PARÇEKIRINA ATOMÊ – GAV BI GAV

Parçekirina Atomê wek karekî hêsan xuya dike. Wexta ku hûn lembeyê vêdixin, ji aliyekî ve jî hûn elektronan û atoman ji hev vediqetînin û parçe dikin. Ya zor û zehmet parçekirina kakila atomê ye.

uncontrolled-fission

Ernest Rutherford bi hevalên xwe re folyoya zêrîn bomberdiman kir û hûrguliyên atomê derxist ber çavan. Rutherford di sala 1919an de heta serkeftinek hindik bidestxist jî xebatên parçekirina kakila atomê berdewam kir.

Li aliyê din ve jî parçeyên alfayê (wek iyona helyûmê jî tê zanîn) tevlî gaza azotê kir û proton ji kakilê veqetand. Ev proton jî bi elektronên azotê re her çiqas hindik be jî hîdrojen pêk anî.

Lê ji ber berên ku hatin bidestxistin hindik bûn, dest ji metoda vê xebatê hatiye berdan. Di 14’ê Avrêla 1932’an de, ekîba Rutherford ya li laboratuvara Cavendish a Cambridgeyê makîneyek ku encamên baş bidest xistin, çêkirin.

Ev makîne, amûrekî ku ji lîtyûmê hatiye çêkirin bi ser protonan de dişîne û tê dîtin ku baqê protonan jî parçeyan alfayê ji atoma lîtyûmê jê dikin.

Wê demê fikra Rutherford û hevalên wî ya li ser, “gelo tetbîqkirina vê xebata wan ya nû heye an na” ne li holê bû. Pêkhatina ku wê  bombeyek ji yên berê xurttir çêbike jî qet texmîn nedikirin.

– Vejdî Uluç

 

Şîrove Bike