ORKÎDEYÊN KURDISTANÊ DIBIN AROMAYA BERFEŞÎRÊ

Pîvazokên orkîdeyan li gelek deran wek aromayeke berfeşîrê jî tê bikaranîn.
Wêne: Tehsîn Baravi

Orkîde kulîlkeke popûler e. Lê popûlertiya wê ji pir-firotinê tê. Tevî bihayê xwe yê giran di nav wan kûlîlkan de ye ku herî zêde eleqeyê dibîne.  Orkîde ji bo diyariyeke biqîmet nebateke pir baş e.

Li dinyayê bi hezaran cureyên orkîdeyan heye ku êdî nav li wan nagihîje. Li ser erdnîgariya Kurdistanê jî çi li bejî, çi li avî gelek cureyên orkîdeyan hene.

Herwiha pîvazokên (petata) tuxim ên orkîdeyan jî xwedî aromeyeke bêhempa ne. Ji bo wê jî ew di çêkirina qeşîrê (berfeşîr) de tên bikaranîn. Li herêmê berhevkirina zêde ya orkîdeyan a bi xemsarî koka gelek cureyên endemîk jî diqelîne.

Parzemîn Solutions 

Şîrove Bike