PÊLÊKIRINA EWIL: 12 ASÎMANGERÊN KU ÇÛNE HEYVÊ

David Scott

Asîmangerê şeşemîn ku çûbû Heyvê Edgar Mitchell jiyana xwe ji dest da. Gelo ji xeynî wî, kesên ku li ser peyka Dinyayê meşiyan kî ne? Em ê li jêr ji bo we van kesan rêz bikin…

Neil Armstrong
Neil Armstrong

 

NEIL ARMSTRONG: Dîrok 21’ê Tîrmeha 1969’an e, wê rojê li seranserê Cîhanê hemû kes di nav kelecaneke mezin de bûn, lewra ji xeynî dinyayê dê cara ewil însan biçûna ser objeyeke asîmanî. Herwiha ew kesê ku dê cara ewil biçûya jî Neil Armstrong bû. Wesayîta fezayê Apollo 11 di çarçoveya erkê xwe de di 20 Tîrmehê de çû fezayê û Armstrong jî rojek şûnde bû kesê yekemîn ku gava ewil avêtiye ser Heyvê. Herwiha hevoka Armstrong a “Ji bo min gaveke biçûk e, lê ji bo mirovahiyê gaveke mezin e.” kete dîrokê. Neil Armstrong di 25’ê Tebaxa 2012’an, di 85 saliya xwe de gava xwe ya dawî ji vê dinyayê avêt û jiyana xwe ji dest da.

Buzz Aldrin
Buzz Aldrin

 

BUZZ ALDRIN: Aldrinê ku di sala 1930’î de ji dayik bûye jî di çarçoveya erkê Apollo 11’ê de çû ser heyvê. Aldrin piştî fermandarê wezîfeyê Armstrong bû kesê duyemîn ku pê li Heyvê kiriye. Lê erkê Apollo ne peywira fezayê ya ewil a Aldrin bû. Buzz Aldrin di sala 1966’an de di çarçoveya erkê Gemini 12’yî de ceribandinên meşa fezayê kirin. Aldrin di sala 1971’an de dev ji karê xwe yê li NASA’yê berda.

PETE CONRAD: Pete Conradê ku di 2 Hezîrana sala 1930’î de ji dayik bû, di 8’ê Tîrmeha 1999an de canê xwe ji dest da. Conrad fermandarê wezîfeya Apollo 12’yê bû ku ew di 12’ê Mijdara 1969’an de bo Heyvê hatibû şandin. Lêbelê rêwîtî pir zehmet derbas bûbû,  ji ber birûskên gelek zêde astengî derketibûn. Condrad di çarçoveya vî erkê zehmet de kesê sêyemîn bû ku daketiye ser Heyvê. Condrad li hemberî daxuyaniya Armstrong peyamek şand û got: “Heval, dibe ku ev ji bo Neil gavake biçûk be, lê ji bo min bû gaveke pir dirêj.”

Alan Bean
Alan Bean

 ALAN BEAN: Asîmangerê Emerîkî Alan Bean bû kesê çaremîn ku pê li Heyvê kiriye. Beanê ku di 15’ê Adara 1932’an de ji dayik bûye, bi wesayîta fezayê ya bimîrov a duyemîn Apollo 12’yî ve çû peykê. Bean erkê xwe yê duyemîn û yê dawî bi wesayîta fezayê Skylab 3’yê li Îstesyona Fezayê ya Skylabê kir. Bean di sala 1981’an de ji NASA’yê veqetiya.

ALAN SHEPARD: Shepard di sala 1998an di 74 saliya xwe de mir. Wek fermandarê wesayîta Fezayê Apollo 14’ê di 5 û 6’ê Sibata 1971’an de bû însanê pêncemîn ku gihiştiye ser Heyvê. Shepard, di dema erkê xwe ya Apollo 14’ê de 47 salî bû. Ji ber vê yekê jî kesê ku herî pir çûye Heyvê jî ew e. Lê Shepard ji xeynî van di çarçoveya firîna Mercuryê de ku di 1961’ê de ji aliyê NASA’yê ve hat kirin bû însanê duyemîn ê li Heyvê û Emerîkayiyê ewil e.

EDGAR MITCHELL: Mitchell di 17’ê Îlona sala 1930’an de ji dayik bûye. Di çend rojên borî yên 85 saliya xwe de li Floridayê wefat kir. Mitchell jî di erkê Apollo 14’ê de çû ser Heyvê. Mitchell li ser rûyê Heyvê 9 saetan ma û xebat û lêkolîn kirin. Herwiha gelek pirtûkên Mitchell hene, ji wan ya herî navdar jî pirtûka bi navê “Riya Kaşîf” e.

Edgar Mitchell
Edgar Mitchell

 

DAVID SCOTT: Scottê 83 salî di navbera 31’ê Tîrmehê û 2’yê Tebaxê de, di çarçoveya wezîfeya xwe ya  Apollo 15’an de çû heyvê û bû kesê 7’mîn ku ling danî ser rûyê peykê. Herwiha Scott însanê ewil e ku li ser Heyvê wesayît bi kar aniye. David Scott firîna xwe ya ewil a fezayê di meha Adara 1966’an de bi erkê xwe yê wesayîta fezayê Gemini 8’ê ligel Neil Armstrong kiribû. Scott hêj li Emerîkayê dijî.

David Scott
David Scott

 

JAMES IRWIN: Irwin di 8’ê Tebaxa sala 1992’an de di 61 saliya xwe de ji ber krîza dil mir. Irwin di çerçoveya erkê xwe yê Apollo 15’ê de bû kesê 8’mîn ku derketiye ser Heyvê. Irwin di sala 1972’an de ji NASA’yê veqetiya. Herwiha Irwin piştre gelek caran hatibû Kurdistanê û li ser çiyayê Araratê beşdarî xebatên lêgerînê yên keştiya Nûhê jî bûbû.

JOHN W. YOUNG: Young di 24’ê Îlona 1930’an de ji dayik bûye. Di çarçoveya mîsyona xwe ya Apollo 16’yî bû kesê 9’mîn ku gav avêtiye ser Heyvê. Young du caran çû Heyvê. Lê di erkê xwe yê bi Apollo 10’ê de daneket ser Heyvê.

CHARLES DUKE: Duke di 3’yê Cotmeha sala 1935’an de ji dayik bûye. Bi wezîfeya xwe ya bi Apollo 16’ê ve bûye kesê 10’mîn ku pê li Heyvê kiriye. Rêwîtiyên ji bo Heyvê yên Emerîkayê gelek caran bûne mijara teoriyên komployan jî. Gelek caran gotegotên cuda belav bûn ku asîmangerên NASA’yê qet daneketine ser Heyvê. Ji ber vê yekê jî Duke di belgefîlmekê de bertekan nîşan dide û dibêje: “Em 9 caran daketin ser Heyvê, heke ev yek sexte be em çima heman tiştî 9 caran bikin.”

HARRISON SCHMITT: Schmitt, di sala 1935an de hatiye dinyayê. Di erkê Apollo 17’ê de (11-14 Berfanbar) di nav tîma geştgûzarên Heyvê de cih digirt. Schmitt bû kesê 11’mîn ku pê li Heyvê kiriye.

Eugene Cernan
Eugene Cernan

 

EUGENE CERNAN: Ew di 1934’an de ji dayik bûye. Bi erkê xwe yê Apollo 17’ê ve bû kesê 12’mîn û yê herî dawî ku daketiye ser heyvê. Cernan hê jî wekî “Însanê herî dawî ku pê li Heyvê kiriye” tê nasîn. Herwiha belgefîlmeke wî ya derbarê çîroka jiyana Cernan de ya bi navê “Însanê herî dawî yê li ser Heyvê “ jî heye. Ji sala 1972’an heya roja me îro careke din bo Heyvê firîneke bimirov nehat kirin. Rûsyayê par diyar kiribû ku ew ji bo sala 2029’an plan dikin ku firîneke bimirov bo heyvê pêk bînin.

– Edîbe Boga / Jêder: DW

 

Şîroveyek

  1. Miletê xelkê ji dinyayê derdikevin diçin asîman, em hîn nikarin ji Kurdistan’ê derkevin. Hhhhhh 😀

Şîrove Bike