Neteweyên Yekbûyî  ji bo sedsala ku wê were derbarê zêdebûna nifusa kurewî de analîz û pêşdîtinên xwe diyar kirin. Di sala 2010’an de bingeha demografîk a cîhanê li gor îro wê gelek cudatir bibe.

PÊŞBÎNIYÊN SALA 2050’AN: GELHE DÊ HETA 9,7 MILYAR KESÎ BIÇE

Tê payîn ku di sala 2050’an de nifusa dinyayê bibe 9,7 miyar

Di salên pêş de mirov wê pir nêzîkî hevdu bibin. Analîzên Neteweyên Yekbûyî yên li ser zêdebûna nifusê nîşan dide ku nifusa dinyayê li gor berê dê zêdetir bibe.

Niha serjimara dinyayê nêzikî 7,3 milyar e. Li gor daneyên Neteweyên Yekbûyî, di sala 2050’an de dê ev hejmar biguhere û nifusa dinyayê bibe 9,7 milyar. Di sala 2100’an de jî hejmara mirovan wê bibe 11,2 milyar. Pêşbîniyên par ji vê hejmarê 150 milyon kêmtir bû. Ev yek jî nîşaneya zêdebûna nifusa dinyayê ye.

Li Gor Herêman Zêdebûna Serjimariyê

Capture1

Sedsala wê were, zêdebûna serjimarî ya herî mezin dê li aliyê başûrê Sehraya Efrîqyê bibe. Heke zêdebûna nifusê bi vî awayî zêde bibe, tê payîn ku di sala 2100’an de nifusa Efrîqayê bibe 4 milyar û 386 milyon.

Zêdebûna serjimariyê ya herî mezin dê li Efrîqayê pêk were, piştre jî li Asyayê belav bibe.

Li aliyekî pêşbîniyeke din jî heye. Neteweyên Yekbûyî diyar dike ku bi ixtîmaleke ji %80’yî di sala 2050’an de kêmtirîn nifus 9,4 milyar, zêdetirîn nifus jî 10 milyar bibe. Hinceta vê pêşbîniyên Neteweyên Yekbûyî formula “guhêrbariya texminî ya kêmzêde” a ku rewşa zayînî ya pêşerojê weke paşerojê nîşan dide.

Sedema zêdebûna nifusê, ne bilindbûna rêjeyên zayînê ye, sebeb dirêjbûna temenê mirovan e. Wek kurewî, tê pêşbînîkirin mirovên ku îro ji dayîk bûne dê heya 70 saliya xwe bijîn, kesên ku di sala 2050’an de wê ji dayîk bibin dê heya 77 saliya xwe bijîn. Neviyên wan a ku di sala 2100’an de wê ji dayik bibin dê gelek temendirêj bibin û heya 83 saliya xwe dê bijîn.

Di Sala 2050’an de Nifusa Dinyayê Bi Qasî 2,38 milyar dê Zêdetir Bibe

Untitled-1

Tê payîn ku ev zêdebûna nifusê, ji ber welatên Hindistan, Nîjerya, Pakistan, Komara Demokratîk a Kongoyê, Etiyopya, Tanzanya, Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê, Îndonezya û Ûgandayê ne.

Bi rastî jî rêjeyên zayînî, ji xeynî Ewropayê, li welatên din jî dadikeve. Weke din li Ewropayê di 5 salên dawîn de rêjeya zayînî hinekî zêde bûye. Li gor texmîna Neteweyên Yekbûyî, rêjeya zayînê niha serê her jinekê 2,5 zarokan e, lê di dawiya sedsalê de sere her jinikê wê 2 zarokan be.

Lê belê ev kêmbûn wê her tim nebin. Rapor, ji bo plansaziya malbatê û ji bo tenduristiya hilberînê li hemû dinyayê eleqeder dike. Eger serê her jinikê rêjeya zayokî bi tenê 0,5 puan zêde bibe jî di sala 2100’an de nifusa dinyayê wê bigihîje 16,6 milyar.

Temendirêjiya mirovan û kêmbûna zayokî dibin sedema kalbûna mirovan.  Her çiqas îro  ji %12’ê nifusê ji temenê 60’an wêdetir bibe jî ev jimar her sal zêde dibe. Di sala 2050’an de hejmara zarokên ji 15 salî biçûktir û hejmara pîr û kalên ji 60 salî mezintir hema hema wê wekhev bibin. Ev yek jî ji bo serjimariya xebatê ango xebatkaran wê di warê aboriyê de wê encamên nebaş derxîne holê.  

Capture

Zêdebûna nifusê yan jî daketina nifusê li aliyekî be; tiştekî teqez heye ev e ku em neçar in hînî parvekirina vê cîhana xweşik bibin.

– Ercan Dag twitter @ercndg21 / National Geographic Kurdî

Şîrove Bike