PÊKHATINA KU BI DEWLEMENDIYA ZÊR Û ZÎVÊ TÊ: SIYANÛR

Gelo em ji we re bibêjin rê û rêbazên bidestxistina zêr û zîvê ku aboriya welatan tevlihev dike, dikare di nav çend deqeyan de gerstêrkê heta we jî bikuje, hûnê wê gavê çi bikin? Va ye ev çîroka siyanûrê ye ku ji bo madenên zêr û zîv tê bikaranîn û zirareke mezin digihîne jîngehê.

PIŞTÎ ÇERNOBÎLÊ KARESATA HERÎ MEZIN

038_Titel,_Knicanin,_Tisa,_Danube_-_Serbia
Çemê Tisayê

Mirovahî ji bo ku ber birçîbûnê bigire ket pêy rê û rêbazên cuda lê ji bo ku jehriyê bigihîne xwe gubreyên kîmyewî jî di nav de gelek tiştan bi kar tîne. Siyanûra ku ji bo kanên zêr û zîvê tê bikaranîn, ji roja ewil heta niha gelek caran zirar gihand ekolojî û xwezayê. Mirov jî bi qasî ajal û nebatan para xwe ji vê jehriyê digirin. Yek ji mezintirîn çizirîna siyanûrê ku ji bo xweza û jîngehê dibe sedema karesatên mezin, di sala 2000’an de li Romanyayê pêk hat. Karesata siyanûrê ku li Romanyayê pêk hat piştî karesata Çernobîlê ku di sala 1986’an de pêk hatibû wek karesata herî mezin di dîrokê de cîh girt.

DI KANKERIYÊ DE SIYANÛR

Siyanûr navê ew metalan e ku ji hidrosiyanîk asît û asîtên ku ji vê çêdibin. Sodyum siyanûr û potasyum siyanûr di serî de tevahiya van metalan pirr bi jehr e. Di kankeriyê de bikaranîna siyanûrê di sala 1980’î de dest pê kiriye. Siyanûr didestpêkê de ji bo hilberîna metalan dihat bikaranîn lê êdî di roja me de piranî ji bo kanên zêr û zîvê tê bikaranîn.

Her çiqas alternatîfên wek tiyo ûreyê hatibe dîtin jî siyanûr bi taybetî dema li derekê bikeve madeyeke pir bi talûke ye û di wê gavê de dikuje.

Parzinandina siyanûra di nav bermayiyan de ku bi hilberînê pêk tê, ji ber konsantrasyona şid hema bibêje ne pêkan e. Bi taybetî bermayiyên siyanûr ku di kanan de pêk tên, ji ber ku tevlî ava bin erdê dibe jixwe xetereyekê derdixe holê. Lê ji ber nebaldarî, xemsarî û tevdîrnegirtinan, li kanên zêr ên bi siyanûr ên herî ewle yên li dinyayê jî nikarin ber çizirînê bigirin û ev yek jî dibe sedema karesatên mezin.

NAVEKÎ KU DÊ TU CAR NEYÊ JIBÎRKIRIN: BAIA MARE

Navenda Maramûreşê Baia Mare ku li rojavayê bakûrê Romanyayê ye, di heman demê de ew herêm e ku rêvebirên deverî lê ye û çar bajarok jî girêdayî vê herêmê ne. Baia Mare nêzî sînorên Ukrayna û Macarîstanê ye lê 600 kîlomîtro dûrî paytext Bûkreşê ye. Me dixwest em ji bo tûrîzma Romanyayê qala girîngiya vê derê bikin û cihên herî xweş yên vê dere nişanî we bidin lê Baia Mare navê xwe ji xweşitî û rindiya xwezaya xwe ne, ji karesatekê girtiye ku ev karesat dê tu carî ji hêşê mirovan neçe û her tim di bîra wan de bimîne.

BAIA MARE - 1
Siyanûra ku tevlî avê bibû bû sedema mirarbûna gelek masiyan.

Di meha Çileyê ya sala 2000’an de bendava barmeyînê ya li kana zêr a Baia Mareyê ku tê de metalên giran ên wek siyanûr, qurşûn û arsenîk hebûn, ser de çû. Ev kana li Baia Mareyê di sala 1998’an de ji aliyê karsazên Romanya û Awistralyayî ve hatibû avakirin.

HEMÛ TIŞTÊN JÎNDAR MIRIN

Sed hezar mîtrokûp bermayî û madeyên şilemenî ku di nav de nêzî sed ton siyanûr hebû, herikî hewzeya Tunayê û ber bi Behra Reş ve çû. Ji ber ku Çemê Tunayê ji Bulgarîstan, Sirbîstan û Romanyayê derbas dibe, van welatan ji vê çizirînê tesîreke neyînî girtin. Beriya wê jî avên ku heta dev bi jehra siyanûrê tîjî bibûn, ji şaxên Lapus û Somasê ber bi Çemê Tisayê ve herikî ku li Macarîstanê çemekî navdar e.

Tesîrên vê karesatê ku ji nişka ve pêk hat, roj bi roj zêde bû û di rojeva cîhanê de cihê xwe girt. Lewra li çemên Tuna û Tisayê û derdorên wan hemû tiştên jîndar mirin û nekarîn ber bigirin ku ew jehra di nav çem de negihîje mirovan. Ligel mirinên ji nişka ve, ew xwarin û vexwarinên bisiyanûr kete laşê mirovan û bi vî awayî nexweşiya peçeşêrê derket holê. Diînija dîsa kete alarmê.

TISA BÛ WEK ÇEMEKÎ REŞ

Piştî cizirîna s iyanûrê encama ku derket holê pirr xirab bû û hema bêje çareseriya wê jî tunebû. Li çemê Tisayê bîst hezar ton masî mirar bûn. Ev bûyer piştî karesata Çernobîlê ku di sala 1986’an de pêk hat, karesata herî mezin bû. Piştre mirovên zanyar xebat kirin û dan xuyakirin ji bo ku çemên Tisa û Tunayê vegerin rewşa xwe ya bere, divê bi dehan sal derbas bibin.

tisza_river_basin_analysis
Siyanûr wek kujerê jîndaran tê nasîn.

Çend meh piştî çizirîna mezin ku di meha Çileyê de pêk hatibû, dîsa li heman herêmê di kanekê de çizirîneke toksît pêk hat. Piştî çend hefteyan çizirîneke nû jî qewimî û Çemê Tisayê ji ber avên bermay iyê ku îxtîmalek pirr mezin tê de gelek siyanûr jî hebû, reş û qirêj bû. Heta wê rojê ji 20’î zêdetir cureyên masiyan di nav de hebû û wek çemê herî paqij ê Ewropayê dihat dîtin.

Ev bûyer yek ji bûyerên herî xirab ên Ewropayê ye. Macaristan û Yugoslavya di serî de bi riyên çemê Tisa û çemên din, ava bijehr ket nav ava vexwarinê û ew welatên ku ava bijehr ket pergala ava vexwarinê hemû firotina masiyan qedexe kirin. S iyanûr bi riya av û çem gihîştibû heta peravên Ukraynayê û bibû sedema qisawetê. Ji ber vê li Ukraynayê bikaranîna ava çemê Tisayê hatibû qedexekirin. Bi bermayiyên ku tev li çem bûn, jehrî jî ket nav çem û hemû masî mirin. Welatên ku ev çizirîn tesîr da ser wan, xwestin ku bersûcekî bibînin û ev jî bû sedem ku di nav van dewletan de gengeşî derkeve.

JI XEYNÎ ÇIZIRÎNÊ METALÊN DIN JÎ HENE

Karesata siyanûrê cihê ku lê diket jehra xwe dida wir û dîtina berbpirsên vê karesatê jî ne ew qas hêsan bû. Demeke dirêj rexne li rayedarên firmaya xwediyên kanê hatin girtin. Gelek lêkolîner û fîrmayên din jî îdîa kirin ku di nav çizirînê de ji xeynî siyanûr metalên giran ên wek arsenîk û qurşinê jî hene. Ev metalên giran ji bo welatên ku bo çandiniyê ava çemê Tunayê bikardianîn xetereyek bû. Heke ev metal tev li erdên çandiniyê bibûna, ew hemû ber jî dê bijehr bûna û dê ev jî bibûya sedema karesateke din. Li welatên ku çizirîn tesîra xwe da ser wan birçîbûn di serî de qeyrana aboriyê kete rojevê.

BAIA MARE BARAJ
Baia Mare

Rayedaran piştî ku çend hefte ji ser çizirînê derbas bûn dan xuya kirin jehra siyanûrê ku tev li çemê Tisayê bûye û belav dibe, ne bi tenê xwezayê, jiyana mirovan jî dixe talûkeyê. Lewra rêjeya s iyanûra li ser Tisayê hatibû pîvan û ev ji sînorê ku ji bo mirovan dibe talûke, sed qat derbas bibû. Li gor raporan vê karesata toksîtê gelekî zirar da ser pergala xwezayê ya Tisayê û heywanên wê derê. Li gor daxuyaniya Macarîstanê ku di wê heyamê de kiribû li herêmên ku di navbera Tiszafuered û Szolnokê de dimînin, ji sedî 80î jî ji sedî 100’ê masiyan miribûn.

SEDEMÊN BIGUMAN ÊN KARESATÊ

Sedemên vê karesatê ku zirareke mezin da ser cureyên jîndar û pergala xwezayê ya çend dewletan, demeke dirêj hat nîqaşkirin. Li gor daxuyaniya fermî ya rayedaran ji ber germahiya ku di sedsala dawî de pirr zêde bû cemed helandine û bendava ava bermay iyê ji nişka ve tîjî bûye û di ser re çûye. Ev qeza bi vî awayî pêk hatiye. Hikûmeta Romanyayê diyar kir ku bendava ava bermayînê ji ber şert û mercên xirab ên hewayê xira bûye lê ewlehiya bendava bermayînê ya li kana Baia Mareyê hêj tê nîqaşkirin.

BAIA MARE 2

Beriya karesatê di dema çêkirina bendava bermayînê de hatibû gotin ku xeletî û kêmasiyên mezin hene û bi vê qezayê ev gotin û daxuyanî ji nû ve ketin rojevê. Bendava bermayînê bi têlan hatibû girtin lê di nav dîwarên wê de şûna madeyên betonê qûm zêdetir hebû û beriya karesatê, beriya ku heywanên li wê herêmê bimirin, hin mirovên zana yên Romanayayê ji bo xetereyan, rayedarên kana Baia Mareyê hişyar kiribûn.

Beriya karesata 2000’î çizirîneke biçûk pêk hatibû û li nêzî bajarokê Zazarê 5 çêlek mirar bibûn. Rayedarên Baia Mareyê îdia kiribûn ku ev ji ber xeletiyên materyalan pêk hatiye, pereyê çêlekan dabûn û bi vî awayî ser bûyerê girtibûn. Li ser vê yekê hin kesan bi çavê xwe çizirîna li ser dîwarê bendava bermayînê dîtibûn û ev yek ji rayedaran re gotibûn. Lê dîsa ji bo bergirtina karesateke mezintir tu tevdîr nehatibûn girtin û ev jî bibû sedema nîqaşan.

iszap1

Li gor Yekîtiyên Xwezayê ya Ewropayê karesata Baia Mareyê, karesata herî mezin bû ku hatibû serê çemên li herêmê. Her wiha piştî çizirînê di lêkolînan de radeya siyanûra di nav avê de her ku diçû zêde dibû. Di endustriya madenvaniyê de madeyên toksît ên wek siyanûr û arsenîkê hêj jî tê bikaranîn û ev ji bo mirov û hemû tiştên jîndar xetereyek e. Zirarên vê bûyerê pir mezin bûn û herî girîng jî ev bûyer ji ber xebatên mirovan pêk hatibû. Lê piştî qezayê xwediyên kanan li ser tesîrên toksîtê ew qas nesekinîn û girîngî nedan bûyerê. Vê yekê zanyarên jingehê aciz kir. Lewra li gor rayedarên kanan ev mijar zêde mezin dihat nişandan û ev karesateke jingehê nebû qezayeke ji rêzê bû ku wekî bûyerên xwezayê ku tesîrên wê piştî bi dehan salan derdikevin meydanê.

XETEREYA MEZIN

Piştî ku siyanûr di salên 1960î de dest bi helînê kir û ket sektora madenvaniyê, tesîrên toksîtê yên madenvaniya zêr bi awayekî zelal zêde bû. Solûsyaneke bi siyanûr dirijînin ser metaleke pelixî û xam. Ev solûsyona bisiyanûr bin qul dike, dihelîne û ber bi çemên solûsyonê ve diherike. Ji bo van kiryariyan pêdivî bi siyanûrekê heye ku rêjeya jehra wê pirr zêde ye.

resim7

Piştre tê bikaranîn an jî nayê bikaranîn ferq nake. Ev siyanûra ku li bendavan kom dibe an vala çeman an jî vala behran dikin. Metalên bijehr ên mîna arsenîkê bi helîn an jî pelîxîna rewşa wan a xam bi awayekî hêsan belav dibin. Derbarê siyanûra ku di kanzayan de tên bikaranîn bi dehan bûyer hene ku hatine tomarkirin. Sedema herî mezin a karesatên jîngehê yên bis iyanûr bendavên bermayînê ne ku avên qirêj yên bermayî li wir kom dibin. Fîrmayên madenvaniyê hemû pergalên jîngehê serobino dikin û zirarê didin xwezayê. Qada jîngehê ya gelek curan hatiye wêrankirin û li wan welatan ku çavkaniyên bin erdê û pergalên çeman tevlihev in li dijî qirêjiyê têdikoşin. Niştecihên ku li nêzî kanan rûdinin jî ji ber ku ji bermayînên febrîqayan tesîrê digirin mecbur dimînin ku cih û warên xwe biterikînin.

TISA HÊJ BIRÎNÊN XWE DIPÊÇE

“Pîştî karesata mezin Çemê Tisayê hêdî hêdî xwe paqij dike. Gelo bi tenê karesata Baia Mareyê hatibû serê vî çemî? “

ÇERNOBIL 1
Çernobîl

QIRÊJAHIYA BÊDAWÎ

Piştî çizirîna Baia Mareyê di çem de ji jehra siyanûrê çend cureyên masiyan filitîn. Her çiqas îro ji bo masîvaniyê destûr nehatibe dayîn jî di çem de cureyên masiyan zêde bûne û van masiyan ev çem ji xwe re kirine wargehek. Hejmara masiyên li Tisayê nêzî hejmara beriya karesatê bûye. Lê hêj jî ji ber ava bermayinê ya febrîqeyan û madenvaniyê çemê Tisayê qirêj dibe.

 

 

ÇERNOBIL 2Ajka_accident_66b8bbec77_b    80756649

 

 

 


Dibe ku kana Baia Mareyê ya li Romanyayê heta ku teqez bibe di pêşerojê de dê nebe sedema tu karesatan, bê girtin, dê baştir bibe. An jî divê berpirsên vê karesatê rayedarên fîrmayên madenvaniyê bên dîtin û divê hewl bê dayîn ku ev fîrma ji bo zirarên ku bûne sedem tazmînatê bidin. An jî îxtîmala çizirînên siyanûrê divê her tim li ber çavan bê girtin ku ji bo paqijkirina avan tevdîr bên standin. Her çi dibe bila bibe, ew çemên ku bi kîlomîtroyan dirêj bû, ne ji bo mirovan ne jî ji bo ajalan ne cihekî baş bû û lê nedihat mayîn. Ev hewzayên avê ku çêbûna wan bi sedan salan dewam dike, di rojekê de qirêj bûn û zirareke mezin gihandin. Tiştên jîndar yên li derdorê û di nav de hatin kuştin.

TUNA - 1
Tuna

Ji bo bergirtina zirarên mezin ku tên dayîn jîngeh û xwezayê ku ji ber madenvaniyê pêk tê, divê em vê yekê pirsin. Gelo çi qas hewcedariya me bi madenên wek zêr û zîvê heye? Hetta divê em vê hewcedariya xwe jî daxin asta herî kêm. Wek mînak zêr ji bo xwe xemilandin û di çêkirina mucewheran de tê bikaranîn. Gelo hewce heye ku di bankayan de ew qas zêr bên berhevkirin. Ji bo kêmbikaranîna van madenan divê mirov bifikire ka gelo çawa dikare di cihên baştir de bikarbîne û riyên din bibîne.

 – Bariş Ozdemîr / Kovara Zanko

Şîrove Bike