Nivîs: | Cûneyt Ewrareş | Wêne: | Alamy/SPL/NPL |
Heke em bixwazin makîneyekê saz bikin û vegerin paşeroja dinyayê, em ê poşman bibin. Lewra wê gelek tiştên xirab li hêviya me bin. Em ê tenê di nav çend deqeyan de ji ber bêoksînejiyê bimirin.
Gava gerstêrka me nû ava bû, di atmosferê de tu oksîjen tunebû. Zanyar dibêjin çêbûna vê gazê beriya 2,5 milyar salî dest pê kiriye.
Pêkhatina oksîjenê ya di atmosferê de wek “Karesata Mezin a Oksîdasyonê” tê binavkirin. Ev yek, yek ji bûyerên herî girîng ên rabirdûya gerstêrka me ye. Heke oksîjen çênebûya niha îro li ser rûyê erdê tu jîndar tunebû.
Baş e, lê oksîjen çawa pêk hat?
Bi salan in zanyar li ser pêkhatina oksîjena li dinyayê lêkolînê dikin. Zanyar demeke dirêj e dibêjin, di çêbûna oksîjenê de rola jîndaran heye. Lê ew ne jîndarên asayî ne.
Heke ev daneyên dawîn werin piştrastkirin, beriya Karesata Mezin a Oksîdasyonê jiyan vediguherî. Seba ku em paşerojê baş fam bikin, ew pêngava peresînê dibe ku riya rast nîşanê me bide.
Beriya 4,5 milyar salî dinyaya me ava bû. Karesata Mezin a Oksîdasyonê çawa çêbû dinya hêj 2 milyar salî bû.
Li ser rûyê dinyayê tenê jîndarên yek-xaneyî hebûn.
Em hêj baş nizanin bê ka li dinyayê jiyan kengî dest pê kiriye. Lê fosîlên herî kevn ên wan mîkro-organîzmayan ji 3,5 milyar sal berê ne. Yanê li gorî vê, milyareke sal beriya Karesata Mezin a Oksîdasyonê li rûyê erdê jiyan hebûye.
Rola Siyanobakteriyan
Hizra zanyara ew e ku ev jîndarên biçûk û kêm mekanîzma, rola xwe di Karesata Mezin a Oksîdayonê de hebûye. Ev organîzmayên mîkroskobîk ku wek siyanobakterî tên binavkirin, nemaze li ser behr û golan tabaqeyeke şîn û kesk çêdikin.
Ev organîzma gava nû derketibûn ji tavê enerjî digirtin, bi av û karbon-dîoksîdê jî şekir çêdikirin. Ango wan çerxa fotosentezê digerand. Îro hemû nebat û keskahî wisa zikê xwe têr dikin.
Lê ew jî têra me nake ku em bizanin oksîjen kengî pêk hatiye. Lewra siyanobakterî gelek beriya Karesata Mezin a Oksîdayonê derketibûn. Zanyar wisa bawer in ew yek ji organîzmayên ewil ên erdê ne. Hin lêkolîn destnîşan dike ku nifşê wan digihîje beriya 3,5 milyar salan.
Bakteriyên pir-xane
Di siyanobakteriyên modern de gelek taybetmendiyên cuda hene. Piraniya bakteriyan ji xwe yek-xane ne, lê siyanobakterî him pir-xane him jî bi awayekî lîmfatîk in.
Gelek ji wan dikarin xaneyên taybet jî hilberînin û herwiha hin xaneyên hilberandî zêde jî nabin. Hin kes wisa bawer in; xaneyên taybet yên di masûlke, tûre û xaneyên xwînê de jî bi vî awayî çêbûne.
Li aliyê din, fikra sereke ew e ku koma jîndarên pir-xane digihîje 2,5 milyar sal berê, ango beriya Karesata Mezin a Oksîdayonê.
Sedem û encama wê çi dibe bila bibe okdîsdasyon yek ji bûyerên herî girîng a gerstêrka me ye. Di destpêkê de ji ber oksîdasyonê gelek bakterî mirin, lê wek demeke dirêj ew bû wesîleya çêbûna gelek jîndaran. Jiyanên cuda bi wê dest pê kir. Jîndaran oksîjena ku dişewite wek sotemeniyeke jîyanwar bi kar anî.
Organîzmayên ku oksîjenê digirtin zêdetir çalak û mezin dibûn. Bi saya wê jî peresîn dest pê kir. Ji siyanobakteriyan nebat û ajal çêbûn. Piştre kurm, masî, amfîbî û herî dawî jî mirovî pêk hat.
Ger hemû îdîa rast bin destpêka çêbûna jîndarên curbicur dibe ku bi saya siyanobakteriyê be.
Parzemîn Solutions