Destpêk / Biyolojî /  PERÊN KU QEDERA MIROVAHIYÊ BAR KIRINE: PERÊN MOZAN

 PERÊN KU QEDERA MIROVAHIYÊ BAR KIRINE: PERÊN MOZAN

Nivîs: Edibe Boga | Wêne: (none)

“Li gorî Albert Einstein; heke moz li cîhanê nemînin, mirovahî bi tenê dikare sê çar salan bijî. Dibe ku hindik mabe em fêm bikin ka gelo Albert Einstein mafdare an na. Lewra  hejmara mozan bi lez û bez kêm dibe!”

Albert2

KEWAR JÎ ÊDÎ KÊM DIBIN

Her çiqas jiyaneke digel wan ajalan ne bi dilê me jî be, em dikarin bêjin ku hebûna wan ji bo gerestêrkê, bo cîhanê pir girîng e. Em dikarin bi vê gotinê dest bi kar bikin. Ji destpêka salên 2000an û vir de, carna bi zanîn carna jî bê hemdê xwe em dibînin ku bi milyonan moz dimirin. Û tunebûna wan bi leztir pêk tê. Li Ewropayê ji niha ve ji sedî 90ê mozên di kewaran de tune bûne. Gelo ev rewş ne metirsiyeke mezin e?

Sedema mirina mozan digel dermanên kîmyevî yên ku di çandinî û cotkariyê de tên bikaranîn gelek tiştên din jî ne. Ji bo ku bi deh hezaran nebat, gîha dîsa bên hilberandin pêdiviyeke aşkere bi mozan heye. Çimkî mêşhingiv; bizrik û toza kulîlkên nêr digihînin bizrikên kulîlkên mê û bi vî awayî jî kulîlk ji hev zêde dibin û hilberîn berdewam dike. Fêkiyên ku em dixwin bi saya mozan zêde dibin û dîsa ji sedî 84 fêkiyên ku li

Ewropayê tên hilberandin bi mozan tên dol girtin. Heke mirov hatibin wê asta ku jiyana kêzikan jî têxin xetereyê, bi ser de ku ew beriya niha bi 100 milyon salî li ser rûyê erdê dijîn, wê demê bi rastî jî gerstêrk di bin xetereyeke mezin de ye.

1088666441_1369356479

DERBARÊ MOZAN DE

Mozên ku bi peywira xwe ya veguhastina bizrên kulîlkan ve tên nasîn, em dikarin ji wan re bibêjin kêzikên piçûk ên firoke jî. Heta niha ji bilî cureyên wan ên ku nayên zanîn; nêzî 20 hezar cureyên wan hatine dîtin, ji wan cureyan ên herî navdar mêşhingiv in.

Mêşhingiv; ji bilî Antartîkayê, dikarin li hemû herêmên ku kulîlk lê hene bijîn, ku ew kulîlk bi rêya kêzikan ve tên dolgirtin. Moz, polen û nebatan dixwin û bi vî awayî jiyana xwe berdawam dikin. Moz, hêzê ji wan nebatên ku dixwin distînin û polenan jî ji bo xwedîkirina çelîkên xwe bikartînin.

Zimanekî mêşhingiv ê balkeş û dirêj heye. Ev cureyê ziman tenê bi mêşhingiv ve ye. Bi saya vî zimanî dikarin wê madeya di nava kulîlkan ku hingiv pê çêdibe berhev bikin.  

KOLONÎ

Bee-apis

Piraniya riwekên bi kulîlk ji bo ku zêde bibin, pêwistiya wan gelekî bi mozan heye. Lêbelê gelek cureyên girîng ên mozan di bin xetereyê de ne. Di koloniyên mêşhingiv de kêmbûneke berbiçav heye. Bi nêzî 20 hezar cureyên xwe ve moz, xwediyê pergaleke taybet a xwarinê ne.

Karê wan ê ewil ew e ku bi nektar û polenên ku berhev kirine zêdebûna riwek û kulîlkan pêk bînin. Heke moz nebûna, hema hema dê dawî li temamê riwek/nebatên bi kulîlk bihata. Ev yek ji bo riwekên cotkariyê jî heman e. Sedemên tunebûna mozan digel wêrankirina warê jiyana wan û dermanên ku şaş tên bikaranîn, hemû kirariyên mirovan in ku bi destên wan pêk tên.

Hinek cureyên girîng ên mozan, pir baş nayên zanîn û nehatiye tesbîtkirin ku ev cure çawa winda bûne. Li gorî hin lêkolîneran jî dibe ku kêmbûna hejmara mozan ya di koloniyan de, bibe rizgariya wan. Lewra ;mêşhingiv bi taybetî ji bo zêdebûn û hilberîna çandinî û cotkariyê jî cureyekî girîng e û ji aliyê herkesî ve bi hêsanî tên naskirin, ji ber hindê him ji aliyê pisporan ve him jî ji aliyê mozvanan ve tên girtin.

Hejmara ku tê girtin jî ne kêm e. Ev mêşhingiv ku tên girtin, dibe ku ji bo rizgariya wî cureyî bibe derfetek. Heke baş bête zanîn ku çi bi serê mêşhingiv de hatiye û ev pirsgirêk bête tesbîtkirin, wê ji bo xilaskirina gelek cureyên din jî bibe alîkar.

PAŞEROJA MIROVAHIYÊ

Divê em bizanin ku derbarê pergal û têkilheviya çerxa fezayê de, em pir ne agahdar in.Parastina cureyên ku di bin xetereyê de ne an jî li ber qedandinê ne divê wek fedekarî an jî rîskekê neyê dîtin. Lewra em ewleyîya paşeroja xwe mîsoger dikin. Bi kurtasî heke em mozan ji tunebûnê xilas bikin em ê him nîjada xwe him jî gerstêrka xwe xilas bikin. Divê bi çavekî piçûk li meseleya kêmbûna mozan neyê nêrin.

Û ev kêmbûn bi tenê ne ji ber bikaranîna dermanên kêzik û moriyan derketiye holê. Her çendî sedemên wê tam zelal nebûbin jî dibe ku ev rewşa hanê, ji ber gelek sedemên ku bûne yek û ji hinek kar û barên ku em encamên wan nizanin, derketibin. Pipisporên ku her tim berhevkariya mozan dikin, lêkolînên xwe yên ku derbarê mijarê de, didomînin.

MOZ | LEHENGÊN XWEZAYÊ

Kêmbûna mozan, ji bo mirovan tê wateya ku bi rihetî geşt û seyranê bikin. Lê divê em vê yekê jî ji bîr nekin, dema em sêveke teze û tehmxweş gezdikin jî bi xêra mozan e. Li Emerîkayê hatiye kifşfkirin ku di gihîştina nêzî 100 berheman de keda mozan heye. Li Emerîkayê ji 3 parên xurekên ku tên xwarin parek jê ji giyayên dermanê kêzikan tê hilberandin. Fêkiyên xweş û sirûştî girêdayî berdewamiya mozan in.

PARAZÎT

Ji bo mozan xetereyeke din jî parazît in. Parazîtên Maytê ku xwe di qirka mozan de bi cih dikin û hêdî hêdî xwîna wan dimijin, wan dikujin. Hin parazît jî di kewara mozan de xwe li nêzî hêkên mozan bi cih dikin û dibin sedema ku xisar bigihîje temamê kewarê.  

Heke di kewarekê de parazît hebin nemaze parazîtên maytê hebin, ev tê wê wateyê ku nexweşiyên cuda jî bi parazîtan re hatine kewarê. Ji van nexweşiyan hinek perên mozan birîndar dikin û nahêlin ku bifirin, çêlikên mozan ên ku nû çêdibin ji ber van parazîtan nikarin bifirin û nifşên nû yên mozan bêyî qabîliyeta firînê çêdibin û mezin dibin.

Di salên 90’î de li bakurê Emerîkayê, ji ber ku hejmara parazîtên maytan bilez zêde bû, hejmara mozên hingîv jî hat ber bi dawî bûnê. Kesên ku moz xwedî dikirin ji % 85ê mozên wan mirin, hingî ji ber vê yekê mozên ku ji başûr anîn xistin dewsa mozên ku mirine.

DAGIRKERÎ

150652937

Xetereyeke herî girîng ku li hemberî mozên hingîvîne jî xerakirina qadên jiyana mozan in. Qadên jiyana mozan ji aliyê mirovan ve tên dagirkirin. Mirov van qadan dikin ciyê danûstandinê yên mezin, dikin park û malên xwe li van deran çêdikin.

Moz jî hewceyî darên mezin in ku bikaribin di nava wan de kewarên xwe ava bikin, lê mirovan deverên wiha daristanî ji bo berjewendiyên xwe dagir kirine û ji bo mozan ciyê jiyanê nehiştine.

Ji ber xebatên çandiniyê û yên ajalvaniyê jî me ciyên jiyana mozan dagir kiriye û qada jiyanê li wan teng kiriye. Ji ber ku ev xebatên ajaldarî û çandiniyê bêpîvan û bêbaldarî fireh dibin û bi nezanî tên kirin, ne tenê moz belkî gelek cûre moz û kêzîk jî ji ber vê sedemê ji cih û warên xwe yên jiyanê dibin.

Qadên ku giyayên kulîlkî dibe cihê çêra ajalan û erdên çandiniyê yên ku cureyek tenê lê tê çandin, bandoreke neyînî hem dide ser jiyana mozan hem jî wesp[1]ê hingiv xira dike. Li gorî lêkolînekê pez jî bi simikên xwe mozan diperçiqîne yanî wan dikuje, kewarên mozan yên dibin erdê de jî bi simikên xwe xera dikin û polen û bizirê[2] giyayan ku hevdu zêde dikin ji holê radikin.

Ger tiştek were serê mozan dê tevahiya jîndaran ji ber vê yekê xisarê bibînin. Ji ber vê çendê jî divê hejmara mozan werê kontrolkirin û dema kêm bûn jî divê bi awayekî hejmara wan bigihîje asteke asayî.

Divê em tu caran ji bîr nekin, heke moz tune bin mirovahî jî dê tune be. Jiyana me giradayî hebûna mozan e.

 National Geographic Kurdî

———-

[1] Wesp / wesf / kalîte.

[2] Bizir – tov, tuxim.

Şîrove Bike

kadikoy escort bayan kadikoy escort atasehir escort maltepe escort kartal escort kurtkoy escort pendik escort izmit escort vidanjor