Nivîs: Meghan Collins Sullivan | Wêne: Axel Oberg | Werger: Menazir Aslan |
Penaberên li Cemserê di jiyana xwe de cara ewil e berfê dibînin. Gava ku li herêmê tav dernekeve jî ji bo diyarkirina saetên nimêjî kifşê dikin.
Li herêma Laplanda li bakurê Swêdê, demsala kaşê di nîvê meha Sibatê de dest pê dike. Lê Navenda Kaşê ya Riksgränsenê ku li ser sînorê Norwêcê ye ji niha ve vebûye û bi însanan tijî bûye.
Lê mêvanên vê navendê ne kaşbaz in, ew penaberên ji ber şerî ne.
Ya rast 600 penaber in ku ji Sûriye, Efxanistan û Iraqê reviyane. Ji penaberan 100 jê zarok in. Li Cemsera Bakur, li herêmên bilind jiyana xwe didomînin.
Piraniya penaberên li Riksgränsenê cara ewil e ku berfê dibînin. Navenda kaşê, ji bo mevanên xwe biezimîne û ew demên xweş derbas bikin, parxêl amade kirine.
CEO’yê Riksgränsenê Sven Kuldkepp dibêje; “Otel tarî û girtî bû, lê piçekî paqij bû. Divê di nava du rojan de me xwe amade bikira. Her tişt asayî bû, lê ewil em pir di nav metirsiyê de bûn.”
Riksgränsen, 200 kilometroyî li bakurê Daîreya Cemserê Bakur dikeve. Navenda Kaşê ya Swêdê nêzî sînorê Norwêcê ye… Di nava meha Sibatê de vedibe û ji bo kaşê jî piçekî tav hebe bes e.
Ji ber ku seranserê rojê, roj hilnehat, penaberên Misilman ên li navenda kaşê, li gor sekna tavê saetên xwe yên nimêje diyar dikin.
Di meha Cotmehê de di hefteyeke de 10 hezar penaber hatine Swêdê. Rayedarên hikûmetê jî bi telefonê li Kuldkepp geriyane û jê pirs kirine: “Gelo ji bo penaberan dê navenda kaşê veke an na.” Piştî biryar hatiye dayîn jî her tişt zû bi zû pêk hatiye. Piştî nîvro jî Kuldkepp peymanê îmze dike û roja din ji bo 600 mêvanên xwe yên penaber deriyên navendê vedike.
Hikûmet, ji bo serê her penaberekî rojê 350 Kronê (40 dolar/125 lîre ) Swêdê dide navenda kaşê. Lê kesên ku ji bo kaşkirinê tên vê derê bêtir pereyan didin navendê. Kuldkepp dibêje, ”Ji xwe ji bo alîkariyê me ev yek kiriye.”
Hikûmeta Swêdê di sala 2015’an de serîlêdana 163 hezar penaberî qebûl kiribû, ji wan a 75 hezarî di meha Cotmeh û Mijdarê de hat kirin. Swêd ji bo çûnûhatina penaberan kêm bike, hefteya borî bo geştûguzarên ku tên welêt sepana kontrola sînor da destpêkirin.
Hemû penaberên li Riksgränsenê ji bo penaberiyê serî li Swêdê dane. Piraniya wan ji bo demekê jî be dixwazin li bakurê welêt bijîn. Ev der bi wesayîtê 16 saetan dûrî Stockholmê ye. Niha li navenda kaşê germahî di bin sifirê de 23 pîle ye û li erdê berf heye.
Herêma Riksgränsenê ewqas li bakur e ku gelek caran di tariyê de dimîne. Heta dawiya Çileyê jî tav xuya nabe. Di nava rojê de tenê çend saetan tav derdikeve. Ji bo misilmanên penaber, diyarkirina saetên nimejê li gor tava li asîmanan zehmet e.
Marwan Arkawiyê 22 salî bi koma ewil re di meha Cotmehê de hatiye û ji bo vê derê dibêje, “ Wekî Otêl Calîforniayeke bêtav e.” Arkawi dibêje min dixwest ez werim Swêdê, lê min ev der heznekir. “Min şandin cihê herî bakur ê Cîhanê”
Penaberên li Riksgränsenê bi hin tiştan xwe mijûl dikin û wexta xwe derbas dikin; xwarina xwarinên navenda kaşê, xwendin, guhdarîkirina muzîkê, lêxistina enstrûmanan, bi hevalan re lîstina lîstîkên skembîlan.
Arkawî dibêje; “Hûn rageşiya di navbera însanan de hîs dikin. Di rewşên gelekî depresîf de ne. Ez jî di nav de, her kes di depresyonê de ye. Bi temamî di nav tecrîtê de ne.”
Arkawî dixwaze xwîşk û bira, dê û bavê xwe yên li bajarê Baniyasa Sûriyeyê jî bîne Stockholmê.
Arkawiyê xemgîn dibêje, “Bajarê me hat tunekirin. Kêmatiya Sunnî hat qetilkirin. Ez naxwazim bi xizmeta leşkerî ya mecburî gelê xwe bikujim. Pêşerojeke baştir dixwazim.”
Kasım Ali Radiyê 47 salî jî ji bo pêşerojeke baştir hatiye Swêdê. Jin û ji zarokên xwe 4 jê li Iraqê hiştine. Bi kurê xwe yê 19 salî re bi rê ketiyê, 2 hefteyên xwe di behrê de derbas kirine û gihîştine Riksgränsenê. Radiyê ku li Iraqê karê hejmaryariyê dikir, ji ber pevçûnên mezhebî bi takûkeya mirinê re rû bir û maye.
Radî dibêje “ez li vir kêfxweş im, lewra li cihekî ewle me.” Rast e reş û tarî ye. Lê her çiqas ez hînî zimanên Îngilîzî û Swêdî dibim, ez xwe baş hîs dikim.”
Radî jî wek penaberên din, ji bo ji Tirkiyê derbasî Yewnanistanê bibe, ji bo 2 kesan 3 hezar dolar daye. 50 kes di şikefa 6 mîtroyî de di nav metirsiyê de gihîştine pêravê.
“Behr dîn bû, pêl bilind bûn, dema baweriya me nema ku em ê bigihêjin cihekî ewle, em ketine nav metirsiyê. Jin diqîrin û zarok digirîn. Ew rêwitiya pênc saetan, bi mucîzeyekê qediya.”
Radî dixwaze kesên din ên ji malbata xwe jî bîne Swedê û wiha dibêje:
“Dema me behr derbas kir, min him kêf kir him jî ez giriyam. lewra wekî ku min perçeyek ji xwe winda kiribe. Ez ji malbata xwe qut bûbûm ku min dixwest heta hetayê bi wan re bijîm. Niha gelekî bêzar im û her roj digirîm.”
Penaber nizanin dê biçin ku derê, lê dizanin heta demekê dê li Riksgränsenê bimînin. Peymana penaberên ku li navenda kaşê dimînin di 15ê Sibatê de diqede. Ji 19ê sibatê û pê ve dê geştûguzar werin Riksgränsenê.
Kuldkepp dibêje, “Em nizanin ku dê biçin derê? Lê ev pirsgirêk jî dê yên wekî berê bê çareserkirin.”
Menazir Aslan / National Geographic Kurdî
Hemû wêne, nivîs, werger û dosye bi daxwaz û destûra xwediyê/a wê/wan ve pêk tê. Ger di nivîsê de pirsgirêkeke zimên hebe ji kerema xwe ji civaka me re ragihînin.