PERPEROKÊN BEDEW XWEDIYÊ EHLAQEKE KIRÊT IN

Li Parka Neteweyî ya Tsavo Westê ya Kenyayê komek perperokên zer ên gihayan rêxê teze yê fîlan dixwin.
Nivîs: Erika Engelhaupt | Wêne: Nigel Pavitt, Getty

Pinpinik, perperok, pepûle û bi dehan navên din; lê bi qasî navên xwe ehlaqên wan jî cuda nin.

Ber bayê bedewiya wan nekevin, aliyên wan yên kirêt hêj nayên zanîn.

Bi sedan sal in pinpinik me dixapînin: Li baxçeyên me kulîlk bi kulîk digerin, bi reng û bejna xwe asoya me fireh dikin. Em li ser wan helbestan dinivîsin… Lêbelê aliyekî wan ê tarî jî heye. Yê ewil rengên wan ên nuwaze ne; Lêbelê ew reng tenê hişyarî ne. Ne tenê ew; Pinpinikên ku em bi wan dizanin xwediyê nepeniyeke kirêt in.

Perperoka Baskdirêj ê Zebrayî (Heliconius charithonia); Xwedî dîtbariyeke bêguneh e.

Perperoka Zebrayî ya Baskdirêj di sala 1996’an de bû sembola parêzgeha Floridayê. [Wêne: Pixabay, CC0]

Lêbelê ev perperok gelek bijehrî ye. Aliyekî wê mirovxwer jî heye, dema ku kurmik ango nû tê dinyayê xwîşk û birayên xwe dixwe! Lêbelê ev yek şêwaza wê ya herî bêguneh e. Ji ber ku ew destdirêjekî pûpayan e jî ango tecawîzkarekî perperokên negihîştî ye.

Pûpa serdema kozayê ya di navbera kurmik û gihiştînê de ye ango ji bo vê dema perperokan pûpa tê gotin. Ji xwe ev yek kirêtiya tecawîza pûpayan nîşan dide. Gava perperokek mê ji gûzikê xwe (malik) derdikeve perperokên nêr dora wê digirin û ji bo ku bikevin pêşiya hevdu rageşî derdixin. Kî bi ser keve ew bi perperoka mê re dikeve têkiliyê. Lêbelê ji bo encama vê pir bêsebr in, hêj ku perperok ji gûzika xwe derneketiye bi lebatê xwe yê tûj ê bi navê klasper gûzikê diçirînin û beriya derketinê dikevin têkiliyê.

Perperoka mê di nav gûzikê de asê dimîne û jiber ku neçar e ji bo vê yekê destdirêjiya pûpayê tê gotin. Hinek biyolog ji bo vê yekê “gayîna bizorê” jî dibêjin, an jî dibêjin gayîna pûpayan. Navê vê yekê her çibe bila bibe ev yek ji bo pirtûkên zarokan hêj ne guncav in.

Perperoka zebrayê ya baskdirêj bi rastî perperokeke pir bedew e. Dibe ku bi saya vê yekê ev perperok sembola parêzgeha Floridayê ye.

Qet nebêjin ev perperok derasayî ye, ji ber ku xizmên wê jê qeleştir in.

Kêziknas (entomolog) Dino Martins li daristanên Nandiya Bakur ên Kenyayê lê rast hatiye ku di navbera 2 perperokên xêzespî de şer derdikeve. Komek perperok ji dareke wergeriyayî ava fermente an go rîçalê daran vedixwin û yek bi yek hêdî hêdî serxweş dibin 2 perperokên xêzespî jî dest bi şerekî balkêş kirine. Bi baskên xwe li hev dixin, herî dawî baskên perperoka têkçûyî dixeve xwarê û dawî li şerê wan tê.

Ji kaşîfên berê yên National Geographicê Martins gava rêveberiya Navenda Lêkolîna Mpalayê dikir derbarê perperokên Charaxes de ji kovara Swarayê re nivîsek nivîsandibû. Kovar li Efrîqaya Rojava weşana xwe dike.

Perperoka Charaxes ya reh-spî rêzê ajalan dixwe. [Wêne: Dino Martins]

Di nivîsa xwe de dibêje “Bilez û bihêz e.”, “Tehma devê wê ne aroma ye. Ava fermente, rîxa teze û goştê genî yê ajalên sekitî ji bo wê lezeteke cude ye.”

Hûn qet nekevin navbera perperok û rîxeke teze. Bi vê gelek hêrs dibin. Xortimên xwe vedikin û vedixwin. Xwe û amîno-asîtên ku ji giyayan nagirin, diavêjin mexdeyên xwe.

Ji vê re tê gotin “serşoka heriyê”.  Ev yek ji bo perperokan tiştekî asayî ye. Gû ji bo wan xweş e lê hewce nake ku her tim jî wisa bibe. Dema em li siruştê dinêrin hin komên perperokan heywanên mirî tehm dikin, hin ji wan rondikên çavan vedixwin hin jî xwe di gîliyê didin.

Gelo zirarê perperokan digihîje me?

Qisûrê efû bikin; lê ne her wext. Perperok, dema nû çêdibin wek kurmikan in. Ger hûn, nebateke bi tahm bin, mirov nikare bêje ew bê zerar in. Ji xeynî vê, dikarin goşt jî bixwin. Hetta hin ji wan dikarin bibin parazît jî. Ji bo ku li çêlikên wan xwedî derkevin perperokên Maculinea rebeliyê, moriyan dixapînin. Kurmik, dikarin bizarî gêrika qralîçeyê jî bikin û wek wê dengan derxin. Wek ku dewlemend di nav texterewan de diçin, morî jî kurmikan, li ser pişta xwe dikin û dibin koloniyan. Di hundir de, wek axayan tên ezimandin. Xwarina wan, ji aliyê moriyên karker ve tê dayîn. Dema xwarin kêm be moriyên notirvan,  moriyên çêlik dikin qurban û zikê wan têr dikin. Yanî ev perperok ji bo ku çêlikên wan, bi tenê û birçî nemînin, sextekariyeke balkêş dikin.

Werin em dîsa lê binêrin. 7 taybetiyên nexweş ên perperokan hene: 

– Zêde zêde serxweş dibin

– Şer dikin

– Gû dixwin

– Rondikên çavan vedixwin

– Moriyan dixapînin

– Destdirêjiyî li pûpayan dikin

Şaş fahm nekin, ji perperokan hez dikim. Lê her ku ez rûye wan ê reş dibînim zêdetir ji wan hez dikim. Li ser rengên wan ên curbicur gelek tişt tên gotin. Lê li gorî min tu peyv taybetiya wan bi lêv nake.

Parzemîn Solutions 

Şîroveyek

  1. Ez bawer im ez ê careke din perperokan hez nekim. Spas bo vê agahiyê.

Şîrove Bike