Ev cureyê nû yê masiyên masîgir e, bi lêvê xwe yê xwar û kena xwe ya bijûjin dişibe tarîtiya şevê.
Di jiyana gelek ajalên behrê de spehîbûn tune ye: wekî derziyan diranên wî hene, tifa wan bi rengekî biriqî ye, herwiha dikarin çeneyên xwe dirêj û fireh bikin. Lêbelê ev cureyê nû yê masiyên masîgir ên behra kûr di vê civaka xwe ya kirêt de derdikeve pêş.
Lêkolîneran gava di sala 2011’an de li Kendava Meksîkayê li ser çizirîna neftê ya Deepwater Horizonê lêkolîn dikirin rastî wî masiyê cindî yê bi navê Lasiognathus dinema hatine. .
Ji Zanîngeha Nova Southeastern ya li Fort Lauderdaleya Florîdayê pisporê masiyan Tracey Sutton wiha dibêje “di gava belavbûnê de li ber destên me zêde dane tunebûn ku li kûrahiya kendavê jîndarên çawa dijîn”.
Binasin: ‘We Şeytanê Reş yê Behran’ nas kir?
Rêveberiya Atmosfer û Okyanûsan a Neteweyî ya Emerîkayê ji zanyaran xwestiye ku çareseriyekê ji bo vê rewşê bibîne. Bi vî awayî Sutton û hempîşeyên wî di dawiya sala 2010’an de û piraniya sala xwe ya 2011’an bi lêkolîna ajalên behrê yên binê hezar mîtroyê derbas kirin. Di lêkolînên xwe de sensor û torên taybet bi kar anîn.
Berê wextê li Kendava Meksîkayê 5 cûreyên nedîtî kifş kiribûn. Masiyê masîgir yê xwedî-diranên çep jî yek ji wan e.
Sutton dibêje “Ez zû pêhesiyam ku ev cureyeke cuda ye û wekî masiyan jî xuya neke, mirov dibêje qey xewneke erjeng e”.
Masiya Masîgir
Sutton û hempîşeyên wî sê numuneyên 12,7 santîmîtro dîtine ku hemû mê ne.
Sutton diyar kir “jûjinên li ser pozê wî diranên wê ne”. Ji ber ku çeneya masiyê stû ye lêvê wî ditewe û diranên wî derdikeve holê.

Herwiha di devê wî de hin tendon hene ku ber bi aliyê din ve dirêj dibe. Sutton dibêje dev li ser nêçîrê wek serserkî dixe kêmîna xwe.
Wêne: Binêrin cûreyên kûrahiya behrê
Heman tişt ji bo derziya sosret jî guncav e ku ji serê masî derdikeve. Masiyê masîgir bi wan niçikên xwe yên wekî “şewqê” tên naskirin ku di nêçîrê de bikar tînin û navên wan jî ji vir tê. Lê bele Sutton dibêje di zokaya L. Dinemayê de çengal hene û ev çengal jî di heman demê de hîsa parçekirinê dide wî tiştî ku tê wî gez dike.
Masiyê Masîgir ê ku kujerekî li kurahiyan e, ji bo ku nêçîra xwe bi diranên xwe yên tûj bigire zoka xwe ya rewnaq bikar tîne. Lê belê ji xeynî vê taybetmediyeke wê ya din jî ya ecêb heye: masîgirê nêr ê ku dixwaze ganan[1] bike dema yekî dibîne û pê re gana xwe dike edî wê qet bernade.
Sutton, di çarçoveya hejmartina aferîdeyên di behrê de ji her aliyê cîhanê bi masiyên behrê yên di kûrahiyê de xebitiye. Cinsê Lasiognathus jî digel ku pir ne berbelav e, beriya vê lêkolînê hebûna wî ya di kendava Meksîkayê de jî nedihat zanîn.
Dibêje “ ji pênc cureyên vî cinsî bi tenê 25 celeb hene” . Yanê ji van dîtina yekî bi rastî gelekî zor e.
[1] Gan, gayîn – têkîliya cinsî, zayendî EN: Sex, Mating
National Geographic Kurdî – Jane J. Lee