Keçikên ji netewa Newar di geliyê Katmanduyê de wekî xwedawendên pîroz têne pêjirandin.
Unika Vajracharya, ber bi pîrozbûyînê ve diçe û belkî hindik maye ku bibe yek jî kesayetên herî navdar yên Nepalê. Vê gavê şeş salî ye û bi tenê xwendekarek e. Tevî şermokbûna xwe çavên wê bi meraqî dibiriqe. Hînî kesên xerîb nîne. Min îro jê re pirsî; heke tu bibî kumariya xwedawend a zindî ya ku meriv li ber wê çongdatînin û jê re rêz nîşandidin tu yê çi bikî? Ken li ser rûyê wê peyda bû û gepê wê kort bûn.
Dibêje: “Ez deng nakim, wê destûr nedin ez herim dibistanê. Perwerdeya min wê li malê were dayîn û ez ê her roj hebandinan[1] bibînim.”
Unika, ji nijada Newariyê ya Nepalê ye. Li bajarê Patanê dijî. Patan di fermîyetê de bi navê Lalitpur tê zanîn. Bajar li quntara çiyayê Hîmalayê di nav newala Katmanduya bibereket de ye. Her wiha Patan piranî ji Budîstan pêk tê û serjimara wê 230 hezar e. Newarî bi parêzvaniya çanda xwe ya newalan a taybet şanaz in. Ev çand bi gelek serdeman berdewam dike, tiştê herî sereke ev e ku keçikên biçûk wekî xwedawendên zindî tên hesibandin û ji wan re perestîn tê xwestin.
Di nav pergala bijartinê de merasîmek veşartî ango dizîka heye û heta dayik û bavê Unikayê jî nikarin beşdarên vê merasîmê bibin. Ez jê re dipirsim; tu di nav qisawetê de yî? Bi dilxweşî dibêje “na” û dibêje “Ez tenê hinek biheyecan im”.

Em li şûnwara Thabuyê ji mala wan derketin derve. Mala wan di nav avahiyeke kevin û banê avahiyê bi tuxle û darîn tevlîhev hatibû çêkirin. Unika, destên diya xwe Sabita û xwîşka xwe Biphasayê dikişkişîne û di nav kolanên teng de çirtikan diavêje. Mal dûrê Hewşa Hakha Bahal nîne. Di vê hewşê de xizmên wê bi sedan sal jiyaye û ji bo beşdarê mîhrîcan û merasîmên dînî bibin dicivin û herwiha bijartina ji bo kumarîtiyê jî di vê hewşê de tê kirin. Li ser Unikayê, eşofmana zer a bikapuşon heye ku ew herî zêde jê hez dike û li pişta vê eşofmanê “Snoopy“ dinivîse. Heke were bijartin dê êdî vê kincê li xwe neke. Ji ber ku xwedanwenda zindî dikare bi tenê sor li xwe bike. Rengê enerjiya afirîner sor e. Bi gelemperî vî rengî jinên zewicî li xwe dikin. Jineke cînar dema ku li kêleka Unikayê derbas dibe rûyê wê mist dide û jê re dipirse “Tu yê bibe Kumarî? “
“Wezîfeya kumariyê wek rûmeteke mezin tê qebûlkirin.”
Di civaka Newaran de kumarî kesên rûmedar in. Hin kes di vê baweriyê de ne ku ew dikarin pêşerojê bibînin, nexweşan baş bikin (bi taybetî kesên nexweşê xwînê ne), miraza hin kesan bînin cih, biparêzin û bistrînin.
Li gorî vê bîr û baweriyê kumarî pîroz in û di navbera vê dinyayê û tişta pîroz de têkiliyeke wan heye. Ji bo kesên ku baweriya wan xurt e maitri bhavana tê gotin. Li gorî wan divê mirov ji her tiştî hez bike.
Dîroka vê kevneşopiyê herî kêm digihîje sedsala 10’an ku di wê demê de keçik û kurik di hemû merasîmên Hîndu û Budîstan de yên li giştiyê Asyaya Başûr, kahîntî dikirin. Li gorî vê baweriyê bi hêza îlahî re têkilî dihat dayîn, pêşeroj dihat texmînkirin. Ev yek bi taybetî bala rêvebirên Asyayê dikişand. Piştî bi sedan salan jî ev kevneşopî di nav gelên Keşmîr, Assam, Bengal, Tamîl Nadu û Nepalê de belav bû ku li cihên cuda yên nîvgirava Hîndê dijîn. Di heman demê de, baweriya xwe bi dînên li ser bingeha tantrayayê û serdestiya jinan a bi navê Şaktiyê dianîn. (Tantra, tê maneyê wî halî ku însan bi lava lavên efsûnî û bi merasîman ve dibin aferîdeyên îlahî ku hêzên wan ên derasayî hene.)

Keçikên ku hêj kamil û balix nebûne (Di zimanê Nepalî de kumarî “tê wateya “dûşîzeyê” ango keçîniyê) heta çend sal wekî xwedawenda zindî tên mezinkirin. Ev kevnoşopî bi tenê di bin parastina çiyayên Nepalê de bi awayekî kûr bûye nirxeke pîroz. Dîsa ev kevnoşopî îro bi tenê li Nepalê bi awayekî coşî tê parastin. Budîstên Newarê, kumariyê wekî şiklê cîsmanî yê xwedawenda jin a îlahî ku ew jî Budayek e yanî yê Vajradeviyê qebûl dikin. Hîndu jî kumariyan wekî versiyona Durga ya ku xwedawenda mezin Taleju ku nû-vejiyayî dihesîbînin.
Îro li Nepalê neh ji wan li geliyê Katmanduyê bi tevahî deh kumarî hene. Bijartina kumariyan ji aliyê malbatên ‘bahalê’ tê kirin ku divê ew ji civakên girêdayî hewşê yên kevneşopiyê û divê tuxmê wan jî ji asteke bilind bê. Bijartina wezîfeya kumariyê rûmeta herî mezin tê binavkirin. Herwiha malbata kumariyê jî jê gelek sûdê werdigire. Kumarîtî barekî giran e. Di vê serdema nûjen de keçikeke biçûk wek xwedawend tê mezinkirin û mesrefa mezinkirina wek xwedawendiyê têde, dilsoziya şexsî ya heta balixbûna wê, serdema zehmetiya rehabilitasyonê jî li dû xwe tîne. Tevî wan hemûyan dîsa jî malbat dixwazin bila keça wan bibe kumarî. Ji ber ku çavê wan li rûmeta kumarîtiyê ye.
![Unika Vajracharyaya şeş salî wekî kumariya Patan, di roja ewil de piyên xwe daniye ser sîniya servîsê. Marekî yezdanî jî serê wê diparêze. [Wêne: Stephanie Sinclair]](https://i0.wp.com/www.natgeokurd.com/wp-content/uploads/2015/10/B.jpg?resize=600%2C900)
Ev wekî kumarî cerîbandina duyemîn ya Unika yê. Cara ewil dema ku du salî bû merasîmên bijartinê yên ezoterik nayê bîra wê. Ji ber dilxwaziya Unikayê malbata wê cara duyemîn ji bo namzediya kumariyê qanî bûye. Porê wê wekî tompiz girêdan. Li derdorê çavên wê heta cênigê wê kila reş tê kişandin. Di rojên mîhrîcanê de, li ser eniya wê, wekî çavê seyemîn ji agnî çakçuya zîv – wekî çavê seyemîn yê ji agir tê zanîn – tîkayeke sor hatiye xêzkirin. Dixwaze mîna kumariyekê kincan li xwe bike. Daxwaza lixwekirina xemlên xemilandinê yên kumariyê jî bi tena serê xwe rewşekî taybet e. Ev rewş wek çarenûsa wê tê dîtin ku ew wê tîne peywirê.
Dapîra Unikayê Masinu di nav metirsiyê de ye. Ji ber ku heke neviya wê vê carê jî neyê bijartin wê xeyalên keçika biçûk bişikîn. “Hemû mirazên min ji bo wê ne. Ez naxwazim bila xemgîn be.”
Bavê Unikayê Rameş xwediyê dikaneke biçûk a pêlavan e. Hin qisawetên din ên wî hene û dibêje “ez ji lêçûnan aciz im,” û wiha diyar dike “divê malbat di mijara rîtûelî de hin tiştan ji dest berdin.”
Kumarî berpirsiyariyeke bizehmet e û di vê rewşê wekî bav û malxweyî berpirsariya herî giran dê bikeve ser milê Rameş. Divê Keçik her roj kincên taybet li xwe bike û xwe bixemîlîne. Her wiha divê salê herî kêm du caran ji qumaşên biha ji bo mîhrîcanê kincên nû peyda bike. Dîsa yek jî odeyên malê ji bo perestinê were veqetandin û dê bawermedê vê kevneşopiyê werin xwedawendê bibinin. Di nav odeyê de textê kumariyê amade be. Li welatekî wisa –tenê odeyek tenê ji bo kesekê tê veqetandin- ev lûksek mezin e.

Divê malbat, her roj li ber keçikê ‘nitya puja’ ango -perestina rojî- bike. Ji xeynî mîhrîcanan nikare derkeve derve. Vê demê jî divê ya hembêza yekê/î yan jî bi riya texterewandê were gerandin ku bila piyên wê nekevin erdê. Bi tenê tiştên diyarkirî wekî hêk û mirîşk yên ku li bal wan helal in dikare bixwe. Helbet kumarîtî an jî xwedawendî ne ewqas hêsan e. Divê li malê her tişt bi berpergal û sererast tê kirin.

Kesên ku bixwazin xwe nêzî keçikê bikin divê kincên ji eyar ango post li xwe nekin. Beriya her tiştî divê ji tu dereke keçikê xwîn û birîn nebe. Li gorî baweriyê gava keçik dibe kumarî rihê xwedawendiyê dikeve cendekê wê û heke dereke wê xwîn û birîn bibe dibe ku ew rih ji bedenê derkeve. Tenê brîneke biçûk jî dikare dawî li texta wê ya xwedawendiyê bîne. li aliyê din gava keçik kamil bû ango keta cilan êdî karê wê namîne. Erka kumariyê xilas dibe.




[1] Hebandin – perestin.
– Gonul Gun / National Geographic – Wêne: Stephanie Sinclair