AGAHIYÊN KÛR ÊN DERBARÊ DINYAYAYA ME DE
“Di vê dûrahiya kûr de dibe ku Erd ewqas jî balkêş xuya neke.
Lêbelê, ji bo me rewş cuda ye.
-Em, wê xala hanê dîsa bifikrin.
-Ew, lêre ye. Ew hêlîna me û Ew em in.
Li ser wê xala hanê; hemû hezkiriyên me, hemû naskiriyên me, hemû kesên ku me ew bîhistin û hemû kesên hatî û çuyî, jiyana xwe pêk anîn.
Her kêfxweşî û serpêhatiya me, bi hezaran dînên ku ji xwe bawer, bi hezeran bîrdozî û doktrînên aborî; hemû nêçîrvan û cotkar, hemû leheng û tirsonek, hemû avaker û xirakerên şaristanî, hemû keya û çandiyar, hemû dildarên ciwan, hemû dê û bav, her zarokên hêvîdar, hemû dahêner û kafîş, her mamosteyên exlaqê, her siyasetmedarên bêesl, her navdarên superstar, her pêşengên bilind, û hemû ezîz û gunehkarên ji cinsê me, jiyana xwe li wir pêk anîn – ango li ser ziratekî xwelî yê ku bi tîrêjên tavê xwe li wir hilawêstiye…
-Dinya, di valahiya bêhempa de dîkeke biçûk û ziratê misqal e..
Ka bifikrin, ji aliyê ew fermandar û împaratoran ve yên ji bo ku di nav şan û serfiraziyeke mezin de bibin serkêşekî demkî yê xaleke biçûk yê vî erdî, wek çeman çawa xwîn rijandine. Ka bifikrin, wexta ku hin kes li devereke biçûk jiyana xwe didomandin û ji aliyê hin kesên cuda ve yên ku ji cihekî hatine û li dijî ev kesên ji wan bêferq e çawa zilm û zordariyê kirine.
-Ji hev şaşfêmkirin çiqas asayî bû, û ji bo ku hev bikujin çiqas bidaxwaz bûn û dijminahiya wan çiqas zêde bû..
Quretiya me, xweparêziya me û xwehesibîna me ya ku “hemû dinya ji me pêk tê”, gumana me ya xelet ya ku hemû gerdûn ya me ye, lêbelê ew guman ji aliyê ew tirêjên temirî ve qet nehat hesibandin.
-Gerstêrka me di vê tariya bêmesal û nuvaze de bi tenê deqeke bêdeng e.
Di nav nezanebûna me de, di nav vê valahiya bêhempa de, tu delîl tune ye ku em xwe çawa xelas bikin û wê alîkarî ji ku ji me re were..
Li gorî zanebûna me Dinya yekane gerstêrk e û em li ser dijîn.
Qet nebe di paşerojeke nêz de, tu der nîne ku em koçî wê derê bikin..
– Serdan, belê. Bicihbûn, ne niha.
Heske biecibînin, an neecibînin. Lêbelê em niha tenê dikarin xwe bispêrin vir. Her hatiye gotin, Stêrknasî ev e hunereke dilnizm e û xwe pêşdixe. Ji bilî vê resma biçûk ya dinyaya me tu delîl nîne ku herî eşkere exmaqiya mirovên qure nîşan bide. Li gorî vê divê, em qîmetê bidin yekane vî cihê û li wir bi jiyaneke hevhezkirin û niyetbaşî bimeşenîn, ji ber ku li wê “xala şîn a temirî” tu der tune ye ku em lê bijîn û divê em biberpirs tevbigerin û qîmetê bidinê.”