Teqînên Çiyayên Agirîn digel xerakirinê pêkhateyên ewreng jî diafirînin. Va ye hinek ji wan.
Pêtên şîn ên sulfurê: Li girava Jawaya Rojhilatî ya li Îndonezyayê, gola sulfurîn û asîtîn a ku 200 mîtroyî ji kratera ser serê çiyayê êtûnî ê 2600 mîtroyî Kawah İjen kûrtir e, dema ku lav diteqe û ber bi jêrê çiyê ve dawerive, tev li oksîjena hewayê dibe û pêtên şîn çêdibin.
Agirpijên celbîn: Gazên li kûrahiya erdê, dema ku paseke lewaz bibînin, bi awayekî pestane diçizirin derve û agirpijên celbîn çêdikin. Ji sisêyan yekê agirpijên celbîn ên cîhanê, li 1000 ciyên rojhilatê Azerbeycanê ne. Digel ku ev celb sar in jî, ji ber hêza gaza ku li binê erdê komî ser hev bûye, dipelqike derve û giyanewerên li derdora xwe bêoksîjen dihêle û ji bo wan xeteriyê çêdike.
Stûnên Bazaltîk: Dibe ku çêbûna stûnên bazaltîn ên ji aloziya teqînên çiyayên agirîn dide heyrê. Lêbelê, dema ku magmaya ji çiyayê agirîn derketî sar dibe, diqermiçe û derz çêdibin. Derzên ku ji rûberê ewilîn dest bi cemidînê dikin, ber bi hundir ve belav dibin û qatan pêk tînin. Dema ku lav bi awayê berwarî tevdigere, stûnên rep derdikevin holê.
Peykerên Evînê: Ariyên çiyayên agirîn ên ku beriya bi milyonan salan teqiyane, li Goremeya Tirkiyeyê wek qatekî stûr, qulqulîlkên hişkbûyî pêk anîne. Ev herêm di demê re, bi bandora ba û baranê rastî erozyonê hatiye û di pey xwe re peykerên evînê hiştine.
Serdabên lavîn: Dema teqîna çiyayê agirîn, di nava lavên sar de serdab çêdibin. Dema ku lav diherikin, sar dibe û hişk dibe, ji ber vê jî qatê jorîn ê her tebeqeyê şiklê berbanî digire. Bi vî awayî di nava van serdaban re lava germ dikare demeke dirêjtir biherike. Eger ev serdab tunebûna, lavên sarbûyî, dê yekcar li derdora kratera çiyayê agirîn kom bibûna.
Germav: Komikên xwêyê yên li derdorê çiyayê agirîn Dallol ê ku li bakurê rojhilatê Etîyopyayê ye, wekî dîmenekî ji gerstêrkeke din e. Li vir tebeqeyek çêbûye ku stûrahiya wê 1 km ye. Xwêyên ku li binê erdê heliyayî ne, di ciyên germ de bi dûkelbûna avê, yekser krîstalîze dibin. Hin îyon, li ser xwêyên sulfur û potasyûmê rengên cihê diafirînin.
Gûmezên lavan: Eger di nava çiyayê agirîn de hêzeke pestîn ku bikaribe lavên di nava çiyê de bipijiqîne derve komî ser hev nebûbe, lav li derdora devê dûkêşê kom dibin û şiklê gûmezê çêdikin. Ev lav, biqasî ku neherike tîr e û zeliqokî ye.
Golên lavîn: Dema ku devê dûkêşa li kratera çiyayê agirîn diteqe, hêleke kraterê bi lav tijî dibe û golekê çêdike. Golên lavîn, bi awayê ronî, nîv hişk an jî hişk in. Hejmara golên lavîn ên ku demeke dirêj ron mane 5 an jî 6 in.
Çemê agirîn: Dema ku çiyayê agirîn diteqe, hêza xerakirinê ya lavên ji dûkêlan derketî zêde ye, Lêbelê ji ber ku hêdî hêdî diherike derketina wê hêsan e. Însanên ku li derdora çiyayê agirîn dijîn, herikîna lavê dibînin û dikarin birevin cihên ewle. Lê bes li berwarên rep, hêza lavê di saetekê de 10 km ye. Heke tev li pêkerên din bibe ev hêz di saetê de dibe 30 km.
Kaldera: Ev kraterên mezin ên çiyayên agirîn in û ji ber teqînan û ji ber kumişîna magmaya li ser rûyê zinaran çêdibin. Beriya 7700 salî çiyayê agirîn Mazama yê li Oregonê teqiyaye û zinarên heliyayî û nîvheliyayî pijiqandine seqayê. Bi valabûna hundirê çiyê, hêla girî kumişiye û kraterek çêkiriye ku çapa wê 10 km ye. Berf û barana ku bi sed hezar salan e dibare, hundirê kalderayê dagirtiye û bi vî awayî gola kraterê ya herî navdar a cîhanê çêkiriye. Ev gola ku kûrahiya wê 589 mîtro ye, gola herî kûr a Emerîkayê û heftemîn gola kûr a cîhanê ye.
– Ronya Bewran / Jêder: BBC Earth
Ji kerema xwe xeletiyên zimên ji me re ragihînin. Civaka National Geographic Kurdî armanc dike ku bi Kurdiyeke têkûz xizmetê bide. Bêyî ku çavkanî were nîşandan ji rûpel, malper û torên me girtin û parvekirina nivîsan divê neyê kirin.