiya kulîlkan mirin.
Hêj nayê zanîn ku kermêş bi temamî dikarin bên kuştin an na? (lê bi dibetiyeke mezin ne pêkan e) Biyolog E.O. Wilson demekê derbarê ajalan de wiha digot: “Tiştên piçûk ên ku dinyayê bi rê ve dibin.” Hêj derheqê ajalan de gelek tişt hene ku em tênegihîştine. □
Parzemîn Solutions – Kovara Parzemîn